Evdýrehim Rehmi ji dý helbesteka xwe da deng lý Kurdek kýriye
û bý vê maneyê weha ci daye vê peyvýkê:
“Dê heta kengê xulam bi tu dý býn pýþtiyan hemal!
Þev me bûrand, Roj derket, rabe ca em çine mal”.
Þêx Tahýrê Mayi ji bý vê maneyê ev peyvýk weha bý kar aniye:
“Mýn got’ê heta kengê weha jar û zelil bým!
Karê xwe býke, mýn vý te ra ceng û cidal e”.
“Cidal” Erebi ye, yani têkoþin.
Peyvýkê bý vê maneyê dý peyveka pêþiyan da ji weha ci gýrtiye:
“Me kengê gotiye hespê te ker e!”
Ev peyva pêþiyan jý kesên wýsa ra tê gotýn ku tavýl dýlgýran
dýbýn û bê semed dýxeyýdýn.
3– Jýbo niþandana mubalexeyê dý dýrêjiya demê da bý kar
tê anin. Dema kesek býxwaze dý heqê týþtek da demeka dýrêj
býde zanin û dý dýrêjiya wê demê da mubalexe býke, vê peyvýkê
bý kar tine. Mesela, kesek jý keseki di ra dýbêje “Jý kengê
ve ez riya te dýpêm; tu çýma nehati!” Yani jý demeka dýrêj
ve ez riya te dýpêm *
Vê peyvýkê dýgel kýrara “hebe”yê û bý awayê “kengê hebe”,
dý idyomeka Kurdi da ji ci gýrtiye. Ew idyom bý mana “dý
dûwayiyê da, dý paþiya hemi rewþan da” bý kar tê anin. Dema
kesek býxwaze býde zanin ku dý dûwayiyê da, dý paþiya hemi
rewþan da bûyerek dê býqewýme, týþtek dê bê meydanê, ew kes
jýbo dayýna wê maneyê vê idyomê bý kar tine û dýbêje “Kengê
hebe dê weha býbe”.
Vê idyomê dý straneka geli ya evinê da, ku navê wê “Gulê”
ye, jý devê Heci Mûsa Begê Xwêti weha ci gýrtiye:
“Heci Mûsa Begê dýgo Gulê, narinê, sýbe ye, lê, xweþ sýbe
ye
Daxwaza dýlê mýn ev e ku ez rabým bêm hýnda
te û maç kým
hýnarên rûyê teye
Paþê, ez býmýrým ji ne xem e, mýrýn emrê
Xwedê ye, kengê hebe
qebra tari jýxwe mala me ye”.
“KEREM KE”, NE “FERMO”
Wek ku berê ji dý “Kuncê Zýmên” da bý hýn munasebetan me
nývisibû, carna mýrov dýbine ku hýn peyvýkên Kurdiya jêrin
jý aliyê hýn Kurdên jorin ve bý kar tên anin. Tê zanin ku
hýn Kurdên jorin, wýsa bawer dýkýn ku hemi peyvýkên Kurdiya
jêrin lý Kurdiya jorin tên û bý wê baweriyê gelek peyvýkên
Kurdiya jêrin bý kar tinýn..
Lê belê, wek ku berê ji me dabû zanin, nabe ku mýrov her
peyvýkeka Kurdiya jêrin wek qalýbeki hazýr býgýre û dý Kurdiya
jorin da bý kar bine. Lewra hýn jý wan peyvýkan lêhati ne,
lý awa û býngehokên Kurdiya jorin tên; hýn jý wan ji lênehati
ne, lý awa û býngehokên Kurdiya jorin nayên. Eþkera ye ku
karanina peyvýkên wýsa, dý zýmên da têkýlhevi peyda dýke.
Jý ber wi semedi, nabe ku peyvýkên wýsa bý kar bên anin.
Yek jý wan peyvýkên lênehati ji “fermo” ye. Mýrov gelek
caran dýbine ku ev peyvýk jý aliyê hýn Kurdên jorin ve hem
dý peyvinê da, hem ji dý nývisinê da bý kar tê anin.
Lê belê “fermo” dý Kurdiya jorin da tune. Ew peyvýk ne dý
peyvina gel da heye, ne ji dý edebiyata Kurdi ya klasik û
folklora Kurdi da ci gýrtiye. Her weha, ew peyvýk lý awa
û býngehokên rêzýmani yên Kurdiya jorin nayê ji. Weha:
Ev peyvýk jý peyvýka “ferman”ê hatiye çêkýrýn. “Ferman”
naveki neberçav e; “fermo” ji wek kýrareka (Þ’l) fermana
yekser, dý Kurdiya jêrin da jý wi navi hatiye çêkýrýn. Lê
belê dý Kurdiya jorin da jý navê “ferman”ê kýrar nayên çêkýrýn.
Lewra dý Kurdiya jorin da jý hýn navan kýrar tên çêkýrýn,
jý hýn navan ji nayên çêkýrýn. Mesela, jý navê “pýrs”ê kýrara
“pýrsin”ê bý hemi formên xwe tê çêkýrýn û tê gotýn “mýn pýrsi”,
“tu dýpýsi”, “ew dê býpýrse”, “býpýrse”, “býla býpýrse” û
wd. Her wýsa, mesela, jý navê “ger”ê ji kýrara “gerin”ê bý
hemi formên xwe tê çêkýrýn û tê gotýn “ez geriyam”, “tu dýgeri”,
“ew dê býgere”, “býgere”, “býla býgere” û wd.
Lê jý navê “ferman”ê çu kýrarek nayê çêkýrýn û nayê gotýn
“mýn fermand”, “tu dýfermini”, “ew dê býfermine” û wd; jýbo
dayýna maneyên wýsa tê gotýn “mýn ferman kýr”, “tu ferman
dýki”, “ew dê ferman býke” yan “mýn ferman da”, “tu ferman
dýdi”, “ew dê ferman býde” û wd. Wek ku tê zanin, awayeki
ku dý zýmên da tune, mýrov neþê bý zorê wi awayi lý zýmên
bar býke.
|