SAL: 6
HEJMAR: 162

18 Temmuz 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

 

Albûma Cendekên Me

 

Êdî her tiþt kifþ û eþkere ye, êdî her tiþt bêminetî ye looo...

Þerên ku mêrên berê dikirin, li dû me ma.

Þerên nû li ber devê deriyê me ne.

Îro her tiþt wekî ekranên televîzyonê li ber çavê me ye.

Belkî haya we jê hebe, lê em dîsa jî bi hev re bixwînin: “Zarokên ku li ser sergoyekê nêzikî Bajaroka Încîrlîka Edeneyê kaxez kom dikirin, li ser sergo albûma wêneyan a leþkerekî dîtin. Di albûma leþkerek ku li herêmê leþkerî kiriye de, wêneyên endamên PKKê yên înfazkirî cih digrin. Di sergoyê de wêneyên bi xwîn ên endamên PKKê ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dayîn kiþandine û xistine albûma xwe ya malbatê” (çavkanî:DÎHA)

Ji me re albûmeke xweþik çêkirine; Bi hovîtiya xwe ya nenaskirî ve, bi faþîzaniya xwe ya çiriyayî ve, bi qewl û peymanên xwe yên bêlomeyî ve, bi planên xwe yên gerînekî ve, bi neyartiya xwe ya barbarî û bêserûberî ve, vê albûmê neqiþandine.

Bi kefþala devê xwe yê genî ve, bi xwîna xwe ya herimî ve, navê xwe û yên heft bavên xwe jî li ser vê albûmê danîne.

Xûþk û birakên me yên ku wekî çiyayên me xweþik yên ku dixwazin xewnên xwe li zozanên Kurdistanê bivejînin, yên ku dixwazin ji bermalên xwe re stareke henûnok ava bikin, dikevin ber xezeba wan û wekî gurên hov dixin vê albûmê...

Bila êdî çiyayên me bi têra dilê xwe bigirîn.

Zimanê me yê ku di kaniya Melayê Cizirî de dibû eþqa dilberê, yê ku di þîn û þahiyên me de mala rihê me yê herî mezin û xemrevîn bû, ji ber ku nehiþtin biharek bi ser ve bê her weþiya û ket vê albûmê...

Êdî em wek lalan in gidînooo.

Çanda me ya ku di havînên xalxalokî de di nav hêviyên þivanan re bi stêrkan re hevaltî dikir ya ku li ber dîwarên neyaran jî her nefel dida, di bin nîrê wan de qurmiçî û ket vê albûmê...

Êdî havînên me bêriya stêrkan nakin.

Çîrokên me yên ku di nav awirên diyên me de pala xwe her didan mereqa me, yên ku bi qehremanên xwe yî maqûl ve xwe di nav bexçeyên þevîngehên me de ji nû ve vedigotin, tevna wan xira kirin û xistin vê albûmê...

Êdî meþteleyên rihê me her ku diçe bêtir diçilmisin.

Stranên me yên ku ji hezkiriyên me re dibûn ramûsanên herî gulgulî, heyranok û payîzokên me yên ku Mem û Zînê di þevûrojekê de digihandin hev, ji nav me dizîn û xistin vê albûmê...

Êdi em li rastî Mem û Zînên kurdî nayên.

Leyîstikên me yên ku hîle û pîleyên zarokatiya me dipîvandin, yên ku þahidiya miziriyên ciwantiya me ya bê eman dikirin, bi leyîstikên xwe yên hov ve peliþandin û xistin vê albûmê...

Êdî em ji hev re leyîstikên neyarên xwe ava dikin.

Gund û çiyayên me yên ku wekî pirtûkên pîroz xwe di hembêza hev de vediþartin, deþt û zozanên me yên ku þervanan dikirin helbestvanê dilê xwe, ji cigareya xwe re kirin pizotê agir û xistin vê albûmê.

Yarî û tinazên me henek û pêkenokên me yên ku bi awaza tîqetîqên me ve her dem dibûn þekir û çequlatên feqîriya þevên me, rojekê serê xwe dan haziran û xistin vê albûmê.

Êdî em ji her demê bêtir feqîr û belengaz in.

Êdî em wekî miriyên bê serî diçin û tên.

Ji ber ku albûma hebûna me di destê wan de ye.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver