SAL: 6
HEJMAR: 162

18 Temmuz 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

“Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyî”

 

Navenda Nûçeyan- Fona Zarokan ya Netewên Yekbûyî (UNICEF), bang li rayedarên Dewleta Tirk kir û ji wan xwest ku zarokên kurdan, bi kurdî perwerde bikin.

Li gor ku ji aliyê ajansên nûçeyan ve hatiye belavkirin, Cîgirê Girênendeyê Fona Zarokan ya Netewên Yekbûyî Gul Gautam, di 11ê Tîrmehê de di derbarê perwerdeyiya zarokan ya pirrzimanî de daxuyaniyek belav kir. Gul Gautam, di vê daxuyaniya xwe de bang li rayedarên Dewleta Tirk dike û ji wan daxwaz dike ku divê pêwîst e li Tirkiyeyê perwerdeyiya zarokên kurdan, bi zimanê zikmakî ango bi kurdî bê kirin.

Gul Gautam, di daxuyaniya xwe de diyar dike ku di encama hin lêkolînan de derketiye holê ku li Hîndistanê û li Bolîvyayê, ji ber ku perwerdeyiya zarokan bi zimanê zikmakî tê kirin, li ser pêþkeftina zarokan tesîreke erênî çêkiriye. Ji ber vê yekê Gul Gautam, ji Tirkiyeyê daxwaz dike ku rayedarên Tirk jî, ji bo zarokên kurdan zimanî kurdî, wek zimanê perwerdeyî bi kar bînin.

“Li perwerdeyiya bi zimanê kurdî, wek pirsgirêkeke siyasî nenêhrin”

Gul Gautam, bal dikþîne li ser girîngiya zimanê zikmakî ya ji bo perwerdeyiya zarokan û weha dibêje; “divê Dewleta Tirk jî, perwerdeyiya zimanê zikmakî biceribîne. Lewra, lêkolînên di vî derbarî de dane nîþandan ku perwerdeyiya zimanê zikmakî, li ser erkeftina zarokan tesîreke erênî datîne. Ji ber vê yekê divê rayedarên Tirkiyê, li perwerdeyiya bi zimanê kurdî, wek pirsgirêkeke siyasî nenêhrin. Lewra, pirsgirêka perwerdeyiya bi zimanê kurdî, pirsgirêkeke akademîk e.”

“Tirkiyê di derbarê perwerdeyiya zimanê zikmakî de, tu pêngavek navêtiye”

Gul Gautam, di berdewamiya daxuyaniya xwe de radighîne ku herçiqas Tirkiye, ji bo endametiya Yekîtiya Ewrûpayê bûye berendam jî, lê li Tirkiyeyê di derbarê perwerdeyiya zimanê zikmakî de, tu pêngavek nehatiye avêtin. Herweha, di sala 2002-an de bi sedan xwendevanên zanîngehan, ji ber ku bi namedoran serî li rayedarên dewletê dan û xwestin bi kurdî perwerde bibin, ji zanîngehan hatin avêtin.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver