SAL: 6
HEJMAR: 141

20 Sibat 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Heyeta Hamasê bidizî hat Enqerê

Navenda Nûçeyan- Heyeteke birêvebirên Hamasê, di bin serokatiya Xalid Meþal de di 17ê Sebata 2006an de ji bo hin pêwediyên veþartî hat Enqerê. Piþtî hilbijartina Filistînê, birêvebirên Hamasê, yekemîn ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hatin vexwendin.

Wek tê zanîn demek berê li Filistînê hilbajartin çêbû û di encama hilbijartinê de Hamas biserket û bû partiya yekem û wisa diyar dike ku di pêþerojê de wê Hamas, hikumeta Filistînê ava bike. Heyeta ku di bin serokatiya Serokê Buroya Siyasî yê Hamasê Xalîd Meþal de hat Enqerê, ji þeþ birêvebirên Hemasê pêktê. Yên ku di vê heyeta Hamasê de ne evin; Xalîd Meþal, Imad Galad, Nanûk Alamî, Samî Naf Xatir, Mihemed Ahmed Abîd Al û Mistefa Ahmed.

Rayedarên Wezareta Karê Derve yên Tirkiyeyê, hatina endamên Hamasê herê kirin lê dan zanîn ku ji alî Wezareta Karê Derve ve tu vexwendinek ji Endamên Hamasê re nehatiye kirin. Herweha Rayedarên Wezareta karê derve ya Tirkiyeyê dan xuyakirin ku heyeta Hamasê, bi ihtimaleke mezin, ji aliyê AKPê ve hatiye vexwendin. Herçiqas birêvebirên AKPê eþkere kirin ku haya wan ji vexwendin û hatina vê heyetê tine jî, lê ev gog ya agir, di çend destan de geriya û hat ket hemêza Mehmet Dulger (Berpirsê kar û barê devre yê AKPê) û Mîr Dengîr Firat (Cîgirê Serokê Giþtî yê AKPê).

Hatina heyeta Hamasê, him ji aliyê Îsraîlê ve û him jî ji aliyê Emerîqayê û yekitiya Ewrûpayê ve bi tundî hat þermezarkirin û ev du roj e ku di navbera rayedarên van dewletan û Tirkiyeyê de pêvendiyeke gur ya telefonê tê kirin.

Ev vexwendina veþartî, herçiqas ji aliyê rayedarên dewletê û hikumetê ve nehat qebûlkirin jî, lê ji aliyê rojnamevan û nivîskar Cengiz Candar ve hat piþtrastkirin ku ev heyet ji aliyê Wezîrê Karûbarê Devre yê Tirkiyeyê Abdulah Gul ve hatiye vexwendin û jê re hatiye gotin ku divê ev vexwendin, bi dizî were hêþtin.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver