Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustî ya Tirkîyeyê, newekhevî navbera bajarên Tirk û Kurdan de nemaye. Li gorî wê daxuyane hejmara nexweşxaneyan li bajarên Kurd nekafî ye û li gorî herêmên din a Tirkîye kêmtirin nexweşxane di bajarên Kurdan de heye. Hejmara nexweşxaneyan di bajarên Kurd de 67 ye. Herêma Marmara ku tê de bajarên wek Stembol, Izmît û Bursa hene nav herêman de xwedîya zêdetirin nexwşxane ne. Li herêma Marmara 334 nexweşxane heye.
Li gorî îstatîstikên Wezareta Tendirustî, sazgehên li bajarên Kurd ku jê re "Malên Tendirustî" tê gotin, ji ber ku kafî peywirdar tune ne, bi gelemperî vala disekinin û nikarin wazîfeyên xwe bi cih bînin.