Adeteka karbidestên Tirkiyê heye.
Axaftinên xwe yên girîng, ku pêyvendiyên wan bi siyaseta
Tirkiyê va hene, an li ezman, an li dervayê welat, an jî
di rêya vegera welat da dikin.
Vê carê jî usa bû.
Serokwezirê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdoxan li ser rêya vegerê
ji sefera xwe ya Turkmenistanê, axaftineka baþ û balkêþ kir.
Erdoxan usa got: “Çima ji bo geþbûna pêyvendiyên ligel Hikumeta
Herêma Kurdistanê, gav neyên avêtin? Eger gavên, ku bêne
avêtin, bibite sedema aramiya herdu aliyan, em hertim amade
ne gavên hanê bavêjin. Eger helwest û siyaseta hanê cigîr
be, ruwengeh û rêbazeka nuh, wê þuna tirs û metirsiyên pîçuk
bigre. Ev yeka jî dibite alîkariyeka mezin ji bona ku, em
kêþeyên xwe zûtir çareser bikin.”
Guman têda nîne, ku axaftina Erdoxan gelek girîng bû û bandora
xwe li ser siyaseta Tirkiyê wê danaba, eger Erdoxan û hikumeta
wî li ser axaftina xwe pêgir bana..
Hêþta Erdoxan axaftina xwe temam nekiribû, bona danîna pêyvendiyê
tû gav nehatibûn avêtinê, Serokkomarê Tirkiyê Ehmed Necdet
Sezer, Serfermanderê Erkana Leþkeriya Tirk Yaþar Buyukanit
û hinek generalên Tirk, partiyên siyasiyên Tirk wekî Partiya
Komara Gel (CHP), Partiya Dayka Niþtiman (ANAP), Partiya
Rêya Rast (DYP), partiyên faþîþt û nijadperestên tirk wekî
Partiya Bizava Nasyonalîst (MHP) û yên din, hemu pêkva gotin
“ev yêka çu car nabe, serokên Kurdistana Baþûr piþtgiriya
PKKê dikin, çawa dewleta me ya mezin bi Talabanî û Barzanî
ra rûdine, giftugo dike”, û hwd..
Ne tenê partiyên siyasî êriþê Erdoxan dikin.
Her usa, piraniya rojname û televîzyonên Tirk, hinek sendîqe,
komel, sazî û dezgeyên piþêyî jî, yên ku ji aliyê kemalîst,
kevneperest, nijadperest û þovenên Tirk ve têne bi rêva birinê,
ji ber axaftina wî, Erdoxan kirine armanca tîrên xwe yên
nîjadperest.
Hinek ji wan, ji bona Erdoxan bêjeya “xaîn”ê bi kar tinîn.
Gava Serokwezirê Tirkiyê axaftina xwe ya hanê kir, gelek
Kurd pirs dikirin û digotin, “gelo Erdoxan paþ çend rojan
ji gotina xwe pêþîman dibe?”
Ji ber ku Erdoxan û hikumeta wî berê jî gotbûn, ku “li Tirkiyê
kêþeyek bi navê pirsa Kurd heye û bi demokratize kirina Tirkiyê
ve, wê bê çareserkirin.”
Lê me dît, ku Erdoxan gotina xwe zû ji bira xwe bir!..
Di heyema “Bûyerê Þemzinan” de jî usa bû.
Paþ qewmandina bûyerê, Erdoxan got, ku em ê heya dawiyê
bûyerê hanê bikolin, kesên piþtperdeyê derxin holê.”
Lê me dît, ku ne tenê kesên piþtperdê nehatin derxistinê,
her usa mudeyî umumî ya Þemzinan ji kar hat avêtin.
Ji ber ku gotibû “di piþtperdê da zabit û general hene û
divê ew jî bêne dadigehkirinê.”
Lê hinek Kurd jî xweþbîn bûn û digotin, “zexta Dewleta Yekbûyî
ya Amerîka (DYA) li ser dewleta Tirkiyê heye û DYA ji hikumeta
Erdoxan dixwaze bi Hikumeta Herêma Kurdistanê ra pêyvendî
dayne.”
Belê rast e, usa ye, zexta DYA heye.
Lê belê halwesta hikumeta Erdoxan ya dawî niþan dide, ku
zexta hanê (ji bona heyamek jî be), bê berhem bûye...
Hikumeta Erdoxan ragihand, ku heya di nava dezgeyên dewletê
da, derbareyê peyvendî ligel hikumeta Herêma Kurdistanê hevahangî
pêkneyê, hewl nadin û bi Kurdistana Baþûr ra pêyvendî daynin.
Ango, gotina Kurdên reþbîn rast derket.
Mebesta hikumeta Erdoxan ji “dezgeyên dewletê”, serokkomarî
ye, leþker e, dezge û saziyên dadî ye û hwd.
Ku, hikumeta Erdoxan her tim ji wan nerazî bû û digot “bûne
astengeka gelek mezin li pêþiya pêþveçûn û guhartina welat.”
Bi halwesta xwe ya dawî ve, hikumeta Erdoxan carekî dinê
guhê xwe neda daxwaza welatparêzên Kurd û hêzên aþitîxwaz
û demokratîk.
Carekî dinê eþkere bûn, hikumeta Erdoxan desthilatdar nîn
e, desthilatî di destê kemalîst, leþker û mîlîtarîstên sîvîl
û serbazî da ye.
Xuya bû, ku def di stûye Erdoxan da ye, lê toxmax destê
kesên din da ye.
Behaneyên Erdoxan çi dibin bila bin.
Erdoxan û hikumeta wî ji tirsa mîlîtarîst û kemalîst û generalan,
carekî dinê paþve kiþiyan.
Lê belê divê hertim di bîra Erdoxan be, ku “Dilê Tirsonek
Singê Gewr Nabîne.”
|