Beþa-1
Mîrhaç Mistefa
Dema Nu - Hewlêr
Bi rastî piþtî azadbûna Baþurê Kurdistanê, mirov li rastî
gelek Kurdên cihê cihê tê. Ji Kurdên bakûr bigrin ji her
perçeyên Kurdistanê û ji Ewrupa bigrin heta welatên Sowyeta
berê. Kurd dixwazin werin seredaniya herêma Kurdistanê bikin
û ala Kurdî ku asimanê Kurdistanê dixemilîne, bibînin.
Me bihist ku dîrokzanê Kurd Þakirê Xudoyê Mihoyan mîhvanê
Kurdistana Azad e. Em jî bi dileke germ diçin seredaniya
dîrokzanê Kurd û xêrhatina wî dikin û ji bo xwendevanan,
em hinek pirsan jê dikin.
Binêrin dîrokzanê Kurd, çawa serpêhatî û koçberiya malbata
xwe, bi awayekî dîrokî ji me re qise dike.
Pêþiyên min ji Qersê hatine. Sê pêlên koçberan ji Qersê
û herêmên derdorê wî hatine, li Ermenîstanê herêma Elegez
û derdorê wê bi cîh bûne. Li herêma Elegezê yanzdeh gundên
Kurda hene. Li nahiya Talîdê dîsa yanzdeh gund hene. Lê Kurd
li wira, li Êsyan kêmtir in. Kurdê mayîn, Kurdên Êzîdî, ew
jî li nahiyeka deþta Araratê dijîn. Yên wek Êçmetînê, Ardaþxatê,
Hikumbiryan û çendên din. Helbet pêþiyên me bi riza dilê
xwe nehatine, ew ji xezeba Roma Reþ revîne. Lê sed mixabin
hin jî xezeba Roma Reþ heye, her wisa jî zordariya li ser
bingeha dîn hebûye. Em Êzîdî hesab dikirin bê xwedê, dijmin
jî dexesî dikir, dewletê jî têkilhev dikir û kêm aqiliya
civatê, me qîr dikirin. Bi rastî jî rewþa Êzîdiyan gelekî
xerab bû. Ew jî wî demî ji zilm û zorê hatine û li Ermenîstanê
bi cîh û war bûne.
Pêla pêþîn, di salên 1854-56’a, di þerê Rusa û Tirka de
hatine. Bingeha gundê me Elegez jî, di salên 1850’ê de hatiye
danînê. Çimku kalê minê rehmetî digot “wekî ku pey þerê Rus
û Romê du sal, sê sal derbas bûye, ez bûme.” Me jî hesab
dikir û derdiket, ku di sala1856-1857’an de hatine.
Pêla diduya dîsa salên 1877-1878’an de hatine. Pêla sisiya
jî wextê þerê Cihanê yê Yekemîn da hatine. Sala 1918 an de
Rum hatiye, ew dem þerê Ermeniya û Tirka bû, hûn dizanin
wî demî kesekî nedizanî ka çi diqewime, ne radyo, ne jî televizyon
hebû.
“Eskerê Romî di þevekî da temamiyê mêrê gund qir kirin.
Nêzîkî 70 mêr qîr kirin ji zarokan bigrin heta yê mezin.”
Eskerê Romî dikeve hemu gundên Êzîdiyan. Gundê Elegezê berê
digotin Çamiþvana Mezin, eskerê Romê kete vira jî, Kurdê
misilman jî di nav wan de hebûn û di þevekî da temamiyê mêrê
gund qir kirin. Nêzîkî 70 mêr qîr kirin ji zarokan bigrin
heta yê mezin. Ji mala me çar mêr serjê kiribun, kalikê min
Miho, Elo û Egît serjê kirin. Li aliyê diyamin da jî þeþ
mêr þevekî da serjê kirin.
Bavê minê rehmetî Xudo yani Xudêdanê Miho digot, “ez sêzdeh
salî bûm, em wî çaxî çûn, me meytên xwe nas nedikirin. Ji
ber ku hemû serjê kiribuun, baran bariyabû, meyt di nava
heriyê da mabûn kesekî ji me meytên xwe nas nedikir. Bi rastî
naskirin û defin kirin gelekî zehmet buu. Lê dîsa jî me li
bin wê baranê de, gora wan kola û li wir defin kir.”
