Li Tirkiyê, gava siyasetmedar an ronakbîrê Kurd beþdarê
bernameyên televizyon û radyoyên Tirk be, pirsa yeka, ku
jê tê pirsin, “gelo PKK terorist e, Ocalan zarokkuj e, an
na?” ye.
Gava serokên partiyên Baþûr, karbidestên Hikumeta Herêma
Kurdistanê serdana welatên Ereb dikin, her tim ji wan jî
tê pirsin, “gelo pêyvendiya wan ligel Îsraîl heye an na?”
Di serdana Serokê Herêma Kurdistan Kak Mesud Barzanî li
Kuweytê jî, usa bû. Mesud Barzanî, di civîna çapemeniyê da,
derbareyê peyvendî ligel Îsraîl bi kurtî weha gotiye: “Peyvendî
girtin ligel Îsraîl tawan nîne. Gava li Baxdayê baylozxaneya
Îsraîl vebe, siruþtî ye, ku li Hewlerê konsolxanayê Îsraîl
vebe.”
Paþ belavbûna axaftina Serokê Herêma Kurdistan di medyayê
da, hewara neyarên gelê Kurd gihiþte esman, bi taybetî yên
Serokê Rewta Sadrê, Mukteda Elsadr, ku çu wext dijbûna xwe
li hemberê deskevtiyên netewiyên Baþûr venaþêre û Desteya
Zanayên Misulman, ku piþti ruxandina rejima Saddam hatiye
damezrandin, pêyvendiyeka baþ ligel grubên tundrewên Îslamî
heye û BAAS’iyên kevn gelek hez ji vê rexistinê dikin.
Herdu rêxistin di daxuyaniya xwe da dibêjin, ku pêyvendîgirtin
ligel Îsraîl bi çi þiklî dibe bila be, diji Îslam e, dijî
gelê Filistin e. Divê hikumet û Parlamentoya Iraqê dijî gotina
Mesud Barzanî derkevin, giftugo li ser axaftina wî bikin
û hwd..
Bo hemû kes eyan e, pêyvendiya gelek dewletên piçûk û mezin,
dewletên Ereb û misulman ligel dewleta Îsraîl heye. Her usa
pêyvendiya Fîlîstîniyan jî ligel Îsraîl heye, bi hevra peymana
aþitî îmze kirine. Misulmanên Tirk û Ereb û yên din, dikarin
bi dewleta Îsraîl re pêyvendî bigrin, lê belê Kurd nikarin.
Ger Kurd behsa Îsraîlê bikin, dibine dij-Îslam, dij-Fîlîstîniyan.
Berî herkesî, Fîlîstînî halwesta tevgera azadîxwaziya Kurdistanê
baþ dizanin. Ew baþ dizanin, ku hemu rêxistinên Kurd bi resmî
piþtgiriya xwe li tevgera azadixwaziya Fîlîstinê diyar kirine,
gelek Kurd teniþta Fîlîstîniyan dijî artêþa Îsraîl þer kirine.
Fîlîstînî baþ dizanin, ku Kurdên Baþûr çawa di rojên tengasiyê
da çûne hawara wan. Ew ji bîr nekirine û divê ji bîr nekin,
gava li Lubnanê kampên wan hatibûne wêrankirin, Lubnan ji
wan ra bûbû goristaneka teng, tu dewletên Ereb jî amade nebû,
ku deriyên xwe li ber Filîstiyan veke, Kurdan banga wan kirin
û gotin “ciyê we li çiyayên me hene, werine Kurdistanê.”
Eger nijadperestên Ereb û tundrewên musulman ji bîr bikin
jî, dirok ji bîr nake, ku pêþmergeyên Kurd, di sala 1977’an
da, çawa îlan kiribûn, ku “eger Artêþa Irak dixwaze Girên
Qolanê ji bindestê Îsraîl rizgar bike, em amade ne þerê xwe
ligel Artêþa Iraqê rabigrin.”
Û ji bîra me neçûye, ku gava Saddamê xwînmij û kurdkuj,
li Halepçe bi hezaran Kurd bi çekên kîmyevî kuþt, di Enfalan
da nêzikê 180 hezar Kurd winda kir, bi rêva birên Fîlîstîniyan
ne tenê bê deng man, her usa xwastin suçê rejima Saddam veþêrin.
Helwesta Kurdan îro jî wekî berê ye. Kurd dixwazin kêþeya
Fîlîstîn, bi rêka aþitî û giftugo bê çareser kirinê, dewleta
Fîlîstîn û dewleta Îsraîl li teniþta hevdu hebin. Kar û kiryar
û helwesta Kurdan yên heya îro niþan dide, ku gelê me ne
dijî Filîstinî ye, beravejî dostê vê gelê bindest û gernas
e.
Gelo Mukteda Elsadrê Þîa û Desteya zanayên Musulman a Sunnî
nizanin, ku pêyvendiya gelek dewletên musulman wekî Tirkiyê,
Misir, Urdun, Tunis, Maxrîb û hwd, bi Îsraîl ê va heye? Eger
dizanin çima ligel wan dewletan pêyvendî digrin, dostaniya
wan dikin? Gelo dewletên hanê jî dij-Îslam in?
Xizmeta Kurdan di warê belavbûna ayînî Îslamê da, diyar
û eþkere ye. Çu musulman nikare vê rastiyê înkar bike. Lê
belê em nikarin bêjin, ku musulmanan qasê pêwist piþtgiriya
hevayîni ya xwe, Kurd kirine, dijî zilm û zordariya, ku li
ser wan heye, derketine.
Li Tirkiyê, Ýran, Suriyê û Iraqa berê, yên ku zilm û zordariya
gelê Kurd dikirin, bi dehan hezaran Kurd dikuþtin, fetvaya
“cîhadê” dijî gelê me derdixistin, ne Cuhî, ne jî Mesîhî
bûn, musulman bûn. Gelên wan welatên, ku dengê xwe dijî ew
zilm û zordariya netewî dernedixistin, her weha musulman
bûn, ne kesên dinê..
Yên ku welatê me dagir kirine û zilm û têda li me dikin,
yên ku bi Îsraîlê ve pêyvendî girtine dewletên musulman in.
Lê gava Kurd behsa Îsraîlê dikin, hewara wan digîhîje esman,
Kurd bi “dij-Fîlîstînî” û “dij-Îslam” ve tohmetbar dikin.
Kak Mesud Barzanî, Serokê Herêma Kurdistan e, Herêma Kurdistan
jî, beþek e ji Îraqê. Ji ber vê yekê li gor prensibên navnetewî,
gotina Kak Mesud ya derbareyê Îsraîl de dirust e. Lê belê
partî û rêxistinên Kurd mecbur nîn în, ku di vê warê da wekî
Mesud Barzanî pabendî prensibên navnetewî bin. Mafên wan
heye, ku ligel Îsraîl pêyvendî bigrin.
Rêxistinên Kurdan bi liber çav girtina rewþa navçe û navnetewiyê,
biryar didin ligel kî pêyvendî bigrin, ne dewletên dagirker
û hêzên nijadperest..
Bi baweriya min divê rêxistinên Kurdan pêyvendiya siyasî
û civakî ligel Îsraîl bigrin, daku hewara dewletên dagirker,
hêzên îslami yên tundrew û dij-Kurd û nijadperest bigihinîn
heft qatê esman...
|