SAL: 7
HEJMAR: 191
22 Þubat 2007
ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv

Ji bo nivîsên M. Emin BOZARSLAN bitikinin

“MAMOSTA”, NE “MAMOSTE”-I

“LI” Û “DI ..... DA” - IV

“LI” Û “DI ..... DA” -III

“LI” Û “DI ..... DA” -II

“LÊGERÝN”, NE “LÊKOLÝN” -III

M. EMÝN BOZARSLAN .......................................... / Kuncê Zýmên
 

“MAMOSTA”, NE “MAMOSTE”-II

4– Kesê ku dý piþeyeki wek berberiyê, necariyê, terzitiyê û wd da pýspor û zana ye, ehlê wi piþeyi ye, dýkare piþeyê xwe býmeþine û lý ser piþeyê xwe þagýrdan ji býgihine, wan fêrê piþeyê xwe býke. Peyvýk bý vê maneyê, dýjmana “þagýrd” e. Mesela, kesek dýbêje “Rojbin, dý terzitiyê da hosta ye”.

Vê peyvýkê bý vê maneyê dý peyveka pêþiyan a Kurdi da, dý heqê zýlameki necar da weha ci gýrtiye: “Hosta necar, rakeve wek her car, Xwedê yek e, dergeh hezar”.

Býngehê vê peyva me ya pêþiyan, meselokeka geli ya efsaneyi ye. Me dývê em lý výr wê meselokê ji jý xwendevanên hêja ra wek diyariyek pêþkêþ býkýn. Ew meselok bý kurti weha ye:

Dý mêjedemê da lý bajarek, jýneka pýrr rýnd û xweþýk û dýlkêþ hebûye. Þûyê wê jýnýkê necar bûye. Rojek padiþahê wi welati cýlên guharti wergýrtýne û dý bajêr da geriyaye û dý ber derê mala wan ra derbas bûye. Hýngê çavê wi bý jýnýkê ketiye û evina jýnýkê ketiye dýlê wi. Padiþêh bý te’sira wê evinê xwestiye þûyê jýnýkê býkuje û paþê jýnýkê jý xwe ra býbe. Hema gera xwe nivçe hiþtiye û tavýl vegeriyaye koþka xwe, bý karbýdestên koþka xwe lêgerin daye kýrýn ku ew jýnýk ki ye. Bý wi awayi daye tespitkýrýn ku jýnýk xêzana necarek e. Jýbo ku behaneyek jý kuþtýna necêr ra býbine, þandiye pey wi û ew daye anin û jê daxwaz kýriye ku jê ra mýriþkek û sê çûçýkên darin çêke, giyan býde wan û wan býde ser sêniyek yan ser texteyek û wýsa býke ku mýriþk tým lý ser sêniyê yan lý ser texte býçerýxe û býgere, çûçýkên wê ji tým lý pey wê býçerýxýn û býgerýn. (1)

(1) Lý hýn hêlên Kurdýstanê ji tê gotýn ku padiþêh jý necêr xwestiye ku jê ra mýþkek, pýsikek û tajiyek çêke, giyan býde wan û wýsa býke ku mýþk býreve û pýsik bera wi býde, taji ji bera pýsikê býde û her sê bý wi awayi tým lý pey hev býbezýn û býçerýxýn.

Padiþêh jýbo wê çêkýrýnê ji çýl roj dem daye ber necêr û jê ra gotiye “Eger tu heta çýl rojan çêneki, sýbeya roja çýl û yekê, ez’ê te teslimê celatên xwe býkým û serê te býdým jêkýrýn”.

Necarê reben ketiye tatêleka pýrr mezýn û bý wê tatêlê vegeriyaye çûye mala xwe. Jý ber ku çêkýrýna týþteki wýsa bêmýkûn bûye, nekariye daxwaza padiþêh bine ci. Êvara roja çýli, zaniye ku sýbetýrê dê serê wi bê jêkýrýn û bý wi awayi ketiye týrseka pýrr mezýn. Jý týrsan serê wi balgi negýrtiye, nekariye razê û xew býke.

Hýngê jýna wi jê xwestiye ku dýlê xwe hêsa býke û hêviya xwe jý Xwedê nebýrre, Xwedê dê jý wê rewþa wi ya zor ra çareyek býbine û jê ra dergehek veke. Jýnýkê bý wê daxwazê deng lê kýriye û jê ra weha gotiye: “Hosta necar, rakeve wek her car, Xwedê yek e, dergeh hezar”.

Sýbetýrê zû, derê mala wi hatiye lêdan. Mêrýk gotiye qey eskerên padiþêh ýn lý deri dýxýn, hatýne ku wi býbýn û teslimê celatan býkýn û serê wi býdýn jêkýrýn. Bý wi awayi xwe jý mýrýnê ra amade kýriye, xatýr jý jýna xwe xwestiye û çûye. Dema deri vekýriye, ditiye ku karbýdesteki koþaka padiþêh lý ber deri ye. Wi karbýdesti jê ra weha gotiye: “Padiþêh iþev jý niþka ve ketiye û mýriye. Jý kerema xwe jê ra tabûtek çêke, da ku em cesedê wi têxýn’ê û defýn býkýn”.

