SAL: 6
HEJMAR: 141

20 Sibat 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Parlamentoya Kurdistanê li dijî fetwaya Merîwan e

Merîvan Helebçeyî ragihand ku wê fetwaya ku hin aliyê îslamî dane ji bo kuþtina wî tiþtekî çaverêkirî bû ”Ji bilî wê fetwayê tiþtekî din ji hizbên îslamî nayê çaverêkirin, çimkî ew tenê zimanê agir û hesin dizanin tu islûbeka wan a din tuneye”

Merîwan Helebçeyî ku li ser nivîsandina kitêba ”Jin Seks û Þer’ le mêjûyî îslam da” ji bal çend hizbên îslamî ve fetwaya kuþtina wî hatiye derxistin, di çavpêketineka li gel Aso de wiha got ”Grûbên îslamî di îflaskirirna fikrên xwe de helbet hin fetwayên wiha didin.”

Di mesela wê êrîþa li ser wî ku dibêje ”Eger Merîwan poþman nebe û dadgeh li gor þerîetê sezayê wî nede divê bê kuþtin”, Helebçeyî ducar kir ku ”eger hizbên îslamî xeyal dikin ku bi qîr û hawar qîjeqîjê min û hemû Merîwan Helebçeyiyên din ji karên cidî û lêkolînin bepêz û azadîxwazane poþman bikin ew xwe dixapînin” û lê zêde kir ”ji bo ku lêkolîna min qise li ser kulturekê dike ku tê de meriv tên çewsandin ez ne poþman im û her li ser karê xwe ez berdewam im.”

Mehemed Akreyî serokê Yekîtiya Zanayên Ayînê Îslamê ê Hewlêrê ku ew jî beþdarî xwepêþandana Hewlêrê a dijî karîkaturan bûbû ragihand Asoyê ku ew wek Yekîtîya Zanayan ”Ligel êrîþ û kuþtina kesî nînin û pirsa Merîwan Helebçeyî divê di riya dadgehê re bê çareserkirin”

Þêrwan Heyderî serokê grûba parlamentoya Kurdistanê a PDKê di þiroveyekê de ji bo Asoyê ragihand ku ”Parlamento li gel wê nîne ku fetwaya kuþtina tu kesî bê dayin û pirsgirêk divê bi dadgehan û bi riyên qanûnî bên çareserkirin.”

Wek tê zanîn Sendikaya Rojnamevanan jî li dijî fetwaya li hemberê Merîwan Helbçeyî derketibû û diyar kiribû ku ev pirs divê bi riya dadgehê bê çareserkirin.

Merîwan Helebçeyî bi xwe li dijî dadgehkirina xwe ya li hember dadgehên niha ên Kurdistanê rawestiyabû û wî gotibû ku dadgehên niha ên Kurdistanê hîn jî bi qanûnên dewra Saddam tevdigerin ku ew jî xwe dispêrin þerîeta îslamê. Merîwan Helebçeyî gotibû ku ew amade ye ku derkeve hemberê dadgeheka azad a mafparêz.

Li Kurdistanê dest bi kampanyaya îmzekomkirinê jî hatiye kirin ku fetwaya li hemberî Merîwan Helebçeyî bê protestokirin.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver