Bi munasebeta bîranîna 40 mîn salvegera Faik Bucak min jî
silavnameyek þandibû û weha nivîsîbû;
Piþtî 40 sal dereng be jî, ji bo rêzdar Faîk Bucak bîranînek
weha cihê pesnê ye. Hezar spas û silav ji bo hemû kesên ku
pêþengîya rojekê weha dikin.
Mîletê kurd ji her mîletî bêtir muhtacê qiymetdayin û bîranîna
rêberên xwe ne. Ji ber ku ked û fedekarîyên Nemir Faîk Bucak
û bi sedan welatperwerên wek wî winda nebin û bigîhên neslên
nû divê navên wan tu car neyin ji bîrkirin. Heger îro kurdên
Bakur di bin zordestîyên dagîrkeran de hêj dinale divê em
ji bîr nekin ku mîsyona nemir Faîk Bucak hîn xilas nebûye.
Têkoþîn dom dike û pêwîstîya me bi rojên weha heye.
Derengketina bîranîna wî çiqas ji bo me cihê þermê ye jî
îro piþtî 40 salan pêkanîna rojeka weha dîrokî ji bo me cihê
pesnê ye. 5 ê Tîrmehê, roja ku nemir Bucak bi destê hêzên
tarî hat qetil kirin, ji ber rewþa wê demê ev bûyer li seranserê
Kurdistanê li gor mezinîya Faîk Bucak deng veneda.
Piþtî 40 salan li goristana Sêwregê þahî heye, þahîya bîranîna
nemir Faîk Bucak û bi dehan nemirên din ên wek Necmeddîn
Buyukkaya, Abbas Izol, Mustafa Remzî Bucak, Ferîd Uzun û
bi dehan þehîdên Kurdistanê ên bênav. Wan bi xebat û jîyanên
xwe ve hercar di xizmeta gelê kurd bûn. Mezinîya wan divê
were bibîranîn û parastin ku ronahî bide têkoþîna me. Bila
rojekî weha bibe roja dehhezaran li Sêwregê û li seranserê
Kurdistanê. Silav û spas ji bo xebatek weha hêja.”
Mixabin rojekî weha dîrokî weka ku me bawer dikir nebû xwepêþendana
dehhezaran. Li goristana Sêwregê û piþtre jî li civîna li
Dîyarbekirê hejmara beþdaran ne zêdeyî sed - dused kes bûn.
Rastîya tahl careka din rewþa me dîyar dike.
Xelq weka ku tê bawer kirin xwedî li rêberên xwe dernakevin.
Piranîya wan, nemaze nifþên nû, ne navê wan ne jî rola ku
wan di doza kurd de lîstine dizanin. Ev rastî ji bo me hemûyan
cihê þermê ye. Çawa miletek wek kurdan ku sedan salan ji
bo maf û azadîyên xwe þer kiriye, di rêya têkoþînê de bi
sedhezaran þehîd daye, bêxwedî dibe ? Ma emê çawa vê yekê
têbigîhên û îzah bikin ?
Piranîya xelqê me, nifþên nû dîroka xwe nizanin, ji ber
ku kes pêþ wan nekirîye. Dijmin bi hemû hêzên xwe hewl daye
ku zarokên kurdan ji dîroka xwe ya rasteqîn bêpar perwerde
bin. Ji alîyekî asîmîlasyona dewletê û ji alîyekê din ve
jî bêxîretîya ”pêþengên” sîyasî mala me kurdan xirab kiriye.
Encama vê yekê malxirabî ye.
Heke xelqê me dîroka xwe baþ nas nakin, enteresa wan ji
bo vî yekî nîne, divê em rêyan bibînin da ku ev kêmasîye
were berteraf kirin. Wê gavê xelqên me wek jin, mêr, ciwan
û zarok dê xwedî li dîroka xwe derkevin û bi sedhezaran rêberên
xwe bibîr bînin.
|