”Heçi firqet nedi, hicran, nebê min dax û key lê ne
Ji bil derbêd-i hicranê, firaqa rûh û can kê da!
Ji her bêdax û bêderdi mepirsin mihneta iþqê
Çi zanin bêxeber, jana dilê dax û keser tê da!”
”Key” yani kewin, þewat. Belki her kes mana malika 2’yan fam neke; em binivisin: ”Ji bil derbên cudayiya ji yarê, kê giyan û canê xwe daye!” Peyvika ”mihnet”ê ya di malika 3’yan da Erebi ye, yani derd, bela, azar. Li vir tiþtê ji me ra pêwist ev e ku Melê gotiye ”ji bil”.
Melê di helbesteka xwe ya di da ji weha gotiye:
”Me ji bil husn û cemalê çi xerez!
Bê cemalê ji peyalê çi xerez!”.
”Xerez” Erebi ye, yani mexsed, daxwaz. ”Peyal” Farisi ye, yani qedeh. Melê daye zanin ku xeyn ji rindi û xweþikiyê çu mexsedeka wi tune, bê rindiyê ji daxwazeka wi ji qedehê tune.
Evdirehim Rehmi di pirtûka xwe ya helbeski ya bi navê ”Gaziya Welat” da di heqê çiyayê Cûdi û gelê Kurd da weha gotiye:
”Çiyayê Cûdiyê halen di nêva Cizreya Botan
Di etrafê çiyê kes nine eqwaman ji bil Kurdan”.
”Eqwaman” yani gelan, neteweyan. Wek ku diyar e, wi ji li vir gotiye ”ji bil” û bi wi awayi Kurd ji gelên di, ji neteweyên di veqetandine, daye zanin ku li wir tenê Kurd hene.
*
Kareki vê pêþbendikê ji berhevdan e, qiyaskirin e. Pêþbendik di vê rewþê da kesan, ciyan, tiþtan û wd dide ber hev, bi hev ra raqiyas dike û bi wi awayi ferqa rewþa wan, ferqa rûmeta wan û wd dide zanin.
Ehmedê Xani di beþê 21’ê yê ”Mem û Zin”ê da daye zanin ku Sitiyê û Zinê bi dayeya xwe ra ji Tacdin û Memê ra weha xeber þandine:
”Mizgin ji we ra, me hun qebûl in
Em ji ji we zêdetir melûl in”.
Wek ku diyar e, ”ji”yê li vir ji aliyê melûliyê ve her du keç û her du xort dane ber hev, bi hev ra qiyas kirine û numandiye, niþan daye ku melûliya her du keçan zêdetir e.
Siyahpoþ ji di ”Seyfulmulûk”ê da pêþbendik bi vê maneyê weha bi kar aniye:
”Bi ref ref ditin ew teþbihê qazan
Gelek xweþtir bû dengê wan ji sazan”.
”Teþbih” Erebi ye, yani wek, mina. Tiþtê pêwist ev e ku ”ji”yê li vir dengê wan û dengê sazsan dane ber hev û ferqa xweþbûna dengên her duyan numandiye, daye zanin ku dengê wan xweþtir e.
Peyveka me ya pêþiyan a pirr naskiri û têrnaverok heye; ew peyva pêþiyan ev e: ”Þam þekir e, welat ji Þamê þirintir e”. Wek ku diyar e, pêþbendika ”ji”yê li vir þiriniya welatê mirov û þiriniya Þamê dide ber hev û ferqa wan diyar dike, dide zanin ku welatê mirov þirintir e. Pêþbendikê di peyveka pêþiyan da ji weha ci girtiye: ”Ji devê mestir fil heye”. Di peyveka pêþiyan a di da ji weha: ”Ji didanan pêþtir lêv in”.(22)
*
Em bawer dikin ku bi minakên li jor diyarkiri, pêþbendika ”ji”yê hat naskirin û awayê karanina wê baþ zelal bû. Vêca ji em bala xwe bidin pêþbendika ”li”yê û wê bi xwendevanên berrêz bidin naskirin, di heqê wê da ji edebiyata Kurdi ya klasik û ji folklora Kurdi hin minakên pêwist pêþkêþ bikin.
Ev pêþbendik ji gelek kar û fonsqsiyonan tine ci. Gerçi kar û fonqsiyonên wê ne bi qasê yên pêþbendikas ”ji”yê ne, lê disa gelek in û cure cure ne. Em’ê li vir ji kar û fonqsiyonên wê ji çendên sereke bidin zanin û di heqê wan da ji edebiyata Kurdi ya klasik û ji folklora Kurdi hin wekokan niþan bidin.
Kar û fonqsiyona giringtirin a vê pêþbendikê, numandina ”bûyina li ciyek” e; yani ciyê kesek, tiþtek, ciyê qewimina bûyerek û wd dinumine, niþan dide, dide zanin. Mesela, mirov dibêje ”Ehmedê Xaniyê nemir li Bazidê wefat kiriye” yani ciyê qewimina wefata wi Bazid e. Minakek ji weha: ”Çiyayê Sipan li Kurdistanê ye” yani li Kurdistanê ci digire, ciyê wi Kurdistan e.
Melayê Bateyi di ”Mewlûd”ê da dema daye zanin ku Pêxember bi dayeya xwe Helima Sadiye ra peyiviye, ji devê wi ”li” bi vê maneyê weha bi kar aniye:
|