“Çiqas zehmet be jî xewna min ew bû, ku ez diroka civata
xwe re mijul bibim.”
Bavê min bi her du birayên xwe re êtîm mezin bûye. Qeyda
Sowyetê çêbûye û piþtî wê jî bavê min di çil saliya xwe de
bûye serokê gund. Em jî heþta zarok bûn çar xuþk û çar bira
bûn, mixabin du xuþk û du birayên min çûne rehmetê. Birayekî
min Egîdê Xudo ye, ew jî nivîskar e, romana wi ya bi navee
“Dê û Dêmarî” gelek deng daye. Birayekî minê din jî profesor
e, ew ji niha li Emerika ye.
Ez jî di sala 1930’an de, li gundê Elegezê hatime dinê.
Min xwendina xwe li cihê Elegezê sitandiye. Aliyê aboriyê
de xwendin ji bo min gelek zehmet bû. Çiqas zehmet be jî
xewna min ew bû, ku ez diroka civata xwe re mijul bibim.
Dirokzanê Kurd dema behsa koçberi û qir kirina malbata xwe
dike, gelekî xemgîn dibe û naxwaze zêde qise bike, lê nivîsandina
diroka civat û neteweya xwe, ji xwe re kiriye armanca yekem.
Helbet bi perçe perçe bûn, bi bindest bûn û bi qedexe bûnê
ev armanc jî, wisa ne tiþteke hêsan bû. Ji bo vê jî em ji
dirokzanê Kurd dipirsin;
Gelo di destpêkê da, dema te dest bi nivîsandina diroka
civata xwe û diroka Kurd û Kurdistanê kir, zehmeti û astengiyên
we yên sereke çi bûn?
Berî her tiþtî dixwazim bibêjim, wekî li Rusya û paþê jî
li Sowyetistana berê, di cihanê de, pirtirin li ser Kurd
û Kurdistanê li wê derê hatiye kar kirinê. Bi sistematik
nehatiye kirinê, li cîhekî da dihat kirinê, cîheke din dima.
Nîvîsara dîroka Kurda ne weke hev e. Pirsgîrêkekî dijwar
û zehmet ew e, ku kengî milletê Kurd hatiye holê kengê wekî
Kurd saz bûne û hatine nasîn, me xwe kengê weke Kurd nas
kiriye, vê dêre da gelek nakokî û dijwarî hene.
Ez li ser vê pîrsê ne xebitîme. lê dîrok nivîsiye.Wek derheqa
vê demê da serekanî kêm in û yan jî tune ne. Pirsa ziman
ya sereke ye û geleki jî zehmet e ku mirov bikaribe diroka
Kurdan binvîse. Eger kesê ku bixwaze binvîse, divê Farisi
zanibe, Erebi, Tirki ya kevin zanibe, Ermeniya kevin zanibe.
Derheqa Kurdistanê da jî, ji ber ku dewleta me ya yekbûyi
tune bûye, gelek caran tiþtê bê bingeh hatiye nivîsinê. Ereban
nivîsiye, Tirka nivîsiye, mesela gerokê navdar Ewliya Çelebi
gelek geriyaye û nivîsiye. Lê gelek tiþtan jî avêtiye û tiþtên
bê bingeh û enterasan têda hene, helbet tiþtên baþ ji hene.
Kurdan bi xwe jî derheqa diroka xwe de nivîsiye, lê ne pir
in. Ya herî sereke Þerefxanê Bedlîsi ye. Ewî Þerefnameyê
du cild nivîsiye, yek li ser derheqa civata Rojhilata Navîn
Tirk, Ereb, Faris, Ermenî û Gurcuyan de nivîsiye. Cilda duyem
jî derheqa Kurd û Kurdistanê da nivîsiye. Ji bo dîrokzanan
berhema wî, ji bo diroka rojhilata navîn wek çavkaniyek sereke
tê qebul kirin.
“Þerefxanê Bedlîsi hem ji bo diroka Kurda û hem jî, ji bo
diroka civatên cînar serekaniyek gelek baþ tê dîtin.”
