SAL: 6
HEJMAR: 162

18 Temmuz 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Pêþangeha “150 Zarok 500 Berhem”

 

Dema Nû – Hewlêr

Li Holî Medyaya Galeriya Kurdistana Hewlêrê, ji hêla AMES Navenda Mendalanê Îþker (Navenda Zarokên Karker) ve pêþangehek bi salane hate li dar xistin. Pêþangeh, ji hêla 150 zarokan va hate vekirin. Di pêþangehê de çeþnên Zexrefe, Þêwekarî, Pastîl û kolej hate dîtin.

Navenda Mendalanê Îþker ku eve saleke hatiye damezrandin, heta niha 3 pêþangehan li dar xistiye. Berpirsê pêþangehê, hûnermendê Þêwekar û Mamoste Þikar Tahîr, ragihand ku armanca wan ewe ku zarokên li nava bazar de kar dikin hunera þêwekarîyê, bi wan bidin naskirin û hezkirin. Her wiha ez dixwazim di navbera zarokên ku li sûkê kar dikin û zarokên din de tu cudahî nemîne û zarokên ku derfeta wan û imkanên wan yê ji vê hunerê ra tuneyî, derfetek ji bo wan pêþkêþ bikin û wan perwerde bikin.

Pêþangeha Navenda Zarokên Îþker, ji ber hin sedemên teknîkî bi tenê rojekî hate vekirin. Lê dîsa jî ji hêla gelek kesan ve hate ecibandin û dîtin. Berpirsiyarê navend û pêþangehê Mamoste Þikar Tahîr, beþdarnebûna çapemeniya Hewlêr gilî û gazindên xwe anî ziman û got; “her çiqas me rojnama Dema Nû venexwendibe pêþangehê jî, hûn hatin. Mixabin ew rojnamenusên ku me wan vexwendî pêþangehê kirîn, kesek ji wan beþdar nebûye. Ji ber wê jî em gelek spasiya rojnama we dikin ku hûn di rojek wisa de li ba me ne..”

Ji beþdarvanan keçeke bakurî Zîlan Burhan (13), bi wêneyên xwe yên reþ û spî beþdar bûbû. Zîlan Burhan, li ser berhemên xwe wiha dibêje; “Wêneyê reþ û spî ji bo min xeyalîne û gelek cuwantir û delaltirin. Min minara Hewlêrê ya kevnare bi reþ û spî çêkiriye. Ez dixwazim li vir bidim xuyakirin ku temenê hemû zarokan wekî vê minara Hewlêrê, temendirêj be û zarok nemirin. Ji bo vê wêneya xwe ya mûma reþ û spî jî, ez dixwazim bidim xuyakirin ku ronahiya vê mûmê hemu tariyan bikujîne û Kurdistan ronahî bibe.”

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver