Melê dý helbesteka xwe ya di da ji deng lý yara xwe kýriye
û weha ci daye vê peyvýkê:
“Tu heyi mýn dý dýnê, lew dý dýnê begler û mir ým
Zêr û mal erçý nedêrým, te dýdêrým, ne feqir ým”.
“Zêr û mal erçý nedêrým” yani gerçý ez ne xwediyê zêr û
mal ým. “Te dýdêrým” yani tu ya mýn i, tu jýbo mýn heyi.
Melê dý helbesteka xwe ya di da ji disa qala yara xwe kýriye
û “lew” weha bý kar aniye:
“Da mýn sýroþ:
Wer mey býnoþ
Coþ û xuroþ
Lew çûm jý hoþ”.
Mana “sýroþ”ê weha ye: _þareta ku bý çavan tê kýrýn; iþareta
ku kesek bý çavên xwe dýde keseki di. Ew iþaret dýbe ku nerm
û bý dostani be, dýbe ku dýjwar û bý hêrs be; her jê ra “sýroþ”
tê gotýn. Ev peyvýk tým dýgel kýrara “dayýn”ê bý kar tê anin;
wek “sýroþ da mýn”, “sýroþ dýde te”, “dê sýroþ býde wi” û
wd. “Coþ” yani kelecani, heyecan; “xuroþ” yani þemate. Lý
výr týþtê jý me ra pêwist ev e ku Melê gotiye “Lew çûm jý
hoþ” yani jý ber ku yarê sýroþ da mýn û kelecani û þemate
lý mýn peyda bû, ez jý hýþ çûm.
Ehmedê Xani dý beþê 54’an ê “Mem û Zin”ê da dema daye zanin
ku Zin dý leha Bekýr da peyýviye, dý heqê evindaran da weha
ci daye “lew”ê:
“Ev taife merhemetsýrýþt ýn
lew laiqê ni’meta býhýþt ýn”.
Ev her du malýk bý Kurdiya xwerû weha ne:
“Jýbo vê celeba evindaran, dýlovani ye xwi, sýrýþt
lew ew
liyaqên nimeta býhýþtê ne, ciyê wan e býhýþt”.
Wek ku diyar e, lý výr ji “lew”ê mana semed daye û þaxtevoka
beri xwe jý ya pey xwe ra kýriye semed. Yani jý ber ku xwi
û sýrýþta wan dýlovani ye, ew dýbýn liyaqên nimeta býhýþtê.
Xani helbesteka xwe da ji “lew” weha bý kar aniye:
“Ma secde tenê mýn býr ber sûretê mehbûban!
_blisi nebýr secde, lew maye dý nefrin da”.
Ev her du malýk bý Kurdiya xwerû weha ne:
“Ma tenê mýn lý ber ayinên yaran secde býr!
_blisi secde nebýr, lew maye dý nefretê da”.
Siyahpoþ ji dý helbesteka xwe da dý heqê xwe da weha ci
daye “lew”ê:
“Muhbetê kuþti Siyahpoþ þubhetê Seyfulmulûk
Lew lý ser mýn ferzueyn e secdeya pûtxaneê”.
“Muhbet” yani evin; “þubhet” yani wek. Her du ji Erebi ne.
Siyahpoþ dý helbesteka xwe ya di da ji disa dý heqê xwe
da “lew” weha bý kar aniye:
“Sýnbýl û rihan û sorgul
rast û çep bûne muqabýl
Lew dýnalým þubhê býlbýl
Teyrê xweþ’elhan ým ez”.
“Xweþ’elhan” yani dengxweþ.
Disa Siyahpoþ dý helbesteka xwe da weha ci daye ”lew”ê:
“Kesê neg’ri bý zulfê mahitabê
dýmini ta ebed ew der ezabê
Me lew gýrtýne ew zulfê muenber
Terk-ý nadým bê kuþtýn camê dilber”.
Ev her çar malýk bý Kurdiya xwerû weha ne:
“Kesê ku zulfa yara wek tavehivê negýre
heta ebedi dýmine
ew dý ezab da
Me lew gýrtýne ew zulfên wek enber
Bê kuþtýn ez terka qedeha dilberê nakým”.
Selimi ji dý ciyeki “Yûsuf û Zuleyxa”yê da “lew” weha bý
kar aniye:
“Wi go qe nehýn jý vê çu çare
Ew aþýq e, lew ku bêqerar e”.
Yani jý ber ku aþýq e, bêqerar e.
“Loma” ji tam bý mana “lew”ê ye, kar û fonqsiyona wê ji
tam wek kar û fonqsiyona “lew”ê ye. Ferqa her duyan ew e
ku “lew”ê dý edebiyata Kurdi ya klasik da ci gýrtiye, lê
“loma”yê dý wê edebiyatê da ci negýrtiye; tenê dý peyvina
gel da bý kar tê anin.
Bý qasê ku heta nuha me kariye em tespit býkýn, “loma”yê
jý býl peyvina gel, dý du peyvên pêþiyan ên Kurdi da ji ci
gýrtiye. Yek jý wan peyvên pêþiyan weha ye: “Mýn hesab kýr
tu hýþyar i, loma ez nývýstým” yani loma ez ketyým nava nývinan
û razam. Peyva pêþiyan a di ji ev e: “Se dý xwe ra dýbine,
loma hestiyan dýkurýsine”.
|