Dema Nû – Hewlêr
Rêze semînerên Kombenda Kawa yê li Hewlêrê de vê heftiyê
Dr Nahîde Ehmed Banîxeylanî bu mîhvan. Banîxeyelanî, li ser
“Kargeriya Perwerde û Sîstema Xwendin Li Ser Kesayetiya zarokan”
de seminerek da. Banîxeyelanî ku demek dirêje li Swêdê kar
dike û li ser perwerde ya zarokan jî master kiriye, bala
beþdaran kiþand li ser perwerdeyê zarokan û sistema xwendina
zarokan ya hevdem û pirsgirêkên li ser sistema xwendina xwendekarên
Kurdistanê.
Dr Nahîde Ehmed Banîxeyelanî, di destpêkê de behsa perwerdebûna
zarokan kir û got “zarok di sê qonaxan de perwerde dibin,
qonaxa pêþî malbat yanî perwerdekirina dayik û bave. Ji jiyanê
zarok çi baþî çi xerabî ji dayik û bavan hîn dibin. Qonaxa
duyem jî civate, zarok li kijan civatê mezin bibe, bi çanda
wê civatê perwerde dibe û qonaxa sêyem jî dibistane. Ji mamosteyan,
xwendekar û karmendên dibistanê jî, zarok fêrî gelek tiþtan
dibin û li gor vê jî kesayetiya zarok çêdibe.”
“Pirsa Herî Girîng Ya Zarokan Mirin e”
Dr Banîxeyelanî bal kiþand li ser qonaxa ji dayikbûna zarok
û heta temenê çaran û divê temenê de jî, tiþtên gelekî balkêþ
diyar kir. Dr Banîxeyelanî wiha got; “piþtî sala temenî çaran
zarok fêrî axaftinê dibin û di vê qonaxê de jî pirsyarkirina
zarokan dest pê dike. Gelek caran ji ber ku zarok gelek pirsan
dikin, dayik û bav ji pirsên zarokan aciz dibin. Helbet hemû
pirsan bersîvkirin mumkun nabe lê divê diyalogek baþ di navbera
wan de çêbibe. Pirsa herî girîng ya zarokan mirine. Dema
di derdorê de di civatê de keseke dimire ev pirsgirêk giringiya
xwe niþan dide. Zarok mirinê dipirsin û li bin têsîra wê
de gelek dimînin. Di vir de divê dayik û bav derheqa mirinê
de agahî bidin zarokan û ji wan re rastiyê eþkere bikin.
Dema rastî nebêjin û zarok ji derdora xwe fêrî rastiyê bibin
baweriya zarokan li ser dayik û bav diþike û carna zarok
xwarin naxwin û bi vî awayî dixwazin bala dayik û bavan bikþînin
li ser xwe û ji wan rastiyê bibhîsin û careke din baweri
bi wan bînin.”
“Çîrok Deruniya Zarokan Fireh Dike”
Dr Nahîde Ehmed Banîxeyelanî dîsa bal kiþand li ser tirsî,
lêdan, tund û tujiyên li ser zarokan û têsîra wî ya li ser
zarokan kir. Dr Banîxeyelanî got ku zarok tiþteke nebaþ xeletiyek
û þaþiyek nebaþ kiribe jî divê dayik û bav wan netirsînîn
û nêzikahiyek germ bi têkiliyek germ werin perwerde kirin.
Dr Banîxeyelanî bal kiþand li ser sistema perwerdeyên Bexçeyê
Sawan (Dibistana berî seretayî) an jî dezgehên berî dibistanê
ku zarokan ji bo perwerdê amade dikin û têkiliyên ku dayik
û bav bi van dezgehan ve çawa divê were kirin. Her wiha Dr
Nahîde Ehmed Banîxeyelanî axaftina xwe wiha domand “ji bo
zarok kesayetiyek baþ bigre çîrok ji bo wan gelek pêwîste.
Çîrok li ser zarokan têsîrek gelek mezin digre û çîrok deruniya
zarokan fireh dike. Çîrok li ser xewna zarokan jî têsîrek
gelek mezin heye û nahêle zarok tirsonek bibe û di xewna
xwe de tiþteke nebaþ, nexweþ û tirsonekî bibîne. Li Bexçeyê
Sawan de jî û dezgehên berî dibistanê de ji bo zarokan çîrok
têne gotin divê li malê jî dayik û bav ji zarokan re çîrokan
bibêjin.”
“Ez Dixwazim Ji Bo Zarokan Li Kurdistanê Kar Bikim”
Dr Nahîde Ehmed Banîxeyelanî li ser kar û barê xwe yên li
Swêdê û sîstema xwendina Swêdê kir. Li ser sistema xwedina
Kurdistanê çareserî û pirsgirêkên wê jî diyar kir. Her wiha
Dr Banîxeyelanî derheqa rolî mamosteyan li ser xwendekar
û zarokan jî diyar kir û got; “Divê di welatê me de jî guherandinên
baþ û sîstemeke nû were cîh bi cîh kirin. Ez bi xwe ji bo
vê guherandin û piþtgiriyê amade me. Eve du sale ez tême
Kurdistan û dîsa vedigerim, min projeyek pêþkêþî Wezareta
Perwerde û Encumenî Wezîran kiriye ku ez werim li Kurdistan
bi awayeke rêk û pêk kar bikim û bikaribim bi maddeyekî guherandinê
bi navê Reform û Guherandin bikim. Di projeyî din de jî ez
li vir dixwazim dibistanek ava bikim û ez bi xwe vê dibistanê
bi rêve bibim. Bi vî awayî jî di koleja binyat de kar bikim
û du sê an jî çend mamoste pêwîst be hilbijêrim da ku dibistanek
baþ û hevdem çêbikim û bidim xuyakirin ka çawa kar dike.
Ez bi her awayî wekî mamoste an jî wekî rêvebir ji bo min
ferq tune, lê ez amademe ku li welatê xwe kar bikim. Ez dixwazim
ji bo zarokên Kurda li Kurdistanê kar bikim. Mixabin eve
çar caran têm û diçim û heta niha min tu agahî nestandiye,
ne ji Encumenî Wezîran û ne jî ji Wezaretî Perwerde. Ez niha
dîsa dibêjim ji bo kar amademe hem ji bo kolejê kar bikim
û hem jî ji bo dibistana Mamosteyan.”