Di bîrûrayê Rojhilata Navîn, bî taybetî jî di bîrûrayê Kurdistanê
da, gengeþiyeka fireh li ser Rapora Gruba Lêkolîna Iraqê,
ku di bin serokatiya wezîrê kevn yê Dewleta Yekbûyî ya Amerîka
(DYA) James Baker û nûnerê kevn yê Kongreya DYA Lee Hamîlton
da hatiye amade kirin, berdewam e.
Gelek rêxistinên siyasî yên Kurd ji hemu parçeyên Kurdistanê,
halwesta xwe ya di derbareyê Rapora hanê de eþkere kirin.
Piraniya hêzên siyasî yên Kurdistanî, rexne li Raporê girtin;
piþtgiriya xwe li helwesta Serokê Herêma Kurdistanê ragihandin.
Û bi vî awayî niþan dan, ku derheqa parastina destkevtiyên
Kurdên Baþûr, halwesta hemu hezên welatparêzên Kurd, yek
e.
Ku, ev yeka her usa tiþtekê baþ û maqul e; hêjayî pesn dayinê
ye..
Lê, bi baweriya min di Rapora Baker-Hemîlton da xalek heye,
ku me qasê pêwist behsa vê xalê nekiriye.
Di raporta Baker-Hemîlton da, behsa kêþeyên din wekî pirsgirêka
Fîlîstîn û Îsraîl û Lubnanê tê kirinê. Lê belê têda, li ser
pirsa Kurdên Bakur û Rojhilat û Baþûrê Piçûk bêjeyek jî nîne.
Bê guman, kêþeya Fîlîstîn-Îsraîl û her usa kêþeya Lubnanê
girîng in û bandora wan li ser rûdav û pêþhatiyên herêmê
gelek mezin e.
Lê, gelo li navçeya Rojhilata Navin tenê herdu pirsgirêk
hene, ku nehatine çareser kirinê?
Ma pirsa Kurd li Îran, Tirkiyê û Suriyê ji pirsa Fîlîstîn
û Lubnanê piçûktir e?
Baker û Hemîlton û hevalên wan baþ dizanin ku di Rojhilata
Navîn da bi navê “kêþeya Kurd” pirsgirêkek mezin û girîng
heye.
Ew baþ dizanin, ku kêþeya Kurd ji keþeyên din yên navçê
kûrtir û firehtir e.
Bi çareseriya pirsa Kurd li ser bingeha wekheviyê, di herêmê
da guhartinên mezin pêktê, nexþeya navçê tê guhartin, cîgirbûna
aþitî û aramî li herêmê, hêsantir dibe.
Guman têda nîne, ku Baker û hevalên wî, ji rastiyên hanê
agahdar in.
Lê di rapora xwe da behsa vê yekê nakin.
Ji ber ku ew nexwazin dilê kevneperestên navçê biþkînin.
Ew dixwazin dilê karbidestên dewletên dagirker wek Suriyê,
Îran û Tirkiyê xweþ kin...
Rapora Baker-Hamilton rapora yeka nîne, ku pirsa Kurd bi
giþtî, têda ci negirtiye.
Heta îro gelek rapor li ser navçeya Rojhlita Navin hatine
belavkirinê.
Mixabin di dema amadekirina raporên hanê de pirsa Kurd,
an hatiye “jîbîrkirinê”, an jî qasê pêwist di raporan da
cih negirtiye.
Bê guman rola berjewenndiyên dewletên mezin û navçeyê, di
vê “jibîrkirinê” da heye.
Lê, divê ji bîra me neçê, ku di vî warî da kêmkarî û xemsariya
rêxistinên Kurd rola mezin leyistiye.
Partî û rêxistinên Kurd bi hevra, daxwazên xwe yên giþtî
pêþkeþê bîrûrayê cihanê nekirine.
Partî û rêxistinên Kurd, heta niha jî dezgeheke netewî a
hevbeþ ava nakirine.
Daku bi dezgehên hanê va, di warê navnetewiyê da, ji bona
daxwazên giþtî ya gelê Kurd kar û xebatê bikin.
Rapora Baker-Hamîlton carekê dinê niþan da, ku gelê kurd
hewcedarî bi dezgeheke wisa ya netewî û hevbeþ e.
Hinek pêþhatî, bûyer û ragihandin nîþan didin, ku dewletên
Ewropa bala xwe wê pirtir bidine Iraqê.
Bi gotineka din, kêþeya Iraqê di rojeva Yekitiya Ewropa
(YE) da, wê pirtir cî bigre.
Lê mixabin helwesta piraniya endamên dewletên Ewropa ne
bi dilê gelê Kurd e.
Bo nimune Serokwezira Almanya Angela Merkel piþtgiriya xwe
li rapora Baker-Hamîlton ragihand.
Ku, Elmanya îro Serokê YE ye.
Ligel pêþhatiyên hanê, derbareyê kêþeya Iraqê hewl û kar
û xebatên dawî yên dewletên dagirkerên Îran, Suriyê û Tirkiyê
nîþan didin, ku sala 2007 ji bona Kurdan wê bibe saleka dijwar.
Ji bona vê yekê hevkarî û hevbata hêz û partiyên Kurd ji
her parçeyên Kurdistanê, îro ji hemu deman pêwistir e.
Bê þîk û guman, piþtgiriya hêzên welatparêzên Kurd li halwesta
Serokê Herêma Kurdistan giring e û erkekî netewî ye.
Lê belê piþtgirî bi tenê ne bes e.
Divê piþtgiriya hanê bi hevkarî û hevxebata hezên Kurdistanê
wê bê temam kirinê.
Herwekî di belavoka PSK’ê da hatiye gotin:
“Erkê hanê ya pîroz li ber hemu rêxistinên Kurdistan bi
taybetî jî li ber Serokatiya Siyasiya Herêma Kurdistan e.”
|