Xûþk û birayên hêja,
ji xwe heta vêga gelek kesên xerîb, Êzdî û rizgarîxwazên Kurdîstanê li ser vê mijara "Êzdîtî û Zerdeþtî"yê nêrîna xwe gotine. Ez jî niha dîsa li goriya Êzdî nasîna xwe dibêjim, ji ber ku Xwedê û Tawisî-Melek ev dinya bi haveynî mirovatiyê ji bo me hemî giyanderan meyandine, ew nahêlin tucarî ev haveynê binirix û giringiya mîtolojiya Ezdahî(Êzdiyatî)yê di tu bedîlan de ji nava ruh(giyan) û serên rûhaniyên ku têne serê vê dinyê û diçin de jî derkeve. Bi dîtina min, ev mîtolojiya me gelekî kûr û giring e, her weha kêm meriv mane û hene ku ji vê fîlozofiyî û mîtolojiya kevnar fahm dikin. Tiþtê ez li ser vî babetî dizanim (birêne li lêkolîna min e ÊZIDIYATÎ HAVEYNÊ MIROVATIYA MEZOPOTAMIYA NE di : www.lalish.com, http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ezdiyati-haveyne-mirovatiya-mezopotamiya.html, http://www.efrin.net/kurdi/nivisar/2004/12/12-2.htm,www.ezdixane.com,www.denwan.de, http://www.duhok.net/lalish/L2_17.PDF,û hwd.) û dibînim, em Êzdî vêga hêjî di nava zargotinên xwe de wê li ser vê mijarê weha dibêjin:
"Hawê Xwedê û Tawisî-Melek gelek in,
-Ev dinya ne malê tu beþerî ye,
-Tenê Xwedê û Milyaketên xwe dizanin bi kiryar(emel), xêr û þerên kî baþ in anjî xirab in,
-Xêr û þer tev ji ba Xwedê tên,
-Tawisî-Melek pîrê afirandina ol û erkanên me Êzdiya ye,
- “Þêx Adî û Tawisê Melek û Êzî yek in
Hûn maneya ji yekê nekin
Ew zû mirazan hasil dikin”(Ji qewla kanîya maran),
- Þikir ji Xwedê re em Êzdî ne û hwd.ê"
Ez ji tecrûba xwe dizanim, dema evdek bixwaze vê dewlemendiya fîlozofî û mîtolojiya Êzdiyatiyê nasbike anjî bide nasandin, divê ew berî her tiþtî xwe hinekî fêrî qewl, duha, çîvanok, xizamok, rê û resmên Êzdiyatiyê bike û ji wan fêm bike. Belê, ez bixwe jî hîna ji gelek van qewl û duhayên me yên ku min li xwarê navên wan birêzkirine fahm nakim, lê ez dizanim ev di gelek pirtûk, kovar, rojname û malperên me Kurd û Êzdiyan de hatine tomarkirin û ew hêjî têne weþandin.
-navên hinek qewlên me ev in:
Afirandina kinyatê,
Aþê Hubetê,
Behra,
Birayîm Pêxember,
Çakê me bi ser de,
Çi sibeyeke tari ye,
Cimcimî Siltan,
Derwêþ Adem,
Miskîno jaro,
Miþtaqê sê borim,
Qiyametê,
Þeq serî,
Þerfedîn,
Meha,
Sermerg,
Þêþimis,
Þêx Adî û Mêra,
Þêx Aqup,
Þêx Mend
Þêxê Hesen Siltane
Þêxûbekir Þaxa; 1,2,3,4,5,
Silavên Melik Fexredîn,
Þûrê rastiyê,
Tawisî- Melek,
Zebûnî Meksûr,
Bore Bore
Çi sibeyeke tari ye
Dewrêþ-Qatanî
Dil û Aqil
Êzdî I û II
Husêyînî Helac
Keniya Mara-
Koçekan
Mirîdaniyê
Þêx Ereb begê Entûsî
Þêxê Slêm-
Þêxfexrê Zergûn
Sibakê ji Edawiyan
Senceqa .....
û hwd.ê hene
Ez timî dibêjim, eger rizgarîxwazên Kurdîstanê û dîroknasên olan karibin vê xizna di ilmê Kurdên resen de þîrove bikin, hingê pêwîstiya ku meriv here Kurdîtî û Êzdiyatîyê ji ber pênûs û çavkaniyên xerîban nasbike namîne.
Vêca ez naxwazim gotinên xwe zêde bikim. De werîn ka em bi hev re îro dîsa bala xwe bidine ser van gotin û hevokên ku di vî qewlê afirandina dinyayê de hatine bikaranîn birênin, ez bawer im di vî qewlê ku ji ber heftê û dû fermanan û bi xêra xwîn û berxedana bav-kalên me xelasbûye de kevnariya ola Êzdiyatiyê ye bi gelek hezarên salan dide tê kifþkirin.
