SAL: 6
HEJMAR: 162

18 Temmuz 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

RSFê ji Erdogan re nameyek rêkir

 

Navenda Nûçeyan-Sekreterê Giþtî yê Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) Robert Ménard, ji ber xeteriya ‘Qanûna Tekoþîna li Dijî Terorê’, ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan re nameyek rêkir û bi rêka vê nameyê, ‘Qanûna Tekoþîna li Dijî Terorê’ ya nû, bi tundî þermezar dike. Rêxistin, di nameya xwe de diyar dike ku wê ev qanûn, li pêþiya pêþkeftina Medyaya Kurd bibe asteng û herweha bend û çeperan çêbike.

Li gor ku ji aliyê ajansên nûçeyan ve hatiye belavkirin, piþtî ku reþnivîsa ‘Qanûna Tekoþîna li Dijî Terorê’ di parlementoya Tirkiyeyê de hat qebûlkirin, Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas(RSF) ku navenda wîli Parîsê ye, di 10ê Tîrmehê de ji ber xeteriya vê qanûna nû, ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan re nameyek rêkir û bi rêka vê nameyê, vê qnûnê bi tundî þermezar kir. RSF, di nameya xwe de radighîne ku ev qanûn, li Tirkiyeyê pêþî li çapemeniya azad bigre û herweha li pêþiya pêþkeftina Medyaya Kurd jî, bibe asteng û herweha bend û çeperan çêbike.

Sekreterê Giþtî yê Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas Robert Ménard, di nameya ku ji Erdogan re þandiye de diyar dike ku li Tirkiyeya ku berê wî bi Yekîtiya Ewrûpayê ve ye, rewþa xweîfadekirinê, di rewþeke xeter de ye û ev yek jî, me dixe nav fikarê. Robert Ménard, di nameya xwe de bal dikþîne li ser qanûna li dijî terorê ku di 29ê Hezîranê de hat pejirandin û weha dibêje; “Ev qanûn, bi taybet wê pêþî li medyaya kurd ku hebûna wî di bin gefên we de ye, bigre û herweha, wê ji bo azadiya çapemeniyê ya tirkiyeyê jî, xeterî çê bike.”

RSF, di nameya xwe de herweha ji Erdogan daxwaz dike ku gotina ‘rêxistinên terorîst’, bi þêweyeke vekirî û eþkere bê destnîþankirin û lîsteyeke fermî ya rêxistinên terorîstî, bê belavkirin. Ger weha nebe, wê ev qanûn bi þêweyeke keyfî, rê li pêþiya binçavkirin û zindankirina gellek kesên bêguneh vebike.

Sekreterê Giþtî yê RSFê, di berdewamiya nameya xwe de bal dikþîne li ser bêhuqûqiya vê qanûnê û weha dom dike; “wê hikumet, artêþ saziyên nijadperestên tirk, vê qanûnê, bi þêweyeke keyfî, li dijî rojnamevanên ku li ser pirs û pirsgirêkên wek tevkuþtina Ermeniyan, pirsa Kurdî û pirsgirêka Kibrîsê dinivîsinin, bi kar bînin û wan ceza bikin.”

Robert Ménard, di dawiya nameya xwe de ji Erdogan daxwaz dike ku wan madeyên nû ku li ser qanûna li dijî terorê ya sala 1991-an zêde kirine, ji parlementoyê bi paþ ve bikþînin û vê qanûnê, li gor huqûqa navnetewî amade bikin.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver