SAL: 6
HEJMAR: 162

18 Temmuz 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Pêþangeha wêneyên Ýsmail Khayat...

 

Derwich M. FERHO

Hunermendê Kurd bi hunerê xwe yê giranbiha û xebata ji bo aþtiyê tê nasîn. Pirr caran wî dijî þerrê navxweyî û dijî þerr bi giþtî inisiyatîfên hêja stendiye. Jiyaneke demokratîk, ku her ol, her gel, her civak tê de ciyê xwe yê pîroz dikare bistine, bingehê fîlozofiya xebata wî ye. Azadiya ramanê jê re pîroz e.

Ýsmail Khayat di dema þerrê navxweyî de gelek xebatên hêja pêkanî ye. Xebateke wî ya gelekî girîng ew e ku di navbera Silêmanî û Hewlêr de mintîqek bi temamî neqiþand. Wî bi vê yekê þerrê navxweyî protesto dikir. Bi sedan hunermend beþdarî wê înisiyatîfê bû. Xebateke balkêþ bû.

Ýsmail Khayat, herweha xebatek mezin ji bo mafên zarokan û jinan kiriye. Ji ber ku di dema þerr de zarok û jin qurbanên herî mezin in. Ji bo agahdariya hikûmetê bikþîne bi dehan meydan û cî neqiþandine. Di nav vê xebata wî ya ji bo mafên zarok û jinan de xanima wî, -ew jî hunermend e- alîkariyeke girîng dike.

Di navbera 20ê Tîrmehê û 04ê Tebaxê de li Enstituya Kurdî ya Brukselê pêþangeha Ýsmail Khayat heye. Ev pêþangeh di navbera saet 10 û 18 de ji bo xelkê vekiri ye. Roja Yekþemê girtî ye.

Hin ji xebatên wî têne firotin. Kesên ku bixwazin van xebatan bistînin paþ qedandina pêþangehê dikarin bibin xwediyê wan.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver