Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî, di 11ê Tîrmehê de li Qelaçolan
li gel fermandeyên giþtî yên hêza pêþmergeyê Kurdistanê tevî
fermande û efserên fermande yên giþtî û wezareta pêþmergeyan
û heyeta erkanê, civîya.
Celal Talebanî, di axaftina xwe de ronahî xist ser rola
hêza Pêþmergeyê Kurdistanê di xebata xelkê Kurdistanê de
li dijî rejimên yek li dû yekê û ragihand ku hêza pêþmergeyan,
ji bo îro gelek pêdivêtir e ji caran, bi taybetî ku di destûra
Iraqê de wek mîlîsya nehatîye qebûlkirin.
Hêzeka modern a zengîn a tedrîbkirî û çekên nû jê bê pêkanîn
ku bikarîn ji bo cîbicîkirina aramîyê li her cihekî me bivêt
em fêde jê bigrin. Paþî wî ronî kir ku birîyar hatiye dayîn
jiyana pêþmergeyî bê baþkirin û got: mûçeyê pêþmergeyan baþ
bikin û paþî dê kar ji bo efser û fermanda bikin.
Celal Talebanî, di piþkeka din ya peyva xwe de pesna ewan
gavan kir ku di rojevê de ne ji bo yekxistina wezareta pêþmrgehî
û ragehand ku tekûzî û yekrêzîya alîyên sîyasî, bi giþtî
û bi taybetî yên YNKê û PDKê, îro li seranserê Kurdistanê
bi baþî reng vedaye.