Navenda Nûçeyan- Weqfa Çand
û Lêkolînî ya Kurd (KÜRT-KAV), ket nav hewldanek ku ji Bakurê
Kurdistanê xwendekarên Kurdîzan, ji bo xwendina zanîngehê
rêbike zankoyên Herêma Kurdistana Baþûr. Berpirsên Weqfa
Çand û Lêkolînî ya Kurd, radighînin ku wan, heta niha ji
bo vê yekê, bi rayedarên Baþûrê Kurdistanê re, çend hevdîtinan
pêk anîne û gihîþtine wê encamê ku êdî xwendekarên Kurdîzan
yên Bakur, dikarin bi referansa weqfê, serî li zankoyên Baþûr
bidin.
Weqfa Çand û Lêkolînî ya Kurd, di derbarê þandina xwendekaran
ya Baþûrê Kurdistanê de ji bo kesên ku bixwazin li Baþûrê
Kurdistanê li zankoyan qeyda xwe çêbikin û bixwînin, agahî
dide û herweha çend belgeyên serlêdanê jî amade kirine û
pêþkêþê kesên ku eleqedar bibin dike.
Weqfa Çand û Lêkolînî ya Kurd, ji kesên ku dixwazin serî
li wan bidin, li gel çar belgeyên tênîkî, nameyek referansê
jî, dixwaze û vê yekê weha nivîsandiyê; “Þertên xwendekariya
li zanîngehên Herêma Kurdistanê Iraqê yek jê ew e ku, xwendekar
bikaribe bi Kurdî biaxive. Lê komîsyona weqfa me nikare di
demekî kurt de teyîda vê yekê bike. Ji bo wê divê nasrawekî/ê
Kurdîzan an jî berpirsiyarê/a dezgeyekî naskirî ya li ser
ziman û çanda Kurdî dixebite ji xwendekar re bibe referans
ku xwendekar dikare bi Kurdî biaxive. Nimuneya belgeya referansê
bi vê agahiyê ve hatiye amadekirin. Xwendekar dikarin vê
nimûneyê bikar bînin.”
Weqfê, herweha ji bo destpêka serlêdanê û nirxandina serlêdanê
weha aniye ziman; “Weqfa me ji bo van karan bi ser bixwe,
ji nav xwe komisyonekî hilbijartiye. Komîsyona me belgeyên
xwendekaran, wê di navbera 17ê Tîrmeha 2006-an û 3ê Tebax
2006an de berhev bike. Piþt re hemû belgeyan wekî dû beþ,
ango wekî îlmên beþerî û îlmên fennî ji hev veqetîne û li
gor esasa notên dîplomayê wan rêz bike.”
Ji bo têkilî;
Tarlabaþý Cd. Çorbaci Sk. No: 13 Taksim Beyoðlu / Ýstanbul
Tel: 0.212.237 10 61
e-mail: yonetimkurulu@kurt-kav.org & info@kurt-kav.org &
kurtkav@gmail.com & kurtkav@yahoo.com