Ehmedê Xani ji dý beþê 15’an ê ”Mem û Zin”ê da qal kýriye
ku Mem û Tacdin dý cejna Newrozê da bûne evindarên Zinê û
Sýtiyê û bý evina wan bêhýþ ketýne, pýþtê ku hýþyar bûne,
berê fam nekýrýne ku çý hatiye serê wan û lý ser semedê wê
rewþa xwe bý hev ra peyývine. Xani jý devê wan ev kýrar weha
bý kar aniye:
”Gotýn eceb em ku bûne bimar?
Ya bûne dý ki þeri býrindar?
Ya ne wehe em çýra nýkarin
mecrûh û zeif û dýlfýkar in?”
Ev her çar malýk bý Kurdiya xwerû weha ne:
”Gotýn gelo em lý kêderê nesax bûne?
Yan em dý kijan þer da býrindar bûne?
Yan na em çýma weha nýkarýn
býrindar û lawaz û dýlfýkar ýn?”
”Dýlfýkar” yani dýlbýtýrs.
Siyahpoþ ji dý ciyeki ”Seyfulmulûk”ê da weha ci daye vê
kýrarê:
”Go insan qet nýkarýn, ger þev û roj
heta sed sali bên; lê
cýnn-ý, sê roj”.
_êx Evdýrehmanê Axtepeyi ji dý ciyeki ”Rewdunneim”ê da ev
kýrar weha bý kar aniye:
”Nýkarým veþêrým umûrê Xuda
Yeqin dê beyan kým teriqê huda”.
Ev her du malýk bý Kurdiya xwerû weha ne:
”Nýkarým veþêrým þolên Xwedê
Hemýn dê eþkera býkým riya rastiyê”.
Vê kýrarê dý peyveka pêþiyan a Kurdi da ji weha ci gýrtiye:
”Ku dýlê þývên býxwaze, dýkare golemast jý nêri çêke”. Dý
peyveka pêþiyan a di da ji weha: ”Ku dýz jý malê be, dýkare
ga dý kulekê ra derxe”. Peyveka pêþiyan a di ji weha ye:
”Ku mýrov dýl býke, dýkare diwaran qul býke”. Mexsed jý ”dýlkýrýn”a
dý vê peyva pêþiyan da, ”baýryardan” û ”býryardari” ye; yani
ku mýrov býryardar be û býryar býde. Peyveka pêþiyan ji ev
e: ”Kevjal nýkarýn býfýrýn”.
Wek ku jý van minakên lý jor diyarkýri ji baþ kýfþ dýbe
û tê zanin, ev kýrar tenê mana ”qimkýrýn û besbûna hêzê yan
hêgýniyê jýbo karek, tevgerek, týþtek” dýde; mana ”ihtimal”ê
nade. Wek ku berê ji bý hýn munasebetan me dabû zanin, ku
maneyek dý peyvýkek da tunebe, nabe ku mýrov bý te’sira hýn
zýmanên di wê maneyê lý wê peyvýkê bar ke.
*
Rewþeka di ya taybeti ya vê kýrarê ji heye. Ew rewþ ji ew
e ku ev kýrar dýgel pêþbendýka ”bý”yê, carna bý mana ”zorbýrýn”ê,
wek termek, carna ji bý mana ”iqna’kýrýn”ê bý kar tê anin.
Em berê dý heqê mana wê ya ”zorbýrýn”ê da hýn haydariyên
pêwist lý výr býnývisýn.
Dý wê rewþê da mana kýrarê ew e ku hêza kesek jýbo zorbýrýna
keseki di bes e, qim dýke, têr dýke. Mesela, mýrov dýþê dýbêje
”Kesên xurt û hêzdar, bý kesên jar û kêmhêz dýkarýn” yani
hêza kesên xurt û hêzdar, jýbo zorbýrýna kesên jar û kêmhêz
qim dýke, bes e”.
Kýrarê bý vê maneya xwe ji dý edebiyata klasik û folklora
Kurdi da ci gýrtiye. Mesela, Siyahpoþ dý helbesteka xwe da
deng lý xwe kýriye û dý heqê xwe da kýrar bý vê maneyê weha
bý kar aniye:
”Ey Siyahpoþ, tu xumar i
sahýbê adab û kar i
Çend Siyahpoþ tu sýtar i
lê bý ýþqa dýl nýkari”.
Ev her çar malýk bý Kurdiya xwerû weha ne:
”Ey Siyahpoþ, tu meyxur i
xwediyê awayan û kar i
Siyahpoþ, gerçý tu sýtêr i
lê tu bý evina dýl nýkari”.
|