Li Amedê, “Sempozyuma Parastina Hiskêfê” pêk hat. Senpozyuma ku ji aliyê Yekitîya Þaredaryên Baþûrê Enetoliyê(Þaredariyên bajarên Kurdan) ve hatibû amadekirin, wê du roja dom bike.
Sempozyuma Parastina Hiskêfê ku ev roj(18 02 2006) li Salona Þaredariya Mezin ya Amedê pêk hat, hejmareke mezin ji akedemîsyen û nûnerê saziyên siwîl, wê li ser rewþa parastina Hiskêfê gengeþî bikin û pêþniyarên xwe yên bo çareserkirina parastina wê pêþkêþ bikin.
Li gel hejmareke mezin ji nûnerên saziyên siwîl yên Amedê, Serokê Þaredariya Mezin ya Amedê Osman Baydemîr, Serokê Þaredariya Batmanê Huseyin Serokê Þaredariya Hiskêfê Abdulvahab Kusen, Kalkan, Serokê Þaredariya Erxaniyê Nadir Bingol, Serokê Þaredariya Þirnaxê Ahmet Ertak , Serokê Þaredariya Bajarê Nû ya Amedê Fýrat Anli, Serokê Þaredariya navçeya Kayapinar ya Amedê Zulkuf Karatekin û Serokê Partiya Civakî ya Demokratîk ya Tayê Amedê Ahmet Cengiz beþdarê vê civîna sempozyomê bûn.
“Têkliyê Hiskêfê nebin”
Civîna sempozyumê biaxaftina Serokê Þaredariya Mezin ya Amedê Osman Baydemîr dest pê kir. Baydemîr di axaftina xwe de balkiþand ser girîngiya kevnewarê Hiskêfê û weha got; “Tu nirx û destkeftinek qasî ku mirov, ev mîrateyê dîroki ya Hiskêfê tinebike, xwedî rûmet û giranbihayek nîn e. bina tu kes têkliyê Hiskêfê nebe.”
Baydemîr di berdewamiya axaftina xwe de eþkere kir ku ji 10 salan vir ve ye gelê vê herêma hewl dide û berxwe dide ku mîratekî weha dîrokî di bin bendavan de nemîne. Baydemîr, “ji %90 gelê vê herêmê naxwaze ev der di binê avê de bifetise. Me û xelqê vê herêmê heta nuha hewldan û rê li ber girtin ku ev kevnewar di binê avê de nemîne. Lê ev xelq wê ji nuha û pê ve jî vê tekoþîna xwe berdewam bike daku Hiskêf dibinê avê de nemîne.”
Di sempozyumê de di panela yekemîn de Dekanê Zankojya Selþûqê û Serokê Komeleya Erdkologan Prof. Dr Ehmet Tirpan, Serokê Erdkologa Hiskêfê Prof. Dr. Abdulselam Uluçam û Serokê Birêvebiriya Weqfa Dirokî Orhan Sili eli ser rewþa Hiskêfê axifîn. Sempozyum, wê sibê jî dom bike.