Hin nav ji bi alikariya hin kirdaran (fi’lan) dibin salixkirdar. Mesela, Ehmedê Xani di beþê 14’an ê ”Mem û Zin”ê da daye zanin ku Zinê û Sitiyê cilên kuran wergirtine û çûne temaþa þênayiyên Newrozê, ew û Mem û Tacdin li hev rast hatine û bûne evindarên hev. Xani di beþê 15’an da ji qal kiriye ku Mem û Tacdin ji ber wê evinê hefteyek bêhiþ mane, piþtê ku hatine ser hiþê xwe, di tiliyên xwe da gustilên her du keçikan ditine, hingê fam kirine ku bûne evindarên wan. Xani li ser wê rewþê, di heqê wan da weha gotiye:
“Çawa xemiline ev, keçani
ew ji geriyane cilkurani”.
Yani çawa ku Mem û Tacdin bi awayê keçan xemiline, Zin û Siti ji geriyane cilkurani, bi awayê kuran cil wergirtine. Wek ku diyar e, mamostayê mezin li vir bi alikariya kirdara ”xemiline”yê ”keçani” kiriye salixkirdar, bi alikariya kirdara ”geriyane”yê ji ”cilkurani” kiriye salixkirdar.
Xani di beþê 19’an da ji rewþa her du keçan û her du xortan guhartiye û ji devê falavêj ji dayeya Zinê û Sitiyê ra weha gotiye:
“Çawa xemiline ev, kurani
ew ji geriyane cilkeçani”.
Yani çawa ku Zin û Siti bi awayê kuran xemiline, Mem û Tacdin ji geriyane cilkeçani, bi awayê keçan cil wergirtine. Wek ku diyar e, li vir ji bi alikariya her du kirdaran, ”kurani” û ”cilkeçani” bûne salixkirdar.
Ji ber ku babetê me li vir ne salixnav û salixkirdar in, em naxwazin li ser wan zêde binivisin û vi beþê nivisarê dirêj bikin. Li vir daxwaza me tenê ev e ku em bidin zanin ku di Kurdiya jorin da ji navên neberçav ên piraniyê, bi zêdekirina ”e”yê salixkirdar nayên sazkirin. Ew, awayê Farisi ye; di Kurdi da divê mirov xwe ji wi awayi biparêze.
*
Di Kurdi da di vê formê da, ji bil navên neberçav ên pirani, hin salixnav ji hene. Mesela, ji navê ”mehan” salixnavê ”mehani”, ji navê ”miran” salixnavê ”mirani”, ji navê ”rojan” salixnavê ”rojani” û wd tên sazkirin. Lê ew peyvik ji ber ku salixnav in, ji wan salixkirdar nayên sazkirin.
Salixnavên wisa ji di edebiyata Kurdi ya kilasik da hatine karaniin. Mesela, Ehmedê Xani, di beþê 13’an ên ”Mem û Zin”ê da daye zanin ku di cejna Newrozê da Memê û Tacdin cilên keçan wergirtine û çûne temaþa þênayiyên Newrozê. Xani di heqê cilên wan da salixnavê ”dilberani” bi kar aniye û weha gotiye:
“Pûþide libasê dilberani
Seyran dikirin bi sergirani”.
Li vir ”dilberani” salixnavê ”libas”ê ye, yani cilên aidê dilberan, cilên ku ji aliyê dilberan ve tên wergirtin; ”sergirani” ji nav e, bi alikariya pêþbendika ”bi”yê bûye salixkirdar, yani bi awayê srgiraniyê; mexsed ji ”sergirani”yê, kibari ye. Ev her du malik bi Kurdiya xwerû weha ne:
“Wergirtibûn cilên keçan, ên dilbirani
dimeþiyan û diçûn bi kibari û sergirani”.
Xani, di beþê 43’yan da ji dema daye zanin ku Memê li pêþberê Mir li xwe hatiye mikurê ku bûye evindarê Zinê, ji devê wi di heqê wê da salixnavên ”mirani” û ”nûrani” bi kar anine û weha gotiye:
“Mirani ye ew, ji neslê pak e
Nûrani ye ew, ne ab û xak e”.
”Ab û xak” Farisi ne, yani av û ax. Li vir tiþtê ji me ra pêwist ev e ku hatiye gotin ”mirani” û ”nûrani”, nehatiye gotin ”mirane” û ”nûrane”.
Wek ku diyar e, di hemi minakên jorin da tipa ”i”yê hatiye dûwayiya navên neberçav ên pirani; hin ji wan navan nav mane, wek ”dostani”yê û ”mêrani”yê; hin bûne salixkirdar, wek ”cilkeçani”yê û ”kurani”yê; hin ji bûne salixnav wek ”dilberani”yê, ”mirani”yê û ”nûrani”yê.
Mana vê yekê ev e ku wek awayê Farisi tipa ”e”yê nahetiye dûwayiya wan navan û ew nebûne ”dostane”, ”mêrane”, ”cilkeçane”, ”kurane”, ”dilberane”, ”mirane” û ”nûrane”.
Minakên ku me di despêka vi beþi da niþan dabûn û dabû zanin ku karanina wan bi awayê Farisi þaþi ye, me divê em li vir awayên wan ên rast niþan bidin. Awayên wan ên rast weha ne:
”Divê em vê meselê bi aþti safi bikin” yan ”Divê em vê meselê bi riya aþtiyê safi bikin”, ”Di navbera me da têkiliyên dostaniyê hene” yan ”Divê em têkiliyên xwe bi dostani daynin”, ”Em dixwazin kovareka mehani biweþinin” yan ”Em dixwazin kovara xwe wek kovareka mehani biweþinin”, ”Dema me hemi bi karên rojani derbas dibe” yan ”Em karên rojani dikin û dema xwe hemi wisa biderbas dikin” û wd.
|