Aha peyva jýna wi, ku gotiye “Hosta necar, rakeve wek her car, Xwedê yek e, dergeh hezar” bûye peyveka pêþiyan a Kurdi.

Ev peyva pêþiyan jýbo kesên wýsa tê gotýn ku jý ber hýn semedan ketýne rewþên zor û dýjwar û bý wi awayi bêhêvi bûne. Dema hýn kesên di jý wan býxwazýn ku bêhêvi nebýn û hêviya xwe jý Xwedê nebýrrýn, jý wan ra vê peyva pêþiyan dýbêjýn.

Dý vê peyva pêþiyan da du mesajên gýrýng hene. Mesajek ev e ku dývê mýrov dý karan û þolan da bêhêvi nebe û býxebýte ku jý wan ra çare býbine. Mesaja di ji ev e ku dývê kesên þiyandar ên wek padiþhan, serokan û wd nebýn serxweþên þiyanê û lý kesên di zordesti nekýn, lý dýjê wan dýjwari bý kar neynýn. Dýbe ku rewþeka ne dý hesabê wan da bê serê wan û cezayê zordestiya xwe býbinýn.

*

Vêca em vegerýn ser peyvýka ku dý vi beþi da babetê me ye, ku “mamosta” ye: Wek ku me dý despêka vi beþi da diyar kýr û da zanin, awayê rast ê vê peyvýkê “mamosta” ye, ne “mamoste” ye. Lewra peyvýka dýduyan a ku tê da ci gýrtiye, dý eslê xwe da “hosta” ye, ne “hoste” ye.

Ev peyvýk yani ”mamosta”, du maneyan dýdêre, du maneyên wê hene. Ew her du mane ev ýn:

1– Kesê fêrkar; kesê ku ders dýde hýn zarûkan yan hýn xwendekarên di û wan fêr dýke; kesê zana û pýspor ê ku dý dýbýstanek da yan lý ciyeki taybeti ders dýde hýn zarûkan yan hýn xwendekarên di û wan fêrê xwendýn û nývisinê dýke, yan lý ser hýn zanyariyan wan fêr dýke, wan perwerde dýke û dýgihine. Mesela, kesek dýbêje “Asmin, mamostayeka gelek jêhati ye”, keseki di ji dýbêje “Navê mamostayê gundê me, Xweþbin e” û wd.

2– Kesê zana û hunermend û pýspor ê wek zanyarek, nýviskarek, ayinxêzek, hozanek; kesê ku dý karek da, dý hunerek da, dý zanyariyek da têr zana ye û bûye pýsporê wi kari, dý wi kari da serketi ye. Mesela, em dýbêjýn “Ehmedê Xani, dý edebiyata Kurdi da mamostayeki pýrr gewre bûye”.

*

Wek ku me lý jor ji diyar kýr, dý vê peyvýka sazber da, beþê ku rola sereke dýleyze û mana sereke dýde, “hosta” ye. Semedê ku “mam” hatiye serê salýxnavê “hosta”, niþandana rêzdariyê ye. Yani jýbo niþandana rêzdariyê jý kesên fêrkar ra û jý hostayên nývisinê û zanyariyê û wd ra, “mam” hatiye serê salýxnavê “hosta” û bý wi awayi her du pêkve bûne “mamosta”.

Mýrov dýkare bêje ku Kurdên berin qedrê wan kesan gýrtýne, rêzdariya xwe jý wan ra niþan dane, bý çavê mamên xwe lý wan nýhêrtýne, loma jý wan ra yan dý heqê wan da gotýne “mamosta”. Ev ji niþan dýde ku gelê Kurd jý berê ve geleki qedýrzan bûye.

*

Ev peyvýk bý her du maneyên xwe ji hem jýbo jýnan, hem ji jýbo mêran bý kar tê anin. Gerçý jýn ne mam ýn, lê jýbo niþandana rêzdariyê jý jýnên hosta û fêrkar ra, jý wan ra ji “mamosta” tê gotýn.

Jý ber ku dý mêjedemê da, dý demên berê da karên hostatiyê yên wek fêrkýrýnê û hunerê jý aliyê mêran ve hatýne kýrýn, jýbo niþandana rêzdariyê jý wan ra, dý heqê wan da “mam” û “hosta” tev bý kar hatýne anin û jý wan ra “mamosta” hatiye gotýn.

Pýþtê ku jýn ji ketýne karên hostatiyê yên wýsa û dý babetê fêrkýrýnê yan hunerên wek nýviskariyê, hozaniyê û wd da bûne hosta, jýbo niþandana rêzdariyê jý wan ra ji, “mamosta” dý heqê wan da ji bý kar hatiye anin û bý kar tê anin. Yani lý výr, týþtê ku derdýkeve pêþ û gýrýngiya wi tê niþandan, “hostati”ye; “mam” lý výr tenê dýbe peyvýkeka numandýn û diyarkýrýna rêzdariyê.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver