Navenda Nûçeyan-Ji ber salvegegra rojên çîrokan ya dinyayê, Yekîtiya Þaredariyên bajarên Bakurê Kurdistanê û Þaredariya Amedê pêkve hin çalekî li darxistin û ev rojê pîrozkirin.
Çalekiyên rojên çirokan bi panelek dest pê kir. Panel li Salona Konferansa mala mêvana ya Þaredariya Amedê, bi xwendina çîrokan destpêkir. Çîrok bi zimanê kurdî û tirkî hatin pêþkêþkirn. Hejmarek mezin ji hezkiriyên wêje, çîrokan beþdarê vê panelê bûn.
Panel, bi axaftina nûnerê Komeleya wejekaran ya Amedê Muharem Erbey destpêkir. Erbey di axaftina xwe de behsa girîngiya çîrokan di xurtkirina wêjeyê de kir û weha got; “ çîrokek her mirovî heye.” Em li dijî þeran, hevkarên aþtiyê û aþtîxwaz in. Em dixwazin bi çalekiy3en weha kulturî, hevhengî û xweþevîstiyê xurtir bikin.”
Erbey, ragihand ku bi çalekiyên weha armanc ew e ku di navbera mirovan de kultura axaftin û diyalogê pêk bînin û weha got; “divê çudatiya hîs û ramanên mirovan bi alîkariya çîrokan berhev bê, divê hêz bide hunerê, wêje, mirov, rihê mirov, þeweyê jiyana mirov, serûweniyê, felsefê, ragihandinê, çureyên ramanan. Heweha divê çirok, aþtî, dostaniyê, evîndarî û biratiya navbera mirovan bikemilîne.”
Civak ziman, ziman jî civakê diafirîne
Paþê, panel di bin îdarekirina parêzer Sedat Yurtdaþ de li ser babetên wek, nivîskar Hasan Kaya “ Çîrok û Werger”, nivîskar Adnan Binyazar “Çîrok û Amed”, nivîskar Yekta Kopan “Çiroka Modern” nivîskar Lal Laleþ “Di nav çîroka kurdî de ciyê Nureddin Zaza”
Di panelê de ji nivîskaran Binyazar, di axaftina xwe de balkiþand ser girîngiya ziman û weha got; “koka hebûna civakê, ji hebûn û xurtkirina ziman tê. Ziman, netewa mirova diafirîne. Civak ziman, ziman jî civakê diafirîne. Yê ku tirkî baþtirîn bikartîne Yaþar Kemal e. serkaniya wî jî dengbêjiya kurdî ye.dengbêjî bi þêwek helbestî tê þirovekirin.”
Di panelê de Hasan Kaya, nivîskarê Antolojiya Çirokên Kurdî ya ku têde jiyana 141 nivîskarê kurd û ku 43 çîrok tê de cî girtiyê, dibêje ku çîroka kurdî li konaxeke xirab nîn e. Kaya “ yê ku zimanê diya xwe yan zimanê zikmakî baþ nizan be, nikare zimanek din jî baþ fêr be.”