SAL: 6
HEJMAR: 141

20 Sibat 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Gruba Xebatâ Kurd ya Neteweyî û Demokratîk;
“Kuþtina Kanî Yilmaz sûcê li dijî mirovatiyê ye”

Gruba Xebatâ Kurd ya Neteweyî û Demokratîk, kuþtina Kanî Yilmaz (Faysal Dunlayici) bi þêweyeke tundî þermezar kir. Grubê, hemû êrîþên li dijî cudabûna fikir û cînayetên sîyasî wekî sûcê li dijî mirovatîyê da xuyakirin.

Li Amedê, Gruba Xebatâ Kurd ya Neteweyî û Demokratîk, kuþtina birêvebirê PWDê Kanî Yilmaz û yek ji kadiroyê PWDê Sabrî TORÎ (Serdar KAYA) wek kuþtinek hovane dan xuyakirin û kiryarên vê qetilkirinê þermezar û leenet kirin.

Gruba Xebatê daxuyaniya xwe weha dom kir;

Berpirsê PKK yê Ewrûpa yê berê û damezrêner û yek ji rêvebirên PWDê Kanî YILMAZ (Faysal DUNLAYICI) û hevalê wî serbazê gerîlla yê berê Sabrî TORÎ (Serdar KAYA) roja 11. 02. 2006’an li Kurdîstana Baþûr li bajarê Sileymanîyê bi hêrîþeke terorê ko tranpêla ew tê de ji dûrve bi qumandayê hate peqandin jîyana xwe ji dest dan.

Li gor agahîyên PWDê, hêrîþ ji teref PKKê de hatîye pêkanîn. Wexta ko mirov li qetilkir! ina wan kesên ko ji PKKê veqetîyabûn wekî Sîpan ROJHîLAT, Kemalê SOR, Hîkmet FÎDAN û îro jî Kanî YILMAZ û Sebrî TORÎ dinêre û þopa PKKê ya li dijî muxalîfa heta îro û nasnama sûçdarên cînayeta Kemalê SOR û Hîkmet FÎDAN û agahîyên di dosyayên wan yên di derbarên cînayetan de û tehdîtên rêveberiya PKKê li dijî PWD’yîyan tîne kêleka hev tu gumanê lê nayê kirin ko PKKê ew nekuþtibin.

Kanî YILMAZ û hevalê wî Sebrî TORÎ, ji xwe heyata xwe di riya azadîya miletê Kurd de bexiþandibûn. Di wê manê de mirov dikare bêje jîyana wan heta nuha zêde jî bûye. Belê, kuþtina bi namerdî û bi destê wan “heval”ên ko demekî bi hevre qede! ra xwe parvedikirin bi tu hawakî nayê qebûlkirin.

Em wekî Grûba Xebata Kurd ya Neteweyî û Demokratîk, mafê jîyanê ji bo her kesî pîroz dibîn in û dîyardikin ko heqê rexnekirinê nebe ne fikir ne jî mafê fikra azad dimîne. Û hemû êrîþên li dijî cudabûna fikrê û cînayetên sîyasî wekî sûcê li dijî mirovatîyê dipejirîn in.

Di vê manê de, em carek din destnîþan dikin ko;di þexsîyeta Kanî YILMAZ û Bedrî TORÎ de ya hatîye qetilkirin welatparêzî û wijdanê Kurdayetîyê ye.

Bi vê wesîlê em evê cînayetê bi tundî rûreþ dikin û li herkesî belê li herkesî bang dikin ko berî dor were ser wan helwesta xwa li hamberî van qatilkirina nîþan bidin.

Rihê wan þad, serê malbat, heval û miletê Kurd saxbe.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver