SAL: 6
HEJMAR: 141

20 Sibat 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Ji Amedê çend welatparêz çûn þîna Serdar Kaya

Navenda Nûçeyan-Heyetek bi qasî 15 kes ku ji siyasetmedar, rewþenbîr serok û birêvebirên komel û partiyan pêkdihat, di 15ê Sibata 2006an de li Amedê kom bûn û jibo sersaxiyê çûn navçeya Kercewzê û beþdarê þîna yek ji wan qadroyê PWDê Sabrî Torî(Serdar Kaya) ku li Silêmaniyê di encama êriþeke hovane de bi birêvebirê PWDê Kanî Yilmaz (Faysal Dunlayýcý) re hatibû kuþtin bûn.

Cîgirê Giþtî yê HAK-PARê Hasan Dadtekin, endamê meclisa HAK-PARê Vahît Aba, serokê þaxê bajarê Amedê yê HAK-PARê Ümît Tektaþ, Serokê Komeleya ÇÝRA Nevzat Karakeçi, endamên komisyona Gruba Xebatâ Kurd ya Neteweyî û Demokratîk Sebahatîn Korkmaz, Osman Karavil û Sidki Zîlan, parêzer Ferîde Laçîn, birêvebirê KURD-KOMê Îbrahîm Guçlu û hin endamên HAK-PARê û welatparêzên kurd beþdarê þînê bûn û serxweþiyê ji malbata wan re xwestin û vê êriþa hovane þermezar kirin.

Di þînê de him ji aliyê beþdarvanan ve û him ji aliyê xwediyên þînê ve bitaybet vê kuþtina hovane û bigiþtî jî, þerê birakujiyê hat þermezarkirin. Hêvî û daxwaz hatkirin ku dengên nerazibûnê bilind bibin daku rê li ber cîneyetên weha bên girtin.

Ji aliyê malbata Sabrî Torî (Serdar Kaya) ve hat eþkerekirin ku ji aliyê birêvebiriya þaxê navçeya Kercewzê ya DEHAP ve ji wan re hatiye gotin; “divê kesên bên þîna we, propagande û behsa rengê van kuþtinan nekin.”

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver