SAL: 6
HEJMAR: 162

18 Temmuz 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Rapora Rêxistina Mafê Mirovî Kurd li Tehran

 

Dema Nû- Hewlêr

Heftenameya Aso, ku li Sileymaniyê derdikeve, di hêjmara xwe ya 237-an da, li ser rapora Rêxistina Mafê Mirovî Kurd li Tehran (RMMK) nuçeyek belav kiriye. Rapora RMMKê, di derbareyê gîrtiyên Kurd de ye.

Li gor vê raporê, di zindanên Ýranê da 370ê girtiyên Kurd hene, ku derheqa 57 kes ji wana biryara bi dardakirinê, bi hapsê ebed an bi hepsê heyamê dirêj hatiye dayîn.

Li gor rapora RMMKê 19 kes ji 5 salan kêmtîr ceza girtine. Ji ber ku dadigehkirina wan berdewam e, rewþa 22 kesan ne diyar e. Derheqê 4 jinan de biryara kevirbaran û dardakirinê hatiye dayin. 3 kes winda bûne û li 9 kesan îþkence hatiye kirin.

Herweha, 202 kes bi kefalet hatine berdanê, ku piraniya wan rojnamevan, ronakbîr, nivîskar û siyasetmedar in. Di nava wan da Ronya Tiloyî, Xelîl Azadîxwayî (Sernivîskarê Rojnameyê Aso li Sine), Sidiq Hinayî (rojnamevan), Huseyin Ehmed Niyaz (Berpirsê Heftenameyê Aso li Sine), Mehemed Sidiq Kebudumend (Berpirsê Heftenamêyê Peyamê Merdum li Tehran), Ýclal Qewamî (rojnamevan), Tonya Kebudumend (tekoþerê mafê mirov), kawa Huseyin Penahî (rojnamevan), Saîd Seydî (rojnamevan), Cemþîd wezîrî (nivîskar), Cîhangîr Haþimî (nivîskar) jî hene.

Herweha, li gor neçeyek, ku di hêjmara 42 a rojnameya Agirî da cî girtiye, her roj 45 keçên Ýranî li bazara karaçiya Pakistanê, têne kirin û firotinê. Rojnameya Agirî, vê nuçeyê ji malpera “roþengerî” vergirtiye û serçaviya nûçê jî, ajansa Îlna ye. Rojname Agirî derheqa vê yekê da dibêje ku keçên hanê, ji bona fuhuþê tên bi kar anîn û destê desthilatdarên rejimê jî di kirin û firotina keçan da heye.

Li gor nûçeya Agirî, li Îranê 300 hezar keç ji mala xwe reviyane, ku ji sedî 86ê wan cara yekê ji mala xwe dur dikevîn û rastî destdirêjiya namusê dibin. Rojname, di berdewamiya nuçeyê da dibêje, ku li Îranê 10 milyon xort ji aliyê ruhî nexweþ in, ku piraniya wan keç in.

Her usa Agirî di nuçeyek da ku ji malpera RMMK wergirtiye, dibêje ku li Nexedê, derheqa jineke kurd de biryara kevirbaranê hatiye dayîn. Tawana ev jinê zîna bûye.

Pêwîst e bê gotin Agirî ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistana Ýranê, 15 rojê careki tê derxistin. Agirî bi pitên Latinî derdikeve.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver