SAL: 6
HEJMAR: 162

18 Temmuz 2006

ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv
 
 

 

Armanca dewletê ne dayîna tazmînatê ye

 

Navenda Nûçeyan- Wek tê zanîn, Dewleta Tirk, ji bo pêþî li serlêdana Kurdên ku gundên wan hatine þewitandin û valakirin, ya Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê bigre, qanûneke tezmînatê derxist û li gor vê qanûnê, divê tevê zirar û ziyana wan bidana. Lê eþkere bû ku dewlet dixwaze bi erzanî, ji vê zerar û ziyana gundiyên kurd, xilas bibe.

Li gor ku ji aliyê çapemeniya tirk ve hatiye belavkirin, eþkere bû ku ew komisyonên ku ji bo destnîþankirina zerara Kurdên ku gundên wan hatine þewitandin û valakirin, hatibûn avakirin, hêviyên gundiyan pûç kirin. Lewra, komisyonên ku ji bo tespîtkirina zerar û ziyana gûndên bajarê Mêrdînê hatine avakirin, -qaþo ev komisyon, serbixwene- piþtî xebat û lêkolînên demdirêj eþkere kirin ku ji bo zerara gundiyên kurd, ji hezarek û heta 8 hezarî TL yê nû zerar hatiye tespîtkirin. Ev jî dide nîþandan ku armanca dewletê, ne tezmînat dayîn e, ji bo pêþî li serlêdana wan ya Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpayê bigre ye.

Bi qasî ku hatiye bidestxistin, ew komisyona ku di bin birêvibiriya Parêzgariya bajarê Mêrdînê de hatiye avakirin, bi raporek xebat û lêkolînên xwe biencam kiriye û qaþo zerara gundiyên Mêrdînê tespît kiriye. Li gor rapora encama van lêkolîn û tespîtkirina zeraran ya komisyona Mêrdînê, her gundiyeke mala wi hatiye þewitandin an jî mecbûr maye û koç kiriye, divê ji hezarek û heta 8 hezarî TL yê nû, dewlet tezmînat bide wan.

Wek nimûne; vê komisyonê, di rapora xwe de ji bo gundê Duygulu yê navçeya Omeriyan ya bi ser bajarê Mêrdînê re ku di sala 1992-an de hatibû valakirin, ji bo malbatek ku xaniyeke wî yê dutebeq ku ji sê ode û ji du axuran pêk tê hatiye xirabkirin û 48 donim rez, 6 perçe erdê bejî, 20 darên behivan, 5 darên hermî û 2 darên bihokên wî hatine þewitandin û herweha 10 mî, 20 bizin, 2 ker, 1 ga û 50 mirîþkên wî hatine telefkirin, 5 hezar û 2 sed TL yê nû tezmînat destnîþan kiriye. Ango zerara vê malbatê 5 hezar çêbûye û wê dewlet ewqas bide wî. Vê komisyonê, herweha serlêdana hin gundiyan jî, ji ber ku ji aliyê hêzên leþkerî ve nehatiye piþtrastkirin, nepejrand û got; “hûn nikarin tezmînat werbigrin.”

Li ser vê rapora bêbinî û pêkenî, parêzerê gundiyan Medeni Ayhan, ragihand ku ev teklîfa dewletê bi tu þêweyek nayê qebûlkirin û teklîfeke pêkenî ye. Medeni Ayhan, herweha diyar kir ku wê serî li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpayê bidin. Lewra, tu çareyeke wan nema ye.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver