Di wan rojên dawiyê da, bi sedemên cure cur, gelek behsa
Kerkukê tê kirinê.
Sedemek ji sedeman, zêdebûna karên teroristî ne. Paþ pejirandina
Qanuna Esasî ya nû ji aliyê gelên Iraqê va û pêkhatina hikumeta
Nurî Malîkî û leþkerkêþiya Leþkerê Mehdî û Artêþa Bedir bo
navçeya Kerkukê, êrîþên terorîstî, roj bi roj zêde dibin.
Sedemekî din jî, axaftina Serokwezirê Tirkiyê Erdogan û
Cigirê Serokwezirê Iraqê Behram Salîh e. Behram Salîh, ku
Serokwezîrê Berê yê Hikumeta Herêma Kurdistan li Silêmanî
bû, paþ giftugo ligel Erdogan, di civîna çapemeniyê da, derheqa
Kerkukê de usa dibêje: “Kêþeya Kerkuk bi gor Destura Iraqê
wê bê çareser kirinê. Kerkuk dilê Kurdistan e.”
Erdogan jî, di axaftina xwe da, derbareyê Iraq û Kerkukê
tiþtekî nû negot, bîr û baweriya dewleta xwe dubare kir.
Serokwezirê Tirkiyê guhê xwe neda Destura Iraqê û got: “Divê
çarenus û statuya Kerkukê, ji aliyê hemu Iraqiyan ve, bê
diyar kirinê.”
Ku, xalên destura Iraqê yên ku peyvendiya wan bi navçeyên
erebkirî ve hene, berevajiya gotina Erdogan e. Li gor Desturê,
paþ vegera Kurdên derxistî û vegerandina Erebên hatî bo cî
û warên berê, serjimerê were çêkirinê. Paþ serjimerê jî,
di navçeyên erebkirî da (ne li seranserê Iraqê), referandum
(rapirsîn) tê çêkirin û xelqê navçeyê biryar dide.
Divê bê gotin, kêþeya hanê ne tenê bajarê Kerkuk e, her
usa pirsgirêka hemu navçê ye, yên ku bûne hedefa siyaseta
erebkirinê, wekî Maxmur, Þingar, Xaneqîn, Kifrî, Mendelî
û hwd...
Û birêvabirên Herêma kurdistanê, her tim gotine û dibêjin,
“Bo me Kerkuk û Mendelî, Þingar û yên din wek yek in, hemu
jî beþek in ji welatê me.”
Tê gotin, ku Dewleta Yekbûyî ya Emerîka (DYA) li ser rewþa
Kerkukê lêkolineka teybetî çêkiriye. Encama vê lêkolînê niþan
daye, ku ji nivî zêdetir xelqê Kerkukê Kurd in û dixwazin
ligel Herêma Kurdistanê bijin...
Ji ber vê yekê ye, ku Tirkiyê derheqa kêþeya Kerkukê kar
û xebata dîplomasiyê zêde kiriye û ligel DYA û Birîtanya
giftugo dike.
Bûyer û êriþên teroristî li ser Kurdên Kerkukê, dest niþan
dikin, ku Tirkiyê ne tenê warê diplomasiyê, di warên din
da jî kar dike.
Rojnamenusê Tirk Emin Colaþan roja 11ê Heziranê, di quncikê
xwe da behsa qehramaniya Sabah Ketene dike, ku çawa bona
dewleta Tirk mirov kuþtiye, çawa bingeha PKKê li Hewlerê
teqandiye.
Sabah Ketene Tirkmen e û tê gotin, ku yek ji rêvabirên
Bereyê Tirkmenên Iraqê (ITC) bûye.
Hemu kes dizane ITC gelek nezikê dewleta Tirk e, bin destê
îstîxbarat û kontgerîllayê Tirk da ye.
Û tê zanîn, gelek endamên ITC, li Kurdistana Baþûr bi tawana
teror û kuþtinê hatine girtin.
Guman têda nine, li Kerkukê, piraniya teqandina bingeh
û trompelên Kurdan bi destê Tirkmenan, ku nokerê dewleta
Tirk in, endamên îstîxbarat û kontgerilla, þagirt û revîngên
riya Sabah Ketene ne, têne çekirinê...
Artêþa Bedir li Ýranê, bi alîkariya rejima Ýslamiya Îranê
hatiye damezrandin.
Leþkerê Mehdî tundrewê Þîa ye û nêzikê Îran e.
Pêyvendiyeka baþ di nava Leþkerê Mehdî û Tirkiyê da heye.
Di wan rojên dawiyê da, li navçeyên Kerkuk rêxistinên terorîst
û tundrewên Sunnî wekî “Ensarul Sunne, “Tevhîd”, “Cîhad”
pir çalak bûne, gelek endamên wan rêxistinan bi tawanê teror,
kuþtin û teqandinê hatine girtin.
Bi li berçav girtina bûyer û pêþhatiyên hanê, meriv dikare
bêje, ku rewþa navçeya Kerkukê wê aloztir be.
Her usa karê diplomasiya hikumeta Erdogan û çalakiyên Kontgerîllayê
Tirk, leþkêrkêþiya grubên Þîa û çalaktirbûna rêxistinên tundrewên
Þunnî, niþan didin, ku dijberî û tezatên wan di warên siyasî,
olî û çandî da çiqas kûr bin jî, derbareyê Kerkukê armanca
wan yek e. Ew dizanin eger rewþa navçe aloz be, xalên Desturê
nayên ci be cikirinê. Ji bona vê yekê jî, bona aloziya navçeyê
çi ji destê wan tê taxsîr nakin.
Halwest û kiryara neyar û nahezên deskevtiyên Kurdistana
Baþûr, derheqa Kerkukê yek e.
Ya Kurdan jî..
Ne tenê YNK û PDK, bîr û baweriya hemu partiyên siyasî yên
Baþûr, derheqa kêþeya Kerkukê wek yek e..
Lê belê nûçeyek, ku di rojnameyeka Baþûr da belav bû, bûyê
sedema nigeraniyê. Li gor nûçeyê hanê, gerîllayên PKKê, li
deverê Batufe û Seraniþê nahêlin, ku Hêzên Zerêvaniya Sînoran
herine ser sînor. Li gor nûçeyê, berpirsekê Hêzên Zêrewanî
gotiye, ku eger pirsgirêk bi giftugo çareser nebe, mecbur
in zorê bi kar bînin. Ango þer û pêvçûn di nava gerîllayên
PKKê û Hezên Zêrewanîyê da çêbe.
Rêvabirên PKKê, divê jibîr nekîn, ku sedemek ji sedemên
leþkerkêþiya dewleta Tirk û Îran li ser tixubên Kurdistana
Baþûr, germtirbûna pirsa Kerkuk e.
Ji ber vê yekê, eger rêvabirên PKKê nexwazin, nikarin an
newêrin bibine alîkar û piþtgirê desthilatiya Kurdistana
Baþûr, qe nebe nebine pêþîgir.
Ji bona vê jî rêvabirên PKKê, berê her tiþtê, divê rêz
li desthilatiya Kurdistana Baþûr û biryara wê bigrin, bingehên
xwe yên li ser tixuban çol bike, daku bahane nede destê dewletên
dagirker wekî Tirkiyê û Îran, ku zext û êrîþ li ser Kurdistana
Baþûr bikin..
Hemû Kurdên dilsoz û welatparêz dixwazin, ku PKK rûreþiya
xwe yên salên 1992, 1995, 2000 û yên din dubare neke.
Li ber dîrokê carekî din þermezar nebe.
|