SAL: 6
HEJMAR: 141
20 Sibat 2006
ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv

Ji bo nivisên CASÝM RÊNAS bitikinin!

Sala nû, hêviyê xurt

Mizgîniya Xêrê...

Baxçê Gulan

Xortên Kurd, guhê xwe nedine Karayilan!..

Þerên Baxdadê

Rexne, Lê Çawa?..

 
CASÝM RÊNAS................................................ / Kurdayetî
 
Du Nûçeyên Balkêþ..

Du nûçeyên balkeþ, armancên PKK ya îro û rûyê wê ya rastî, carekî dinê û bi zelalî destniþan dikin.

Nûçeya yeka ji Bismilê ye.

Li Bismilê, yek ji bi rêvabirên Partiya Civata Demokratîk (DTP), ku bi fermana Abdullah Ocalan hatiye damezrandin û bername û destura wê jî Ocalan bi xwe daniye, di þîna gerîllayek da, ku li Sêrtê þehîd bûbû usa dibêje: “Ew di xebata biratiya Kurd û Tirk da þehîd bû.”

Gotina hanê ya birêvabirê DTP, dubare kirina gotina Ocalan û berpirsên din yên PKKê ye. Ku gelek caran gotine û niha jî dibêjin “Ocalan sembola biratiya gelên Kurd û Tirk e.”

Herwekî tê zanin, çend hefteyên berê, Serokê Komîta Karger a Koma Komelên Kurdistan Murad Karayilan gotibû, ku “Ocalan zamina pêkve jiyana Kurd û Tirk e”, “xweyî derketin li Ocalan, parastina yekitiya Tirkiyê ye.” Û ji xortên Kurd xwasti bû, ku bona parastina Ocalan, ango parastina “biratiya Kurd û Tirk”, bona parastina yekitiya Tirkiyê, derkevin çiya, tev li gerîlla bin, bikujin û ben kuþtinê.

Belê, ji axaftina Murad Karayilan û revabirên DTPê derdikeve, ku gerîlla bona biratiya gelên Tirk û Kurd, ji bo ku Tirkiyê perçe-perçe nebe têne kuþtinê, þehîd dibin.

Cenderme û serbaz, JÝTEM û Tîmên taybetî, bi kurtî hezên asayiþa dagirker jî, bona parastina yekitiya Tirkiyê, bona berdewamiya biratiya Tirk û Kurd yê heyî serê gerîlla jêdikin, daristan, rez, bax û zeviyên me diþewitinin, gundên me kavil dikin!..

Nebêjin û nepirsin, ku ev yeka çawa dibe?

Me û hinek aliyên din bi salan li ser rûye rastî ya PKKê gelek tiþt gotin; nivîsin. Lê eger disa jî dixwazin bizanin, ku ev yeka çawa dibe, vê carê jî, kerema xwe ji Murad Karayilan bipirsin!..

**

Nûçeya dudo ji Kercewzê ye.

Malbata Sebrî Torî (Serdar Kaya), ku ligel Kanî Yilmaz hatibû kuþtinê usa dibêjin: “Bi rêvabirên DEHAP’ê ji me ra gotine, ku yên ku têne þîna we, divê behsa rengê kuþtina Sebrî nekin.”

Gelo bi rêvabirên DEHAPê, ku nêzikê PKKê ne, çima axaftinê li ser rengê kuþtina Sebrî Torî qedexe dikin? Ma Murad Karayilan ne gotibû ku “pêyvendiya me bi kuþtina Kanî û Sebrî nîne? Ji çi ditirsin?

Usa xuya ye, ku Sebrî û Kani jî, ji bo parastina yekitiya Tirkiyê û biratiya Kurd û Tirk hatine kuþtinê. Ji ber ku

Kanî Yilmaz û Sebrî Torî ligel hevalên xwe yên din dijîn “Konsepta Ýmraliyê” bûn. Ji PKKê veqetiyan, Partiya Welatparêzen Demokrat ava kirin.

Nûçeyên hanê, bûyer û rûdavên, ku heta îro qewimîne, niþan didin ku PKK, ku bona biratiya Tirk û Kurd þer dike û gerîlla xwe dide kuþtinê, amade nîn e, Kurdên bilî xwe bira bizane, ligel wan bijî.

Gelo yên ku nexwaze bibe birayê hevwelati û hevsengerên xwe yên berê, çawa ligel gelên din dibe bira?

Ma biratiya Kurd û Tirk, ku PKK bona vê xwin dirijîne, ne biratiya gur û rovî ye lý ser çarenusa berxekê?

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver