SAL: 6
HEJMAR: 162

18 Temmuz 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Festîvala Laleþ Hat Çêkirin

 

Dema Nû-Dihok

Festivala Laleþ Ya Rewþenbîrî, ku ji aliyê Bîngeha Laleþ Ya Rewþenbîrî û Komelayetî hatibû amadekirin, di rojên 13-15 meha Tîrmeha sala 2006-an da çêbû. Festîval, di bin çavderiya Wezîrê Roþenbîrî Yê Hikumeta Yekgirtî ya Kurdistan Felekeddîn Kakayî û di bin diruþma “Laþeþ Herdem Kaniyeka Zelal e Diurite Di Robarê Roþenbîriya Kurdî Da” hate çêkirin.

Festival, bi pêþkêþkirina çend perçeyên muzikê ji aliyê çend qewalan ve dest pêkir. Paþê Serokê Bingeha Laleþ ya Dihokê Pîr Xidir Silêyman axaft. Pîr Xidir, di axaftina xwe da behsa kar û xebata Bingeha Laleþ û alîkarî û piþtgiriya Hikumeta Kurdistan li wan kar û baran kir.

Piþtî Pîr Xidir, bi navê Wezirê Roþenbîriyê, Serokê Pirtukxanaya Bedîrxaniyan li Dihokê, Enwer Tahîr axaft. Enwer Tahîr di axaftina xwe da berxwedana Yêzîdî li dijî zilm û zordariyê û xizmeta wan yên çand û rewþenbîriya kurdî kir.

Paþê jî Waliya Dihokê Temer Ramazan qise kir. Waliya Dihokê di gotara xwe da piþtgiriya xwe li kar û xebata Bîngeha Laleþ diyar kir.

Paþê jî, çend semîner û çalakiyên hunerî yên jêrî hatin çêkirin.

Li Dihokê û roja yekem:

- Kurdzanî li Sowyeta berê û niha, ji aliyê Profesor Þakiro Xido,

- Siruda Þereffedîn, ji aliye Tîpa Þarya,

- Mafên Yêzîdiyan di destura Iraq û Kurdistanê da, ji aliyê Zahîr Kazim Ebud,

- Helbest Xwendin, ji aliyê Qeçax û Dayka Dalya.

Li Þêxan û roja duwem:

- Mîtranî û Yêzîdî li Ber Ronahiya Dikumentêt Arkolojî, ji aliyê Abdulreqib Yusif,

- Helbest xwendin,

- Mala Yêzîdiyan Li Oldunburgê, ji ber ku Eskerê Boyik nikaribû beþdarê festivalê be, ji aliyê Pîr Xidir Silêyman,

- Ezmuna Xwendina Babatê Yêzdiyatî Li Qetabxana, ji aliyê Rêsan Hesen û Þemo Qasim,

- Helbest xwendin,

- Seretayî (destpêka) Xulqandin Li Deqekanî (metnên) Kurdî Da-Yêzîdî û Kakayî Wek Nimune, ji ber ku Tariq Cambaz nikariye beþdar be, ji aliyê Heval Nasir,

- Li Baþikê Berzan û roja dawiyê:

- Çend stranên kurdî,

- Kordologî û Yêzdiyatî, ji aliyê Xelîl Cîndî,

- Þengal û Tarîx, ji aliyê Kifah Mehmud.

- Tabloyeka hunerî, ji aliyê Tîpa Þarya,

Hur usa Hunermend Perîþan, hunermed Dana Hemîd û hunermend Hadî Þingalî jî bi hunerên xwe beþdarê festivalê bûn.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver