Îslam û kemalîzm zidê hev in. Kemalîzm nîjadperestî ye,
faþîzm e. Dewleta kemalîst bi qasê ku xirabî bi komunîstan
û kurdperweran kiriye, ewqas jî xirabî bi kesên bawermend
yên îslamî kiriye. Îslamîyên ku kokkurdin ji xezeba kemalîzmê
xilas nebûne. Di dema dîktatoriya M. Kemal de û di dema ”millî
þef”iya Îsmet Înunu de li kesên bawermend yên îslamî neheqîyên
gelek mezin hatine kirin. Beton Kemal û Îsmetê qer zilm û
zordarî li ser gelê kurd, komunîst û bawermendên îslamî pêk
anîne.
Digel ewqas zilm û zordariya kemalîstan ya li ser komunîst
û çepên tirk, digel ku bi fermana M. Kemal serokê partiya
komunîst (TKP) Mustafa Subhî û 15 hevalên wî ji alî kemalîstan
ve hatin qetilkirin û cendekên wan avêtin behra reþ, dîsa
jî komunîstên tirk anku TKP li hemberê kemalîzmê derneket.
Kemalîzm dijminê Îslamê ye, divê Îslam jî dijminê kemalîzmê
be. Îslamîyên bawermend yên kurd li dijê kemalîzmê ne. Lêbelê
îslamîyên tirk yên ku turk/îslam in, li dijê kemalîzmê nîn
in. Di kanalên TV-yên îslamî yên tirk de dijîtiya kurdan
tê kirin. Kanala ”Mesaj” û ”Meltem” li hemberê kurdan weke
marê jehrî vedireþin.
Di nav partî û rêxistinên îslamî yên Tirkiyê de hinek þexsîyet
û rêxistin li dijê kemalîzmê bû, lê gelekên wan senteza turk-îslamê
diparastin û niha jî diparêzin û ew di esasê xwe de tirkçî
û kemalîst in. Niha bi navê Prof. Haydar Baþ tirk-îslamekî
kemalîst ê bi rû heye, bi dîtinên xwe yên nîþadperestiya
tirkîtiyê û bi dijayetiya kurdan rehme li bavê Alpaslan Turkeþê
faþîst û nîjadperest dixwîne. Kemalîst û hemû cure tirkçîyên
nîjadperest dijminê kurdan in, li dijê mirovahîyê ne. Li
dijê pêþveçûnê, þarezayî û medenîyetê ne.
Ji damezrandina komara Tirkiyê ya kemalîst heta niha yên
ku herî pir ji kemalîzmê zirar dîtine, zilm û zor dîtine
hêzên kurd, komunîst û bawermendên îslamî ne. Yê ku herî
pir li dijê kemalîzmê bana, divê ev hersê hêz bana. Partî
û rêxistinên çep, komunîst yên tirkan dijayetiya kemalîzmê
nekirin. Piraniya partî û rêxistinên îslamî jî newirabûn
li dijê kemalîzmê derkevin. Di nav hêza îslamî de kesên wekî
Saîdê Nûrsî (Kurdî) û Necîp Fazil bi mêranî li dijê kemalîzmê
derketin û loma jî wan piraniya jiyana xwe di hepis û zîndanên
kemalîstan de derbas kirin. Ji xeynê van herdu zat-ê mihterem
yên bawermendên îslamî, yên din li hemberê kemalîzmê derneketin,
têkoþîneke antî-kemalîst nemeþandin. Kesên wekî Prof. Haydar
Bas’ê nîjadperest û faþîst li ser navê îslamê kemalîstî kirin
anku ew jî bun kemalîstên bi rû (sakallî kemalîst).
Dewleta kemalîst zilm, zordarî û wahþeteke barbarî li dijê
kurdan pêk anî. Kurdên welatparêz, demokrat û sosyalîst li
dijê kemalîzmê derketin, kemalîzmê teþîr kirin. Ew hêj jî
têkoþîna li dijê kemalîzmê didomînin.
Divê hêzên îslamî û ronakbîrên bawermend yên îslamî jî bi
tundî li dijê kemalîzmê derkevin. Li Tirkiyê gelek îmkan
di destên wan de hene. Bi dehan kanalên televizyon û radyoyên
wan hene. Bi sedan þirket û holdîngên îslamî hene. Ew îmkanên
xwe li hemberê kemalîzmê bikar bînin, dê kemalîzm teþîr û
tecrît bibe û bê lanet kirin. Hetanî Kemalîzm têk neçe kurd
û gelên Tirkiyê azad nabin.
Di nav hêzên îslamî yên Tirkiyê de yên ku teza ”tirk – îslam”
ê diparêzin xeter in, þoven in, nîjadperest û faþîst in.
Divê bawermendên îslamî yên rasteqîn û kurdên welatparêz
li hemberê hêzên parastvanên ”tirk –îslam”ê têbikoþin û rûyên
wan yên reþ û tarî derxin holê. Di vê hêlê de wezîfeyên herî
giran dikeve stuyê kurdperwerên bawermend yên îslamî.
Bi qasê ku kemalîst li dijê doza netewa kurd in, ewqas jî
hêzên ku ”tirk – îslam”ê diparêzin jî li dijê doza netewa
kurd in. Hêzên hemberên kurdperweran pir in û xurt in. Divê
hemû welatparêzên kurd jî hêzên xwe bikin yek. Kurdên welatparêz,
demokrat, sosyalîst û îslamî bi hevre hevkarî bikin, li dijê
kemalîzmê, tirk – îslamê û kolonyalîzmê têbikoþin, dê biserbikevin.
Mirovê ku li dijê kemalîzmê nebe, ew mirov ne bawermendeke
îslamî ye û nejî demokrat û sosyalîst e.. Heger însanek bixwaze
bibe kurdperwer, bibe bawermendeke îslamî, bibe demokrat
yan sosyalîst, divê li dijê kemalîzmê be.
|