Þerefxanê Bedlîsi miroveki pir zana bûye, xwendineki geleki
baþ xwendiye. Ew bi xwe qeymeqamê Bedlîsê bû, di çil saliya
xwe de dev ji qeymaqamtiyê berda û rûniþt diroka Kurdistanê
nivîsi. Heta niha jî Þerefxanê Bedlîsi hem ji bo diroka Kurda
û hem jî, ji bo diroka civatên cînar serekaniyek gelek baþ
tê dîtin. Çimku dema doh û ya iroyin du cure zehmeti hene.
Yek, derheqa gelek tiþtan da dokument ,çavkani u materyal
kêm in. Arþiva Tirkiye da hene, ya Iranê da hene, ya Iraqê
da hene. Ya diduya gelek tiþtên sexte tê nivîsandinê, þaþ
tê nivîsandinê. Bi gor berjewendiyên xwe tekilhev dikin,
ji bo nivîsandina rast, zehmetî ew e, ku gerek geleki materyala
lêkolin bikî, analiz bikî li hemberi hev biki, gelo ev rast
e an ne rast e?.
Gelek pirsên diroka me, heta niha jî yê hicetlî ne, helbet
gelek ne rast hatine nivîsandinê. Wek mînak hinek kes nivîsandine
Kurd neteweyeki bê dewlet bûye. Ev ne rastiyeke mezin e,
dewletê Kurda hebûne, lê dewleta yekbûyi tune bûye. Ew cinasê
me Kurda hebûye, Hesenikoy hebûye Merwaniya, Bedirxaniya
hebûye, dewleta Soran hebûye, ya Behdînan hebûye, ew Amedê
niha paytexta wan bûye. Me van tiþtan weki diroka Kurdistanê
nivîsiye, me daye kifþê ku, em ne bê dewlet bûne.
Ya diduya
ew e, weki gelek caran dibêjin literatora me, edebiyata
me tune bû. Bi tenê folklora me hebûye. Ev jî ne rast e,
nivîskarên me yên geleki mezin hebûne, Eli Herîrî, Ehmedê
Xani, Melayee Cizîrî..
Sed mixabin rastiyeki jî ew bû, ku wekî dewleta yekbûyi
tunebû. Civat hînnedibû, keseki ji wan re nedigot ew mirov
hebûne. Ewê digotin jî, ne rastiya digotin. Niha ew proses
hêdi hêdi serdikeve û ji hêla Kurd tê kirinê. Lê dereceya
bilind li ser pirsa ziman, pirsa literaturê wana, divê geleki
kar bêne kirinê.
Eem civateke ji wan gelan e, yê ku diyalektê me zaravayê
me pir in. Ev tiþtekî normal e. Lê gelek mirovên nezan yê
rojavayê, yê Tirka wek dutireyê têxin nav Kurda, dibêjin
“ji hev cuda ne”. Mesele dibêjin “Zaza ne Kurd in, zimanê
Hewremanî ne Kurdi ye.” Ev listokên dijminê Kurda ne.
“Belê zaravayê Kurda pir in. Zaravayê Almanan jî hene, ew
bi xwe jî ji hev fahm nakin, lê kes nabêje ew ne Alman in.”
Armanca Navenda Lêkolînên Kurdi yê ku min serokatiya wê
dikir ew bû, ku ne bi tenê tiþtên nû binvîsim. Lê tiþtên
wisa jî binvîsim weku bersiva wan sexte be. Belê zaravayê
Kurda pir in. Zaravayê Almanan jî hene, ew bi xwe jî ji hev
fahm nakin, lê kes nabêje ew ne Alman in. Di nav her miletekî
de zarava hene. Ji bo wê jî navenda me pirtûkek çap kiriye
navê wê bi Ýngilîzî “Historical Diyalecta Grammer or di Kurdish
Leanguich”. Yani “Gramera Kurdî ya Diyalektzani û Dîrokê.”
Kerim Eyyubî daye ispat kirinê weki “erê zarava ev in, ev
in, cudahi jî heye, lê bingeha wan, gramera wan yek e.”
Çiqas em xwe dûrî ji siyasetê jî bigrin, gelek xebatên me
yên ilmî dikevine roleke siyasi. Em didin kifþê weki ev sexte
bin û ya rastî jî ev in...
(Dumahik heye)