SAL: 6
HEJMAR: 141
20 Sibat 2006
ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv

Ji bo nivîsên M. Emin BOZARSLAN bitikinin

“Ý”, NE “E” - II

“Ý”, NE “E” - III

“ÝRO”, NE “ÝROJ” - I

“ÝRO”, NE “ÝROJ” II

”JAR”, NE ”HEJAR”-I

”JAR”, NE ”HEJAR”-II

M. EMÝN BOZARSLAN .......................................... / Kuncê Zýmên
 

“JAR”, NE “HEJAR”-III
“JI” Û “LI”-I

”Ji ewwel da vexwar þah û emiran
heta dor hate me jar û feqiran”.

Wi hozani di ciyeki di yê wê pirtûka xwe da ji peyvik bi vê maneyê weha bi kar aniye:

”Ji zewqê padiþahan û emiran
gelek xweþ bû dilê jar û feqiran”.

Evdirehim Rehmi di pirtûka xwe ya bi navê ”Gaziya Welat” da li ser rewþa Kurdan a dema Osmaniyan, bi vê maneyê weha ci daye vê peyvikê:

”Heqê jar û feqiran kes nepirsya, mal-i kir talan

Tevavê serwetê wan kir’ne bertil, dane bêmalan”.

Peyvikê bi vê maneyê di peyveka pêþiyan a Kurdi da ji weha ci girtiye: ”Bêþa maldaran, davêjin ser xizan û jaran”. Mexsed ji ”bêþ”ê bac e. Di peyveka pêþiyan a di da ji weha: ”Feqir û jar, wek parr û pêrar”. Ev peyva pêþiyan li ser domina rewþa xizanan tê gotin; yani rewþa wan a zor û dijwar didome, wek xwe dimine, naguhere, baþ nabe.

*

Ji vê peyvikê û ”i”ya pêvek, ”jari” ji hatiye sazkirin. Ew ji naveki neberçav e; mana wê ji weha ye: Rewþa kes yan lawir yan lebatê jar; rewþa ku kesek yan lawirek yan lebatek tê da jar e yan jar bûye û ketiye nava celeba jaran.

Hozan Laxeri di helbesteka xwe da bi vê maneyê weha ci daye vê peyvikê:

”Felek naket digel min yariyê qet

Xilas nabim ji ah û jariyê qet”.

Mela Enwerê Mai ji, ku yek ji hozanên Kurdistana Baþur bûye, di helbesteka xwe da rexne li þêx û mela û sofi û axayên Kurdan xistiye û di heqê wan da ev peyvik weha bi kar aniye:

”Her dem berê Kurda didan
jari û dili-w teþqela

Axa û þêx, sofi-w mela
kêþaye nav Kurda xela”.

“JI” Û “LI”

Di zimanê Kurdi da du pêþbendik hene ku, maneyên wan bi tevayi ji hev cuda ne û di hin rewþan da ji hev ra tam çewt in. Yek ji wan pêþbendikan ”ji” ye, ya di ji ”li” ye. Di Kurdiya jêrin da ”li” bi awayê ”le” tê gotin û tê nivisin; her weha, ew pêþbendik di þûna ”ji”ya Kurdiya jorin da û bi mana wê tê karanin. Mesela, kesek bi Kurdiya jêrin weha dibêje: ”Emin le Kurdistan im” yani ez ji Kurdistanê me. Minakeka di ji weha: ”Emin le þareke derçûm” yani ez ji bajêr derketim.

Mirov carna dibine ku hin kes di Kurdiya jorin da ji wi awayi bi kar tinin. Gerçi kesên wisa ne pirr in, lê hene. Tê zanin ku hin Kurdên jorin, dema di Kurdiya jêrin da wi awayi dibinin, dibêjin qey ew awa rast e û bi wê texminê yan bi wê beweriyê, di Kurdiya jorin da ji wisa bi kar tinin.

Lê belê di Kurdiya jorin da karanina ”li”yê di þûna ”ji”yê da û bi mana wê, dibe þaþiyeka pirr mezin. Divê ku her yek ji wan pêþbendikan di þûna xwe da û bi mana xwe bê karanin. Mesela, nabe ku bê gotin ”Ez li Amedê derketim û çûm Mêrdinê” yan bê gotin ”Ez bi eslê xwe li Ruhayê me” û wd. Divê ku bê gotin ”Ez ji Amedê derketim û çûm Mêrdinê” yan bê gotin ”Ez bi eslê xwe ji Ruhayê me” û wd.

Me divê em di vi beþê ”Kuncê Zimên” da van her du pêþbendikan bi maneyên wan û fonqsiyonên wan bidin naskirin, ferqa navbera wan bidin zanin û di heqê wan da ji edebiyata Kurdi ya klasik û ji folklora Kurdi hin wekokên pêwist pêþkêþ bikin.

Em berê pêþbendika ”ji”yê bigirin destê xwe û li ser wê binivisin.

Ev pêþbendik gelek kar û fonqsiyonan tine ci, gelek kar û fonqsiyonên wê hene. Ji ber ku li vir ci ji niþandan û nasandina hemi kar û fonqsiyonên wê ra tune, em’ê çend kar û fonqsiyonên wê yên sereke bi kurti bidin zanin.

Yek ji wan karên sereke, niþandana jêdera kesan, bûyeran, tevgeran û tiþtan e; yani ”ji”, jêdera kesan, bûyeran, tevgeran û tiþtan dinumine, niþan dide, dide zanin. Mesela, mirov dikare bêje ”Dicle û Ferat ji Kurdistanê diherikin” yani ji Kurdistanê derdikevin û diherikin, jêdera wan Kurdistan e. Minakek ji weha: ”Ez ji gund çûm bajêr” yani ciyê derketina min, jêdera derketina min gund bû. Wekokek ji ev: ”Ez ji Dêrsimê me, lê ez li Bedlisê diminim” yani ciyê bûyina min, jêdera min, Dêrsim e.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver