Wezîrê Karê Derve yê Iraqa Federe Hoþyar Zebarî, beþdarê
civîna Wezîrên Derve yên Dewletên Ereban ya derbarê pirsgirêka
Filîstînê û êriþa Ýsraîlê ya li ser Lubnanê bû. Hoþyar Zebarî,
da xuyakirin ku ew, wek dewlet li ser dixebitin daku li herêmê
aþitî bê sazkirin.
Li gor ku ji aliyê malpera pukmediayê ve hatiye belavkirin,
Wezîrên Derve yên Dewletên Ereban, bi minasebeta pirsgirêka
Filîstînê û êriþa dawî ya Ýsraîlê ya li ser Lubnanê, civînek
li dar xistin û Wezîrê Karê Derve yê Iraqa Federe Hoþyar
Zebarî jî, beþdarê vê civînê bû. Zebarî da zanîn ku Iraq,
piþtgiriya hewldanên çi navnetewî û çi Ýslamî yên di warê
bicihanîna aþitiyê li herêmê de, dike.
Zêbarî, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di vê
civînê de, rewþa Lubnanê bi awayekî berfireh hatiye gotûbêjkirin
û di encama civîna wezîrên welatên Ereban de ku Iraqa federe
jî beþdar bûye, biryar ewe ku vegerin encumena asayiþa navnetewî
daku zext û fiþarê li Ýsraîlê bike ku heta þer rawestîne
û aþtiyê û yasayê li Rojhilata Navîn bide çewsandin.
Hoþyar Zebarî, herweha da zanîn ku encamên civînên wan pir
giringin û ew kongire wek vexwendinekê bo rawestandina þer
destnîþan kir. Zebarî, herweha da xuyakirin ku wan hatina
þandekê ji aliyê Neteweyên Yekgirtî bo çareserkirina rewþa
ku qewimiye pijirandin.