„Qewlê afirandina dinyayê
1. Ya rebî dinya hebû tarî
Tê da tunebûn miþk û marî
Te zindî kir taze halî
Çû nema gul jê barî
Ya Rebî tu hostayê kerîm î
Te vekir rê û derba tarî
Tu hostayê her tiþtî
Bihuþt çêkir renge bî
2. Erd û ezman tunebûn
Dinya fireh bê bin bû
Însan û heywan jî tunebûn
Te xak saz kir
3. Di behran de tenê hebû dur
Ne dimeþiya, ne dipeþiya
Te xweþruh anî ber
Nûra xakê peyda kir
4. Goþt û ruh hatine ber
Nûra çavan lê hate der
Dest û pê kire leþ
Lê þêrîn kir got û bêj
5. Xwedawendê me hostayê rehmanî
Rê û dergeyê dinyayê vekir
Her tiþt ji me re deranî
Bû buheþt erd û avanî
6. Xwedawendê me tiþtî dinase
Dura kasê jêre kir esas e
Jê peyda kir mêrê xas e
Got:"Eve heq nebes e"
7. Dur ji heybeta Êzdan hincinî
Taqet nekir hilgirî
Ji rengê însan xemilî
Sor û sipî lê hêwirî
8. Êzdanê me bi rehmanî
Hisin û cemal ji me re anî
Destûr da qelemê qudretê
Em avêtin nav sira muhbetê
9. Hêvên havête behrê, behir pê meyanî
Dûmanek jê derxwenî
Çardeh tebeqên erd û ezman pê nijinî
Êzdanê me dur deranî
10. Muhbet avête nav e
Jê peyda kir du çav e
Jê herikî pir av e
Av ji durrê herikî
Bû rê û bê derî
11. Êzdanê me ser behrê gerî
Êzdanê me gemî çêkir
12. Însan, heywan, teyir û tû
Cot bi cot li sefînê siwar kir
13. Xwedawendê me sefîne ser e
Serekî digere çar kinar e
Sefîne qul bû, av kete ser e
Marî dûvê xwe dana ber e
14. Xwedawendê me gemî ajot
Ji kinar ço ber kinar e
Ajote Laliþe got."heq war e"
Siltan Êzî xweþrêber e
Laliþkurkî beþer e
Niha êzdî jê xeber e
15. Ya Rebî bang dikim þêxê mezin
Çavkanî av jê dizên
16. Ya Rebî te dinya çêkir, dinya bixêr
Însan têda dijîn bi têr
þevên reþ, þevên tarî
Cî nema gul jê barî
17. Xwedawendê me kerîm û rehman
Kire rikin erd û ezman
Da ber me ruh û ziman
18. Xwedawendê me rebil semed
Afirandin heft milyaket
Cuda kir dojeh û buheþt
19. Xwedawendê me erd çêkir, ezman guhastin
Micalê erdê birastin,
Nobeta qeza guhastin
Li gunehbaran bû ruhistin
20. Çiqas xwedawendê me dinya kir sefer e
Sixir dikir dar û ber e
Pê nijinî riknê mexiber e
Laliþ jor de anî xwar e
Laliþ bû xweþcî û war e
Li erdê þîn bû nebat e
Pê zeyinî, zendî kinyat e
21. Xwedawendê me rehmanî
Çar qisim ji me re danî
Pê dilovan Adem nijinî
22. Xwedawendê me rehmanî
Çar qisim li rûyê dinê danî
Yek av e, yek nûr e *
Yek ax e, yek jî Agir e
23. Xwedawendê me bi rehm e
Diyar kir þaz û qidûm e
Hêvênê Adem hevsûr zor tixûm e
Hevsûr geriya, hat hindav e
24. Qalibê Adem mabû bê gav e
Go:"Ruho çima naçî nav e"
25. Xwedawendê me qudret e
Zeyandî çiqas xuliyaqet e
Jêra çêkir doje û cinet e
26. Xwedawendê me erd çêkir, ezman guhastin
Mecalê erdê birastin, nebeta qeza rastin
Ji însan qencîtî xwestin
Laliþ ji ezman dihate
Li Erdê þîn dibû nebat e
Pê cêyiran çiqas qinyat e
27. Xwedawendê me înê kir esas e
þemiyê biriye kiras e
Çarþemê kir xilas e
28. Heft sed sal paþhevsûr hat dira nikas e
Heft sed salî berî Adem jimar e
Erdê xiyar e negirtî þiyar e
Heta Laliþa nûrîn di nav de hinar e
Û bang da ruh hedirî
Hat û ço buhirî
Nûra muhbetê hingivte serî
Hat û di qalibê Adem de hêwirî
29. Xwedawendê me rehmanî
Kasa sirê ji Adem re anî
Av ji kasê vexwar, vejiya
Cîda mest bû hejiya
Goþt jê xwest wê ruhê
Xîret kete nav serî
Xwîn li canê wî gerî
30. Adem Xwar ji wê kasê
Sira kasê xweþ lê tê
Kerameta kasê gehiþte buheþtê
Milyaketan bi milê wî girt û avêtin buheþtê
31. Adem ji kasê vedixwar e
Kerameta kasê pê ve diyar e
Xak pê nijinî, bû hiþiyar e
Got:"Ev erd çî xweþ e"
Giyayê þîn sergeþ e
Roj roja mêrê keleþ e
32. Xwedawendê me rehmanî
Ji me re keremek anî
Dem û dezgehê baþdanî
33. Hey Ademo rûdinê
Her dem bike îmanê
Xwedawendî em xilas kirin ji tofanê
34. Gelî mirîdan bikin karî
Xêra qudretê ji jor barî
Xwe dûr bikin ji neyarî
35. Kerameta xwedawendê me hate xwarê
Erd û ezman didin xêrê
Hûn jî bibin xwedanê xêrê
Qet ji bîr neken vê xeberê “1
Weke ku ez di qewlê afirandina kinyatê de dibînim(birêne li Xidir pîr Silêman, Êzidyatî-Çapa sala 1996.Rûpel:40 sebeqa 5 an) û tê gotin, divê li þuna gotina "nûrê" baye bê danîn.
