Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), li ser kuþtina Endamê Serokatiya PWD-ê Kanî Yilmaz û endamê PWD-ê Sebrî Torî, di 14-ê Sebat a 2006 an de beyanek belav kir û kuþtina herdu welatparêzan bitundî þermezar kir. Beyana PSKê ya di vê derbarê de weha ye;
“Endamê Serokatiya Partiya Welatparezên Demokrat-PWD Kanî Yilmaz û endamê PWD Sebrî Torî, di encema êrîþeke terorîstî da, canê xwe ji dest dane.
PWD da xuya kirin, ku Kanî Yilmaz û Sebrî Torî ji aliyê Hezên Taybet ya PKK ve hatine kuþtin. Serokatiya PKK jî her wekî berê, bê deng e!
Rojnama û dezgeyên dinê yên nêzikê PKK, dibêjin, ku Kanî Yilmaz û Sebrî Torî, qurbanên nakokiya Botan û Kanî ne. Lê belê belgeyên heyî, destniþan dike ku navniþana vê karê kîrêt PKK ye.
Hemû kes dizane ku eva cînayeta yeka ya PKK nîn e. Ji roja damezrandinê heya îro, PKK tehamula muxalefeta navxwe û derweyê xwe nekir. PKK êrîþê wan kir; kuþt û birîndar kir..
Ji cuda bûna PWD ji PKK vir da, Kanî Yilmaz û Sabrî Torî qurbanên pênca ne. Berê jî li Musulê Suphan Rojhilat, li Silêymanî Kemalê Sor, li Amedê Hikmet Fidan ji aliyê PKK-ê ve hatibûne kuþtinê.
Eger gelê Kurd, hezên welatparêz û demokrat, dijî vê siyaseta Kurdkuj ku xizmeta dagirkeran dike, dengê xwe bilindtir nekin, karwana qurbanên vê siyaseta PKK-ê wê dirêjtir be.
Ji ber vê yekê;
- Careke dinê banga hêzên welatparêz û demokrat dikin, ku li dijî vê siyaseta PKKê dengê xwe bilind bikin.
- PKK, divê dev ji vê siyaseta kirêt û Kurdkujiyê berde, xwîna welatparêzan nerijine.
- Divê Hikumeta Kurdistanê tawanbaran derxe meydanê û wan bide dadigehê.
Em wekî PSK-ê, serxweþiya xwe pêþkeþê PWD-ê û malbata Kanî Yilmaz û Sabrî Torî dikin.
Ruhê wan þad, ciyê wan bêhiþt be