SAL: 6
HEJMAR: 141

20 Sibat 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Nuha jî sendîqavan bi qanûna 301ê tên cezakirin

Navenda Nûçeyan-Berê maddeya cezayê ya 301ê zêdetirîn li dijî ronakbîr, rojnamevan û siyasetmedaran, ji bo ku fikir û ramanên xwe îfade dikirin, dihat biharanîn. Nuha jî sendiqavan bi qanûna 301ê tên cezakirin.

Dadgeha Ceza ya Asliye ya Dêrsimê(Tunceli), ji ber ku daxuyaniyek daye û di vê daxuyaniyê de bi îdiaya “Hêzên eskeriyê çewisandiye” 6 meh cezayê zindankirinê dane Serokê Sendîqaya Mamosteyan ya tayê Dêrsîmê Henefi Bekmezci, herweha ji ber ku rexne li birayara paþveavêrtina Festîvala 6 emîn ya Munzûrê ya Çandî û Xwezayî, girtiyê sendîqavan Huseyin Ser, bi 6 meh cezayê zindankirinê hat cezakirin.

Dadgeha Ceza ya Asliye ya Dêrsimê(Tunceli), di 14ê Sebat a 2006 an de ji ber ku Serokê Sendîqaya Mamosteyan ya tayê Dêrsîmê Henefi Bekmezci, di derbarê kuþtina ajorê Teqsîyek ku ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatibû kuþtin û di wê demê de bûyerên ku li wê derê rûdabûn de daxuyaniyek dabû. Bi îdeaya ku di vê daxuyaniyê de “Hêzên eskeriyê çewisandiye” hat dadgehkirin û bi 6 mehan hat cezakirin.

Lê, Dadgehê halê wî yê baþ girt berçav û cezayê wî xist 5 mehan û ew jî vergerand 3 hezar perê tirk yê nû. Bekmezci, diyar kir ku wê vê biryarê bibe dadgeha bilind ya Tirkiyeyê. Ger li vir jî ev biryara cezayê pere sererast nebe, dê serî li Dadgeha Mafên Mirova ya Ewrûpayê bide.

Heman dadgehê, ji ber ku rexne di çarçoveya birayara paþveavêrtina Festîvala 6 emîn ya Munzûrê ya Çandî û Xwezayî de li waliyê(parêzgarê) Dêrsimê girtiye, Birêvebirê Sendîqaya Enerjî û Senaîyê Huseyin Ser, bi 6 meh cezayê zindankirinê hat cezakirin. Dadgehê vî cezayî jî, vergerand 3 hezar pereyê tirk yê nû.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver