Pirsgirêka zarok, kêþeyeka navnetewî ye.
Meriv dikare bêje, li ser rûyê erdê welatek nîne, ku têda
pirsa zarok nebe.
Kêþeya zarokan, bi gor zirufên her welatî, bi rengên cur
be cur xwe niþan dide.
Yek ji wan kirîn û firotina zarokan wekî objeyên seksî ye.
Bi kar anîna zarok di þeran da kêþeyaka din ya mezin e.
“Zarokên tawanbar” jî pirsgirêka giring e.
Hêjmara zarokên, ku di bin qontrola çete û mafya da dizî
dikin, tîryak û heroyîn difroþin, meriv dikujin an birîndar
dikin, ne kêm in.
Þixulandina zarokan jî kêþeyeka mezin e..
Her çende, destur û qanunên hemu welatan, þixulandina zarok
qedexe kiri bin jî, pirsa hanê ber dewam e û di hinek welatan
da mezintirîn pirsgirêk, þixulandina zorok e.
Dîroka þixulandina zarokan, an sûdwergirtin ji keda wan
gelek kevn e.
Di hemu welatan da þixulandina zorokan hebûye; niha jî berdewam
e.
Pêþketî û paþdamayî, ferq nake, kêm bixebitin an zêde, zarok
di hemu welatan da diþixulin.
Di welatên peþketî û rojava da, qanunên, ku xebitandina
zarok qedexe dikin û mafên wan diparêzîn, têne cî be cî kirinê.
Yên ku beravejiya zagonan zarokan didine þixulandinê, rastî
cezayên giran tên.
Lê di welatên paþdamayî, wekî hemu zagonên baþ, li ser kaxizê
dimîne.
Tirkiyê yek ji wan welatan e.
Li Tirkiyê, di pêvajoya Yekitiya Ewropî da, derbareyê mafê
zarokan hinek qanun derket.
Lê belê wekî hemu zagonên din, li ser kaxizê man, qasê pêwîst
nehatine ci be ci kirinê.
Ji bona vê yêke ye, ku pirsgirekên zarok bi hemu rengên
xwe ve, li Tirkiyê berdawam e û roj bi roj jî mezintir û
aloztir dibin.
Li Tirkiyê, gelek zanîngeh û rêxistinên siivîl, dezgeyên
mîrî, li ser kêþaya zarok û destniþankirina sedemên wê, gelek
lêkolin çekirine; gelek rapor belav kirine.
Yek ji wan rapora “Pevajoya Heremî 21 ya Diyarbekîr” e.
Li gor nûçeyê Tirkî, ku di hêjmara çûyî (161) a rojname
me da ci girtiye, “Pevajoya Heremî 21 a Diyarbekîr”, bona
dest niþankirina keþeyên zarokên Diyarbekirê lêkolin çêkiriye
û encama lêkolinê wekî raporek jêr navê “pirsgirêkên zarokan
û pêþniyar ji bona çareseriyê wan” da belav kiriye.
Li gor rapora hanê, di warên piþesazî (sanayi), sukê (bazarê),
berhevkirina eþqalê (çop, zibil) da, di kuçe û kolanan da
20 hezar zarok kar dikin.
Rapor dide kifþê, ku koçberbûna îcbarî sedemeke giringê
vê yekê ye.
Herwekî tê zanin, ji ber þerê kîrêt yê dewleta dagirker
yê dijî gelê me, bi sedhêzaran Kurd ciyê bav û kalên xwe
bi ci hêþtin, hatin li Diyarbekîrê, li bajarên din yên Kurdistanê
û metropolên rojavayê bi cî û war bûn.
Yên, ku hatine di Diyarbekîr û metropolên din da bi cî bûne,
gundî bûn, feqîr û hêjar bûn. Ji rencberî pêva, tu tiþt ji
destê wan nedihat. Ji bona vê yekê jî, bêkar û betal man,
hêjartir û fêqirtir bûn û dibin. Nikarine û nikarin zarokên
xwe biþêynin dibistanê. Zarok jî, bona têrkirina zikê xwe,
bona alikariya malbata xwe mecbur man, ku bixebitin, selpak
(desmal kaxizi) bifroþin, aþqal berhev kin; dizî bikin û
hwd..
Rapora hanê, ligel behs kirina gelek babetên baþ û rast,
bona çareseriyê jî hinek xal pêþkeþ dike, ku xalên maqul
in.
Meriv dikare gelek tiþt li ser xalên pêþniyarkirî bêje.
Ne babeta nivisarê min ne ev e, ne jî cî ji bona vê karê
musaîd e. Lê meriv dikare bêje, xalên pêþniyarkirî, baþ û
maqul in, lê kêm in.
Bi bawariya min çareseriya hîmlî ya vê pirsê, tenê bi baþtirkirina
rewþa abori ya navçeyê ve, bi hevahengî û hevkariya sazî
û dezgeyên, ku di wî warê da kar û xebat dikin, bi baþtir
kirina rewþa xebata zarokên karker û perwerde kirinê wan
ve, nabe.
Berê her tiþtî, ligel xalên pêþniyar kirî, divê pêþiya koçberbûna
îcbarî ya Kurdan bê girtinê, yên ku koçber bûne vegerine
cî û warên xwe. Bi gotineka din divê pirsa Kurdi li ser bingeha
wekhevî bê çareserkirin. Helbet berê rizgariya gel û welat,
gelek kar û xebat hene, ku bona baþtir kirina rewþa zarokên
kuçe û rizgariya wan, divê bêne kirinê. Lê belê divê ji bir
nekin, ku heya, ku pirsa Kurd çareser nebe, kêþeya zarokên
Kurd jî -çi di kuçe û kolanan da bin, çi di mala bavê xwe
da bin- çareser nabe.
Tiþteke veþartî nîn e, ku bi rizgarbûna gel û welat hemû
keþeyên civakî, aborî û siyasî niþkeva çareser nabin.
Rizgariya welat keþeyên hanê kêm dike, rê li ber çareserkirina
hîmlî xweþ dike. Çareseriya hîmlî jî bi ava kirina cîvatek
li ser bingeha wekhevî damezrandina adelata cîvakî ve mimkun
e.
Ezmuna Kurdistana Baþûr, niþana vê yekê ye. Di sala 1994-an
da li bajarokê Diyana, dîmenek bala min kiþandi bû; Li ser
diwarek, diruþmek hatibû nivîsandinê: “Divê Xebitindina Zarokan,
Bê Qedexe Kirinê.” Di binê vê diruþmê da îmzaya rêxistineke
çep hebû, ku ne hewce ye ez navê wê bêjim. Zarokeke 10-11
salî li ber diwarê hanê benzîn difroþt, yekê din sol boyax
dikir!..
Min ji wan pirsî: “Rayê we li ser diruþmên hane çî ye?”
Bersiva wan, ji rêxistinên çepê hanê rastbîntir bû. Digotin,
“êdî çî bikin, birçi bimînin?”
Li Baþûr, hikumetên Herêma Kurdistanê hewl didan, îro Hikumeta
Yekgirtiyê hewl dide, ku rewþa aborî ya gel baþtir be.
Gelek dezgeyên mîrî û sîvîl hene, ku alîkariya zarokan dikin,
kar û xebat dikin, daku zarokan ji kuçe û kolanan rizgar
bikin.
Lê, rastiyek heye, ku nayê vaþartinê. Hejmara wan ji berê
kêmtir be jî, zarok bona alikariya malbata xwe, îro jî kar
dikin. Û heta avakirina civatek nû li ser bingeha dadî û
wekheviya cîvakî, þixulandina zarokan kêm an zêde wê berdewam
be.
|