Yek jý peyvýkên ku carna bý maneyên þaþ bý kar tên anin,
peyvýka “kýryar”ê ye. Mýrov carna dýbine û dýxwine ku ev
peyvýk, bý mana “kareki kesek, tevgereka kesek” bý kar tê
anin. Lê belê karanina vê peyvýkê bý wê maneyê þaþi ye. Lewra
mana vê peyvýkê ne ew e. Me dývê em lý výr vê peyvýkê býdýn
naskýrýn.
Ev peyvýk du maneyan dýdêre, du maneyên wê hene. Yek jý
wan, maneya ferhengi ye, ya di ji maneya termi ya rêzýmani
ye.
Mana ferhengi ya “kýryar”ê weha ye: “Kesê ku karek, tevgerek
kýriye yan dýke; kesê ku karek, tevgerek jê peyda bûye yan
jê peyda dýbe; kesê xwediyê karek, tevgerek”. Peyvýk bý vê
maneyê hevmana salýxnavê “kýrox” e.
Ev peyvýk, jý “kýr”a koka “kýrýn”ê û pêveka “yar”ê hatiye
sazkýrýn, pêkhatiye. Ev “yar”a pêvek carna tê dûwayiya hýn
navan û dýgel wan, navên sazber yan salýxnavên sazber pêktine.
Mesela, “bext+yar=bextyar” yani kesê xwedibext; “cot+yar=cotyar”
yani kesê xwedicot, “hýþ+yar=hýþyar” yani kesê xwedihýþ,
her weha, kesê nerazayi û wd.
Salýxnavên dýgel vê pêveka “yar”ê, dý edebiyata Kurdi ya
klasik da gelek ci gýrtýne. Mesela, Ehmedê Xani dý “Eqida
_manê” da dema qala firiþteyan (melekan) kýriye û daye zanin
ku Xwedê Qur’an dýgel wan jý Pêxember ra þandiye, dý heqê
Pêxember da weha ci daye peyvýka “bextyar”ê:
“Ku Qur’an jý erþan dýgel wan hýnar
jýbo wi hebibê xwe yê bextyar”.
“Hýnar” Kurdi ye, yani þand; ev kýrar bý eslê xwe “hýnart”
e; lý výr jýbo ku qafiya vê malýkê lý ya malýka pey wê bê,
“t” jê hatiye avêtýn. “Hebib” Erebi ye, yani evandi, hezkýri;
mexsed Pêxember e.
Þêx Evdýrehmanê Axtepeyi ji dý “Rewdunneim”ê da “bextyar”
weha bý kar aniye:
“Resûlê Xuda gote Bûbekrê yar
ku ismê te Sýddiq e, ey bextyar”.
Melayê Cýziri jý dý helbesteka xwe da dý heqê yara xwe da
weha ci daye peyvýka “hýþyar”ê:
“Þox û þepala meyperest
ew zalýma hýþyar û mest”.
Siyahpoþ ji “hýþyar dý heqê Seyfulmulûk da weha bý kar aniye:
“Xew û xwarýn hýlatýn jê bý yekcar
Gehê bêhýþ dýbû ew, gah-ý hýþyar”.
“Gah” yani geh, carna.
Evdýrehim Rehmi ji dý nývisareka xwe da dema jý Kurdan daxwaz
kýriye ku jýbo desxýstýna heqê xwe dengê xwe derxýn, weha
ci daye peyvýka “hýþyar”ê: “Býla ah û fixanêt me býçýne felekê,
welwele bêxýte dý nav hemi alemê, ca xelq býzanýt em ji hýþyar
ýn”.
Mana 2’yan a peyvýka “kýryar”ê ji maneyeka termi ya rêzýmani
ye. Aha peyvk bý vê maneya xwe ya rêzýmani, lý výr dýbe babetê
me. Ew mana rêzýmani ji weha ye: “Peyvýka ku kýroxê karek,
tevgerek dýde zanin, diyar dýke, dýnumine, niþan dýde; peyvýka
ku xwediyê kýrarek, xwediyê fi’lek dýnumine, dýde zanin,
niþan dýde”. Jý kýryara bý vê maneyê ra bý Erebi “faýl”,
bý Týrki “özne”, bý _nglizi ji “subject” (sabcikt) tê gotýn.
Mesela, dema kesek bêje “Rewþenê dý cejna Newrozê da helbestek
xwend”, dý vê tevokê (cumle) da “Rewþen” dýbe kýryar. Lewra
dýde zanin ku wê, kýrara “xwend”ê pêkaniye, ew kar kýriye.
Minakek ji weha “Hýþmend lý ser diroka bajarê Bedlisê nývisarek
nývisi”. Lý výr ji “Hýþmend” dýbe kýryar. Lewra dýde zanin
ku wi, kýrara “nývisi”yê pêkaniye, ew kar kýriye.
* Me dývê em lý výr bý xwendevanên hêja býdýn zanin ku
zýmanzanê Kurd ê Sovyeta berê Prof Qanatê Kurdo ji bý mana
“faýl”a Erebi, “kýryar” bý kar aniye. Týþteki balkêþ e ku
wi zýmanzani ji bý mana “fi’l”a Erebi “lêker” qebûl nekýriye.
Wýsa tê zanin ku ew rastê “kýrar”a bý wê maneyê ji nehatiye;
jý ber wi semedi, “fi’l”a Erebi lý Kurdi aniye, kýriye “fêl”
û wýsa bý kar aniye. Paþê ji dema qala peyvýka “kýryar”ê
kýriye, jýbo ku wê peyvýkê bý xwendevanan býde naskýrýn,
mana wê dý nava kevanokan (parantezan) da bý awayê ”fêlker”
nývisiye; yani “yê ku fêlek, karek dýke; yê ku fêlek, karek
tine meydanê”. (3)
(3) Býnêrýn: Qanatê Kurdo; “Gramera Zmanê Kurdi”, r. 183;
Weþanên Roja Nû, Stokholm-Swêd, 1990 |