Li Tirkiyeyê, rewþa rojnamevan û rojnamevaniyê di haleteke
xirab de ye; binçavkirin û zîndankirin, sansûr, darazandin,
êriþ û geflêxwarin gihîþtiye asta herî bilind.
Li gor ku ji rapora 3 mehî ya ji aliyê medya azad û rojnamevaniya
serbixwe ya xeta nûçeyan hatiye belavkirin, li Tirkiyeyê
rojnamevan û rojnamevanî di nav aloziyek mezin de ne û li
gelek asteng û êriþên tund rûbirû dimînin. Êriþ û astengiyên
li pêþiya bicîanîna amadekirina nûçeyên serbixwe û azad nekêmbûye,
lê zêdebûye.
Li gor ku ji vê raporê hatiye ragihandin, em dixwazin di
bin çend sernivîsan de vê rewþa van rêzbikin.
Êriþ û Geflêxwarin
Ji ber ku di dema bicîanî û rêzkirina nûçeyên rojnamevanî
û TV yan de êrîþ û gef li wan hatiye xwarin rojnamevan û
nûçegihanên yên wek ji ajansa CIHANê Lutfu Aykût, Fetûlah
Akpinar, ji rojnama AKÞAMê Bulent Tatogulari û Sercan Aytîþ
û peyamnêrê Ajansa Anatoliyê Cem Ozdel hatine birîndarkirin.
Ji nûçegihanê Kanal-7 Ebdilah Bîçer, rojnamevan û pêþkêþkerê
televîzyonê Metîn Ûca, nûçegihanê rojnama Miliyetê Tolga
Þardan, girênendeyê giþtiyê televîzyona Batý-Tv Ergun Baþkaya,
nûçegihanê rojname Expres Huseyîn Gezoglû û Zenûre Can, nûçegihanê
rojname Lidya Haber Ozer Yilmaz tûþî êriþekî tund hatin û
xedar birîndar bû.
Binçavkirin û Zîndankirin
Li Tirkiyeyê rojnamevan û nûçegihanê ragihandinê her tenê
bi êriþ û astengan namînin, tên binçavkirin û zîndankirin
jî. Di nav van 3 heyvên dawî de hêjmarek mezin rojnamevan
û karmendên ragihandinê hatine binçavkirin û paþê hatine
zîndankirin. Nûçegihanê Ajansa Dîcleyê ya bajarê Dersîmê
Ruþtu Demîrkaya, girênendeyê giþtî ya rojnema Ozgur Gundem
Huseyîn Akyol herweha nûçegihanê DIHA Evîn Dengîz û Nesîm
Yazar hatin binçavkirin û paþê hatin zîndankirin. Girênendeyê
giþtiyê rojnema Ozgur Gundemê Huseyîn Akyol paþê hat berdan.
Dawalêvekirina Rojnamevanan
Ji ber bîr û boçînên wan û navaroka nûçeyên wan, li gelek
rojnamevanan û nivîskarê rojnaman bi îdaya cezakirinê dawa
hatine vekirin.
Ji ber ku karîkatorîstê rojnama Evrensel Sefer Selvî derheqê
Serokwezîr Tayîp Erdogan de karîkatorek xêzkiriye bi 10 hezar
YTL dawa tazmînata manevî hatiye vekirin. Ji ber ku nivîskar
û xwediyê weþanên Belge Ragip Zarakoglû, ji ber ku pîrtûka
Prof.Dr. Dora Sakayanê bi navê “Jînengeriya Serpêhatiyên
Ermeniyek û destnivîsên rojaneya Îzmîrê ya Garabet Haceryan”
û pîrtûka George Jerjian ya bi navê “Dê rastîn me ber bi
azadiyê bibe”, weþandiye hat darezandin û ji bo her du dawayan
13,5 cezayê zîndankirinê tê xwestin. Herweha nivîskarê rojnama
BÎRGUN Yalçin Ergundogan ji ber ku di nivîsek di xwe de bi
îdaya ku hakaretê li serokê BTPê Haydar Baþ kiriye derheqê
wê de dawa hat vekirin û 5 hezar YTL tazmînat tê xwestin.
Herweha li rojnamevan û nivîskarên wek Ebdirahman Dîlîpak
nivîskarê rojnama VAKÝTê, xwediyê rojnama Tûncelî ya Mûnzûrê
Huseyîn Akgun, nivîskarê kovara hefteyê ya TEMPO Enîs Mazhar
Kayman û Nebahat Baglaz, nivîskarê RADÝKALê Mûrat Belge,
Îsmet Berkan, Halûk Þahîn, Erol Katircioglû, nivîskarê rojnama
MÝLLÝYETê Hasan Cemal, hiqûqnas Hasîp Kaplan, nivîskar Perihan
Magden, xwediyê weþanên EVRENSELê Songul Ozkan, girênendeyê
giþtiyê rojnama AGOSê Hrant Dînk, nivîskarê rojnama MÝLLÝ
Mehmet Þevket Eygî, nivîskarê rojnama RADÝKALê Yildirim Turker,
nivîskarê rojnama CUMHURÝYETê Tûrhan Selçûk, nivîskarê rojnama
RADÝKALê Mûrat Yetkîn, Neþe Duzel, xwediyê weþanên DOZê Elî
Riza Dûral, dawa hatine vekirin û hatine darezandin.
Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpayê…
Li Tirkiyeyê gelek rojnamevan û nivîskar, siyasetmedar an
hemwelatî, ji ber ku ji aliyê hêzên
dewletê ve êriþ û êþkence hatiye kirin an mafên wan ên kesatî
an neteweyî hatine binpêkirin serî li dadgeha mafê miravan
ya Ewrûpayê dan e û Tirkiye di vê derbarê de bi dana cezayê
pere hatiye mehkûmkirin.
Di vê derbarê de xwediyê rojnama Ozgur Bakiþ Hasan Denîz
ji ber ku mafê wî yê îfadekirinê hatiye ihlalkirin serî li
dadgeha mafên mirovan ya Ewrûpa da û Tirkiye hat mahkûmkirin.
Herweha, ji ber ku rojnama Yenî Evrensel li beþek herêma
Tirkiyeyê belavkirina wî hatiye qedexekirin, serlêdana berpirsiyarê
vê rojnamê Fevzî Saygili û Tûncay Seyman hat qebûlkirin û
Tirkiye bi 6.500 Eûro hat cezakirin, serlêdana serokê Komeleya
Çandî û Hunerî ya Dêrsîmê Selman Yeþîlgoz û endamê wî Elî
Firîk hat qebûlkirin û Tirkiye16.000 Eûro hat cezakirin.
Herweha, Dadgeh ji ber ku Tirkiye, mafê îfadekirina azad
ihlalkiriye, bi giþtî bi 33 hezar euro, cezayê pere dane
me. Ji ber ku di xeberda û nivîsên xwe de xwestine pênasa
kurdî bê naskirin, serlêdana parlementên DEPê ya Mahmut Alinak
, Siri Sakik Ahmet Turk û ya Hatîp Dicle hat qebûlkirin û
Tirkiye bi giþtî di vê dawayê de 51 200 hezar Euro mahkûm
bû.