SAL: 6
HEJMAR: 162

18 Temmuz 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Talebanî:
“Em peymana Tirkiyê û BAASê nasnakin”

 

Piþtî dawîlêhatina civîna PDK û YNKê, Celal Talebanî û Mesûd Barzanî civîneke çapemeniyê ya miþterek lidarxistin. Celal Talebanî ragihand ku di civînê de rewþa ewleyî ya Iraqê û Kurdistanê û serdana Nûrî El-Malikî ya Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin.

Celal Talebanî, di derbarê karûbarên hukumeta Kurdistanê de jî ragihand ku baweriyeka wan a temam a bi program û projeyên hukumeta yekbûyî ya Kurdistanê heye. Hukumeta Iraqê ya nuh jî ji bo rêlibergirtina êrîþên terorîstan planeka ewleyî ya nuh daniye û kurdan piþtgiriya vê planê kiriye.

Li ser pirsekê ku gelo serokwezîrê Iraqê El-Malikî jî her siyaseta berê li hember pirsa kurdî û çareserkirina pirsa Kekûkê nameþîne, Talebanî got: Malikî baweriya wî bi demokrasî, pêkvejiyan û pirralîtîyê heye û wexta ku postê serokwezîrîyê girtiye ser hustuyê xwe bi awayekî cidî hewl dide, wî bi xwe pêþkêþiya avakirina komîsyoneka nuh a çareserkirina Kerkûkê kiriye, ew 80 milyon dolarê ku hukumeta berê dest danîbû ser ji bo bajarê Kerkûkê veqetandiye. Her 200 milyon dolar jî veqetandiye ji bo komîsyona cîbicîkirina maddeya 140ê a destûra daîmî ya Iraqê.

Mesûd Barzanî jî, ragihand ku pêþmergeyê Kurdistanê bi her awayî amade ye, li her devereka Iraqê berpirsiyariya asayiþê hilgire ser milên xwe, lê wek prensîb ew licî nabînin ku di rewþa îro de pêþmerge biçe deverên din ên Iraqê. Li ser pirsa ku gelo ê pêþmerge wek hêzeka leþkerî têkeve navbera þî’e û suneyan yan na, Mesûd Barzanî ragihand ku heta niha tu daweyeka resmî di vê bareyê de negihîþtiye wî û daxwazaka bi vî awayî hebe ê wê gotûbêj bikin.

Barzanî di derbareyê projeya Nûrî El-Malikî a ji bo aþtbûnê jî diyar kir ku gelek kar li ser projeya El-Malikî hatiye kirin, ji alî xwe de jî Mam Celal hewleka baþ daye ji bo serkeftina vê projeyê. Projeya eþtiyê, wan kesan nagire nav xwe ku li hember gelên Iraqê xwedan tawan in. Aþtbûna nîþtimanî riyeka rast e ji bo seqamgîrî û aramiya Iraqê.

Li ser pirseka ku ew çi difikirin li ser civandina esker a Tirkiye û Îranê li ser hidûd, serokkomar Celal Talebanî got ku hukumeta merkezî ya Bexdayê nerazîbûna xwe ji balyozên herdu welatan re daye diyarkirin û wê peymana ku hukumeta Baasê li gel Tirkiyeyê îmza kiriye û niha Tirkiye xwe dispêre wê û ji hidûd derbas dibe, hukumeta nuh a Iraqê wê peymanê nas nake û red dike.

Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê jî ragihand ku buroyeka hukumeta federe ya Kurdistanê ê li Bexdayê û buroyeka hukumeta federal a Bexdayê jî ê li Hewlêrê vebe. Di demeka nêzîk de ê heyeteka bilind a hukumeta Kurdistanê serdana Bexdayê bike û li gel berpirsên hukumeta navendî hevdu bibînin, di gelek waran de gotûbêjan bikin.

Li ser pirsekê ku gelo çima erebên baþûrê Iraqê yên ji warên xwe direvin tên li Kurdistanê bicî dibin, serokkomarê Iraqê ragihand ku Iraq milkê her hevwelatiyekî iraqî ye, ew kesên ereb ên ku tên Kurdistanê pêþwazî li wan jî tê kirin. Ji bo erebên ku li Duzxurmatî bicîhbûne Talebanî got ku ew mueqet li wir bicî bûne, tesîra wan li ser referanduma Kerkûkê nabe, çimkî ew ê di referandumê de deng nedin. Talebanî her wiha dûr zanî ku þerekî sivîl ê nevxwe li Iraqê serî hildabe û destnîþan kir ku ji bo pere û mebestên taybetî terorîst berdewamiyê didin karûbarên xwe yên terorîstî.

Mesûd Barzanî û Celal Talebanî herduyan jî piþtrast kir ku di demeka nêzîk de konferansa lihevkirina nîþtimanî ya Iraqê wê bê bestin.

(netkurd)

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver