YNK biryar da ku ji bo cîgirê serokwezîrê hukumeta Kurdistana Federe, serokwazîrê niha yê îdareya Silêmaniyê Umer Fetah destnîþan bike.
YNK di civîna xwe ya komîteya navendî de ya ku ev du roj in li Bexdayê berdewam e biryar da ku ji bo cîgirê serokwezîrê hukumeta Kurdistana Federe, serokwazîrê niha yê îdareya Silêmaniyê Umer Fetah destnîþan bike.
Demeka berê ji bal berpirsê PDK hatibû diyarkirin sedemê avanekirina hukumeta yekbûyî ya Kurdistanê a heta niha ew e ku YNK hîn berbijêrê xwe yê ji bo cîgirê serowezîr destnîþan nekiriye. Bi diyarkirina Umer Fettah navên ji bo hukumetê hêdî hêdî zelal dibin.
Wek tê zanîn Nêçîrvan Barzanî ji bo serokwezîrtiyê hatiye nîþankirin.
Li aliyê din Kosret Resûl Elî jî ji bo cîgirê serokê Kurdistanê hatiye berbijêrkirin. Serokê Kurdistanê dibe Qumandarê Giþtî yê Hêzên Pêþmergeyên Kurdistanê û cîgirê serok jî dibe cîgirê qumandar.
Wek tê zanîn li ser esasê lihevhatina navbera YNK û PDK serokê Parlamentoya Kurdistanê jî Ednan Miftî ye û ew ji YNKê ye, cîgirê serokê parlamentoyê jî ji PDK Kemal Kerkûkî ye
(Netkurd)