SAL: 6
HEJMAR: 162

18 Temmuz 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Gelê Amedê, peþwaziya Mehemed Uzun kir

 

Dema Nû/Amed

Nivîskarê navdar yê Kurd Mehemed Uzun ku ev demeke tedaviya nexweþîna qanserê li nexweþxaneya Karolînskayê ya Swêdê dibîne, ji bo ku berdewamiya jiyana xwe di nav gelê xwe de derbas bike, ji Stocholmê ya paytaxta Swêdê hat Amedê.

Nivîskar, li balafirxaneya Amedê ji aliyê hêjmarek mezin ya gelê Amedê û serokê þaredariya Amedê Osman Baydemîr, serokê þaredariyên din, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên siwîl û rewþenbîrên Kurd ve peþwazî lê hat kirin.

Nivîskar, li ber deriyê balafirxana Amedê, ji aliyê grûbeke mezin ya xelqê Amedê ve peþwazî lê hat kirin û bi tilîlî û sirûdên wek “gelê Kurd bi te serbilind e” rêz û hurmetên xwe ji nivîskar re pêþkêþ kirin. Nivîskar, ji seyara ambûlansê pêþwaziya wan ragirt û spasiya xwe pêþkêþ kir. Nivîskar di axaftineke xwe ya kurt de diyar kir û weha got; “ ez hatim ba we, hatim ser axa xwe, ji bo jînê, ne ji bo mirinê, ez qûrbana we me". Nivîskar herweha diyar kir ku gelê Kurd, gelekî serbilind e û xwest vê serbilindayiya xwe her biparêze.

Nivîskar, paþê bi seyara ambûlanse ber bi nexweþxanaya taybet ya Venî Vîdî birêket û li vê nexweþxanê derman lê tê kirin. Li nexweþxanê doxtorê nivîskar Mehmet Dursun diyar kir ku nivîskar Mehemed Uzun, ji Swêdê hatiye Amedê û niha li nexweþxaneya wan tedavî dibîne û derman lê tê kirin. Lê divê bê zanîn ku rewþa nivîskar ya tenduristiyê zêde baþ nîn e.

Wek tê zanîn, ev demeke nivîskar Mehemed Uzun, li nexweþxaneya Emerîqa û Swêdê ji ber nexweþîna qanserê tedavî didît û derman lê dihat kirin, lê wî biryar da ku wê jiyana xwe ya mayî li Amedê derbas bike. Ji ber vê yekê jî, do li gel malbata xwe û grûbek rewþenbîr pêþî hat Stenbolê û paþê jî hat Amedê.

Qasî hat ragihandin, wê nivîskar heta demekî li nexweþxaneya taybet ya Venî Vîdî ya Amedê, tedavî bibe û derman lê bê kirin.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver