Navenda Nûçeyan-Ji ber ku kevnewarên Hiskêf di binê Bendava Ilýsû yê de nemîne, her þêwe nerazîbûn û pirotestokirin dom dikin. Ev camêrê bi navê Osman Akkuþ (ku bi nasnavê Don Kiþot tê naskirin) li ser piþta hespê, nerazîbûna xwe eþkere dike ku kevnewarên Hiskêf di bin avê de nemîne.
Osman Akkuþ, di çerçevoya ger a xwe ya nerazîbûnê de diyar kir û weha got; “Hiskêf, zembîl nîn e ku mirov wê, ji ciyê wê hilde û bibe.”
Rojnamevanê kevn Osman Akkuþ ku bi nasnavê Don Kîþot hatiye naskirin, li Amedê, li Taxa Ofîsê li ser piþta hespê xwe, ji bo pêþîlêgirtina çêkirina Bendava Ilýsuyê ku wê kevnewarê Hiskêfê di binî de bimine, daxuyaniyek belav kir. Osman, di daxuyaniya xwe de balkiþand ser girîngî û hêjahiya kevnewarê Hiskêfê û xwest ku herkes lê xwedî derkeve. Osman, “Hiskêf, bi 10 hezar sal kevnariya xwe ya dîrokî, mîratê hevbeþ yê mirovatiyê ye.em destûr nadin ku av wê daqultî ne.”