Xalê Heme merheba.
Pirseke min heye.
Erê gelo çima Pilotê firokê li pêþya firokê da ye.? Bi rastî ez difikrim ya otomabîla dibê li pêþyê be ku ji rîya xwe dernekeve û li kesê nexe, lê baþe li hewa firoke difire, pilot dikare li paþya wê jî rûne. Erê gelo nabe? Xal Heme tu kerema xwe min agadar bike ew çi meseleye.
Mistefa lerzokê cigarekêþ
Taxê jêr li Tuncelî ê.
Bersîv
Xwelî li serê te û babê te be Mistikê lerzok û hinavrizî. Ev jî pirse, kuro ha? Qey tu henekê xwe bi min û rajyona min dikî lawo? Haaaaa, heyî gidî kurê gidî. Heyî min E-Maîleke dirêj tev niviþtîyeke sê goþe di qu……te ra þandîyo…… hwd.
Baþe em bêne ser pirsa te ya bê mena û xalî û pirkefik lawo..
Ew çi gotine yabo pîlot çawa li piþta teyar ê da rune, ma dibe serê te li pêy quna te bê? Bê guman tu, wê çavên xwe boq bikiyî û bêjî; Nexêr.
Belê li esmanan da jî lêmpên tirafîkê hene, rengên wan ne sê rengin hema her sorin. Dema ku pîlot li pêþyê da rudine tev hostêsa xwe, dest bi leyîztika tawlê dikin, eger þeþ bêþ yan jî
çot þeþ hat wê demê pîlot dest bi sitirana Narînê dike. Her wekû þemdîn begê roj TVyê. Aha wî demî lempa sor vêdikeve û teyra ku li hemberî wana da difire, destê xwe li hevdû di hejînin û xeber û dujinên xirab û reþ li hevdû dikin. Eger pîlot li paþyê be wî demî rêving, ber bi xeberên xirab û kirêt dikevin.
Misto hey kero, kuro tu newebî bibîye Pîlot ha, her ya baþ ewe ku tu hema binkên cigara kom bike û cot cot bikêþî nava hinavên xwe yên rizî û li kolanên Dêrsimê bisimsime. Ha ez evê jî bêjme te, kurê xatunê navê bajêrê te nê Tuncelî ye lawo. Ev nav dema ku Misto korê tirka seyîd Rizo li sêdarê dan ew nav lê kirine yanî mistapolayî. We diyare ku te jî mistapolayî xwarî ye.
Heeeeer her mistiko mistiko xwelî li serê te kiro.......