Dema Nû/Amed
Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê, dawayên ji bo betalkirina
çêkirina bendava Heskêfê pejirand û þikiyatên serlêdanê wê
herêmê di cî de dît. Lê ji aliyê din ve jî, ji bo ev kewnewarên
Heskêfê di bin avê de bimîne û ji bo hemwelatiyên vê navçeyê
ji bo ku cihekî nû bê destnîþankirin, encumeniya civata wezîran,
biryara peydakirina cihekî nû dan.
Ji bo kevnewarên Heskêfê, di bin Bendava Ilisuyê de nemîne
serlêdana hêjmareke mezin ya rojnamevan, zanist, hiqûqnas,
rewþenbîr, dildarên parastina hawîrdorên yên dildarên parastina
Heskêfê, serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê dan û
ev serdana wan ji aliyê dadgehê ve hatiye pejirandin.
Herweha Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê dîsa ji bo ku
kevnewarên Heskêfê di bin avê de nemîne û bi armanca ku ev
mîrate bê parastin, girênendeyê giþtî yê kovara Atlasê Ozcan
Yuksel, arkolog Prof. Oluþ Arik, lêkolîner mîmar Prof. Zeynep
Ahunbay, mîmar û arkolog Metîn Ahunbay, pisporê hiqûqnasê
çand a bermayî Parêzer Murat Cano jî ji bo betalkirina vê
bendavê serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê da bûn.
Heyeta dadgehê vê serlêdanê jî, pejirand.
Birêvebirên Komeleya Dildarên Heskêfê jî diyarkirin ku ji
bo betalkirina projeya bendava Ilisuyê, dawa hatiye vekirin
û pejirandina vê dawayê ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan ya
Ewrûpayê ve gelek girîng e.
“Divê Heskêf bi þeklên xwe yên xwezayî bê parastin”
Dildarên Komeleya Heskêfê diyarkirin ku wan di serlêdana
xwe ya ji bo Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê de eþkere
kirine ku Heskêf cihekî bêhempa ye û divê ev cih biþêweyê
xwe yên xwezayî bê parastin. Dildaran, di serlêdana xwe de
diyar kirine û weha gotine; “Heskêf, li dinyayê de cihêkî
herî kevn di nav yek ji wan dergûþa Mezopotamyayê ya dîroka
kevnare de dimîne. Ji dema helenîstîkê heta dema Selçûkiyên
Mezin li vê herêmê cihekî ku çandên curbecur lê jiyane.”
Li vê cihê nîþanên mîmariyên dema Akkoyûnlû, Eyyubî û Artûklûyan
xuya dike. Ev jî nîþana wê yekê ye ku li vê cihê çandên tevlêhev
yên cuda bi hev re cîne.