SAL: 6
HEJMAR: 162

18 Temmuz 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Þehîd Dr. Qasimlo hat bibîranîn

 

Navenda Nûçeyan- Þehîdê mezin Dr. Qasimloyê nemir, di 13ê Tîrmehê de bi rê û resmeke hêja û berfireh, bi beþdarbûna tevê endamên rêberî û Kadro û Pêþmerge yên PDK Îranê li binkeya Deftera Siyasî, di 17emîn salvegera þehîbûna xwe de hat bibîranîn.

Rê û resmê, bi xwendina marþa niþtîmanî a “Ey Reqîb”ê dest pê kir û piþtre kurtefîlmek ku ji aliyê Beþa fîlm ve li ser kesayetiya siyasî ya Dr. Qasimlo û bîr û hizra hin kesayetiyên siyasî û wêjeyî ên Kurd li ser kesayetiya wî rêberê mezin, hatibû amadekirin, pêþkêþ beþdaran bû.

Di parek din ya rê resmê de Endamê Deftera Siyasî a PDK Îranê birêz Mistefa Mewlûdî, gotarek li ser raman û kesaytetiya Dr. Qasimlo pêþkêþ kir û di gotara xwe de jî, bîranîna birêz Seyîd Selam Ezîzî yê nemir, endamê pêþîn ê Deftera Siyasî a PDK Îranê kiri bû.

Li doma rê û resma han de bi awayê kors du sirûd ji aliyê koma hunerî a PDK Îranê û miqamek ji aliyê birêz Bêhruz Lutfî ve, bi hinceta ji destdayîna rêberê mezin û zana yê Kurd Dr. Qasimlo hatin pêþkêþkirin û her di vê derheqê de jî helbestvananên wek Þerîf Felah, Cemal Necarî û Xatûna Trûske, hestên bi kul û keser yên xwe di çend parçe helbestan de anîn ziman.

Di dawiya rê û resmê de ji aliyê koma hunerî ve bi awayê kors sirûdek hat pêþkêþ kirin.

Þehîdê nemir li Cejnekan jî hat bibîranîn

Herweha, li kampa Cejnekan ku nêzî devera Hewlêrê ye, ji alîyê Navenda 3 ya PDK-Îranê ve, ji bo bibîranîna þehîdê nemîr, merasimek hat amadekirin.

Merasimê, bi sirûda Ey Reqîb û deqeyek rêzgirtin ji bo þehîdên Kurdistanê, destpêkir. Pîþtî rêzgirtin li þehîdan, endamê Komîteya Navendî ya PDK-Îranê û berpirsê kompa Cejnekanê Mehmed Salih, axaftinek li ser jiyan kar û xebata Qasimloyê nemir kir. Her usa endamê Komîteya Navendî ya PDK-Îranê Ebdullah Qadirîazer û dostê partîyê Dr. Fazil Resûl ku her du jî tevîr.Qasimlo hatibûn terorkirin, bi hestekî mezin ya netewî hatin bi bîranîn.

Li ser navê Yekitîya Jinên Demokratên Kurdistanê Herîr Resûlî û li ser navê Yekitîya Lawanên Demokratên Kurdistanê ya Malbenda 3 Hêmin, axaftin kirin. Þehîd Qasimlo û hemû þehîdên din yên PDKê û Kurdistanê bibîr anîn.

Ji bo bîranîna bîrewer û þoreþgerê nemir Qasimlo û hevalên wî, li ser navê PSK- Hewlêr, Kovan Amedî beþdar bû.

Di civînê de Koma Hunerîya Malbenda 3 ya PDK-Îranê ve gelek sirûd û helbestên þoreþgerî û netewî hatin xwendin.

Xelqê Mehabadê Dr. Qasimlo bi bîr anî

Li Rojhilatê Kurdistanê xelqên bajarê Mehabadê, bi xwepêþandar û çalekiyên cur becur Þehîdê mezin Dr. Qasimloyê nemir, di 17emîn salvegara þehîdbûna wî de, bibîranî. Xelkê mehabadê û yên derdorê, li meydana Þoreþ lihev kom bûn û bi helkirina agir li ser þeqaman bi dijî rejîmê xwenîþandanan pêk anîn.

Li gor ku ji aliyê hin ajansên nûçeyan ve hatiye belavkirin, xelqê bajarê Mehabadê jî, Dr. Qasimloyê nemir, di 17emîn salvegera þehîdbûna wî de, bi çalekiyên cur becur wî bibîranî. Mehabadiyan, di 13ê Tîrmehê de ji bo þermezarkirina þehîdkirina Qasimloyê nemîr, kilît li deryên dikan û karxaneyên xwe xistin û daneketin bazaran û herweha li meydana Þoreþ bi xwepêþandarên cur becur, Qasimloyê nemîr bibîr anîn.

Li gor ku hatiye ragihandin, li suk û bazarên Mehabadê xeyn ji hêzên ewlekarî yên resmî û sivîl yên Ýranê, tu kesek tunebûn. Tevê esnaf û karmendên Mehabadê, ji ber 17emîn salvegera Þehîdbûna Qasimloyê nemîr, dikan û karxaneyên xwe venekirin û dest bi kar nekirin. Mehabadiyan, li hin taxên bajêr bi xwepêþandar û çalekiyên cur becur, rejima hov þermezar kirin û Qasimloyê namir, bibîr anîn.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver