Teqandina bombek di parqeke Diyarbekirê da nîþan dide, ku
hêzên nijadperest û þovenên Tirk, dijminên azadiya Kurdistan
û dewleta kûr, bî kurtî yên ku naxwazin kêþaya Kurd bê çareser
kirinê, dest bi êriþeka nû û fireh kirine.
Teqina hanê di hêl û mercekê balkêþ da çêbû.
Alîkî va nijedperest û þovenên Tirk û medyayên wan her roj
gefa li Kurdan dixwarin.
Êriþên wan li ser Kurdan, li bajar û bajarokên rojavayê
Tirkiyê roj bi roj zêde dibûn.
Ji hêlekê va li Rojavayê Tirkiyê, kar û çalakiyên Teyrênbazê
Azadiya Kurdistan (TAK) yên, ku ne berjewendiya gelê kurd
in, zêda dibû.
Bi gotina hinek kesan “Tirk û Kurd ji hevdu dur diketin.”
Alîkî va jî Partiya Civata Demokratîk (DTP) bang li PKKê
kiribûn, ku dev ji þer berde û gelek ronakbîrên Kurd û Tirk
piþtgiriya xwe li vê bangê kirine.
Ligel pêþhatiyên hanê, peyamên Ocalan ji Îmraliyê, hewl
û cehda Hikumet û Serokê Herêma Kurdistan û Serokkomarê Îraqa
Federal, li ba xalkê hêviyek pêkanî bû, ku PKK vê carê guh
bide bang û daxwaza gel û hêzên aþitîxwaz, wê agirbes îlan
bike.
Teqandina bombayên hanê him berdewamiya êriþa neyar û dijminên
gelê Kurd e û him jî bona aloztir kirina rewþa Kurdistana
Bakur e, daku rê li ber hewl û cehda aþitiyê bê girtinê û
sernekeve.
Armanceka din a kirêt ji vê teqandinê ev e, ku Kurdan jî
ji kerba û ji bona tol vekirinê, karên usa bikin, rewþa Tirkiyê
û Kurdistan hîn aloztir be. Daku hêzên þoven û nijadperest
ji bona ci be ci kirina bernama xwe ya kîrêt, ji vê keysê
îstîfade bikin.
Ku, berdewamiya sîstema kemalîst, bi hêztir kirina mîlîtarîzmê
û pêþî lê girtina proseya Yekitiya Ewropa (YE) beþên giring
yên vê bername ne.
Axaftina TAK û Hêzê Parastina Gel (HPG), ku ser bi PKKê
ne û dibêjin “emê tola Diyarbekirê vekin” û “em bê deng namînin”,
dijî berjewendiya gelê Kurd in û xizmeta doza Kurd nakin.
Gotinên hanê her usa rê li ber hêzên þoven û nijadperestên
Tirk xwe_ dikin, ku bernameyên xwe ya dij-kurd ci be ci bikin.
Ji ber vê yekê jî, wext wexta aramî û liserxwebûn e.
Ji bona vê yekê divê kar û xebata hêzên Kurd ne bi hest
û daxwaza dil, bi bîr û hizrê rastbînî ve be.
Belê rast e, wext, wexta aramî û serwextiyê ye.
Lê belê her usa wext, wexta germ û gûrtir kirina xebata
azadî, aþitî û demokrasiyê ye.
Ji bona armancên hanê divê hemu hêz, sazî û kesên welatparêz
destê xwe bidine hevdu, mil bi mil dijî planên nijadperest
û þovenên Tirk xebat bikin.
Hevkarî û hevxebata hêzên welatparêzên Kurd, mercekî serekî
ye ji bona serketina xebata azadiya Kurdistanê.
Û yên ku dixwazin tola þehîdên Diyarbekîr û hemû þehidên
Kurdistanê vekin, berê her tiþtê divê bona hevkarî û hevxebatiya
hezên welatparêz hewl bidin, xebata xwe ya bona damezrandina
Kurdistana azad germtir û gurtir bikin.
Ev yêka baþtirin þêweya tolvekirinê ye.
|