Vêca ka hûn xwandevanên hêja jî bibêjin,
gelo çima emê bibêjin "bingeha dînê êzdatiyê, divê di nav dînê civaka Îndo-Îranî de bê lêkolandin"?
Çima "gotina "êzîd", ji gotina Avêstayê ya „yazata“ tê"?
Ka li kurê, "de çîya ji pûrta Teyrê Sîmir, û hewa jî ji hilma (nefes) wî afirî ne"?
Çima em Êzdiyê" xof û loma ji êzî ji Melekê Tawus re rêz " negrin?
De ka hûn hêjayan bibêjin, bê di ilmê kîjan olê de ev
"Xwedawendê me rehmanî
Çar qisim li rûyê dinê danî
Yek av e, yek Baye
Yek ax e, yek jî Agir e"
sebeqa qewl hatiiye û hêjî tê gotin?
Çima merivê bi ”Azazîl" Tawis-Melek bikufirê û bibêjê: "Þ.......”?
Gelo çima heta îro hêjî hinek kesên biyanî û Kurd ku ji xwe re dibêjin „ez rewþenbîr û nivîskar im“ û bi teybetî jî di nava netewa rizgariya Kurdistanê de ne, naxwazin Êzdîtiyê weke oleke serbixwe nasbikin?
Û ew hêjî weke merivê ku aqlê wî ne ji kîsî wî be li pey "fetwa"yên ku me Kurdên resen qirkirine dîçe û ji Êzdiyan re dibêje "Þe....., Sa..... Mê..... ûhwd." û vê gotinê(Þe.......) bi Êzdiyatiyê ve girêdidin?
Kes ji we birêzan dizane bê çiqas bav-kalên me Êzdiyan ji ber ku ewan ev gotina xebera(Þe.......) xirab e li dijî hebûna rahma Xwedê ye negotine, hatine kuþtin anjî ew bi darê zorê ji dînê wan derxistine?
Gelo ne ji ber vê zilm û zora dagirkerên welatê me ye ku kesek ji me Êzdî, Kurd û Biyaniyan hew dikare êdî di derheqê hêjmara sax û þehîdên Êzdiyan de agehdariyeke rast bide?
????????.....û hwd..
Ez bixwe gihîþtime vê baweriyê û dibêjim, divê malper, partî û rêxistinên Kurdan jî êdî rê nedine leystik û çewtîtiyên dîrokî û ew êdî nehêlin di çapemenî, partî û rêxistinên wan de ol û polîtîk tevlî hev bivin. Çewa ew di partî, rêxistin û çapemeniya xwe de hirmetê didine Musilmanetiyê, Xiristaniyê......û hwd., gerek ew wisa jî, hurmetê bidine hemî olên li Kurdistanê û Êzdiyatiyê jî. Heta em weke gotî hurmetê nedine bîr û baweriya hevûdinê, emê nikaribin weke xelqên li cîhanê azadiyeke weke hevûdinê û TIFAQeke NETEWÎ jî rast biafirînin. Gava hêjî hinek merivên ku vê fikra min rast nebînin hebin û ew dixwazin hêjî li pey çîrok û metelokên dagirkerên welatê xwe herin, bila herin. Lê, bila ji kerema xwe re bi dînê me nekufirin û bêhêlin her kes ji me li goriya bîr û baweriya xwe azad bijî.......
Dawiyê de rêz û hurmeta min ji bo fikra we hemû xûþk û birayên ku beþdarî vê guftoge(mûnaqaþe, gengeþe...)yê dibin-bivin hene û ji hemî kesên weke birêz Receb Dildar ku azadiya me diparêzin re jî spasiyên xwe pêþkêþ dikim.
Ez bawer im berhevketina me dê bibe serkevtina me !