14-ê Sibatê roja evîndaran e. Êdî weke berê evînên mezin nayên jiyandin. Destan û çîrokên evîndaran nayên gotin. Romanên modern yên evîndariyê weke romanên evînî yên klasîk nîn in. Êdî roman û çîrokên evînî bi þêweyeke modern li gor evînên hevdem yên dema me têne nivîsîn. Lê, tehm û lezeta romanên evînî yên modern bi qasê yên klasîk nîn e. Romanên evînî yên klasîk weke evîn û evîndariyê bûne nemir.
Niha minaqeþeya ”gelo zewac evînê dikuje yan na?” tê kirin. Di derbarê evînê de dîtina bingehîn ev e ku; evîndar nagîþin miradê xwe û lewre jî evîna wan nemir e. Lêbelê di dema me de hinek evîndar digîþin miradê xwe û bi hevre dizewicin. Gelo zewaca wan evîndaran evîna wan dikuje?
Keç û xortên ku ji hevûdu hez dikin û bi hevre dizewicin, piþtî demeke serûgohê hevûdu dixwin û bi hevre þer dikin, pev diçin. Jiyana rojane, pirsgirêkên sosyal-civakî û rewþa aborî wan dixe rewþek ku, ew evîndarên ku ji bo hevûdu rih û can didan dibin dijberên hev, ji hevre dibin biyan û têne radeya ji hevûdu veqetandinê.
Gelo çima sihra evînê ya beriya zewacê piþtî zewacê tê xirabkirin. Çima evîna ku pîrûpak bû, piþtî zewacê reþ dibe? Heger evîndarên ku beriya zewacê ji hevre gotinên xweþ gotine û piþtî zewacê ji hevre gotinên nebaþ dibêjin, sedemên wê heye. Ji bo însanan rewþa aborî bingeh e. Yê ku rewþa wî ya aborî xirab be, di mala wî/wê de tehm û hizûr tune. Jin û mêrên ku ji hevûdu hez dikin jî, dema rewþa wan ya aborî xirab dibe serûgohê hev dixwin, moralê wan xirab dibe, pitepit û kutekuta jinê tehm û hizûr di nav malê de nahêle.
Dema kesên evîndar bi hevre dizewicin û piþtî çend salan hevûdu berdidin, ji hev vediqetin, hinek dibêjin nexwe temenê evînê 3 sal yan jî 5 sal e. Lêbelê ev tiþt ji bo hemû evînan û evîndaran derbas nabe. Evînên nemir, evînên rasteqîn yên temendirêj, evînên ku hetanî gorê-qebrê- berdewam dikin hene.
Ji hezkirinê, evînê xweþtir û hêjatir tiþtek tune. Yên ku ji hevûdu hezdikin dikarin bi hevre jiyaneke temendirêj ya bi evînî bidomînin. Helbet di nav her malbatê de pirs û pirsgirêk û problemên curbecur hene. A girîng ev e ku; jin û mêr ji hevre bi tolerans bin, hevûdu fêm bikin û bi þêweyeke pozîtîf li riya çareseriyê bigerin. Ji qudreta evînê bi hêztir tu tiþteke tuneye. Zewac û hemû cure problem nikarin evîna rasteqînî bikujin. Evîndarên ku bihevre dizewicin piþtî zewacê jî bikaribin ji evîna xwe re wext veqetînin, romantîkîya xwe ya dema evîndariyê bidomînin dê biser bikevin. Jiyandina hestên evînî di destê evîndaran de ye.
Bila roja 14-ê sibatê li evîndaran pîroz be!
|