Meriv rastiyê bêje, baþtir e.
Ez bi darda kirina diktatorê xwînmij û kurdkuj Saddam Husên
dilxweþ nebûm.
Ji ber ku, wekî Kurdekî welatparêz û demokrat, li Tirkiyê
ji bona rakirina cezayê îdamê, bi gor karîn û teqatê xwe
min kar û xebat kiriye.
Ez diji cezayê dardakirinê me.
Ne tenê dijî darda kirina Kurdan, çep û demokratan...
Dijî dardakirina hemu kesan im.
Ji aliyê dinê, ez piþtrast im, ku eger Saddam heta axirin
nefesa xwe di zindanê da bimaya, cendekê wî di zindanê da
biriziya wê baþtir bubûya.
Ev yêka hanê girantirin ceza dibû, ji bona Saddam.
Bi baweriya min bi dardakirinê ve, Saddam rizgar bû.
Ne tenê rizgar bû, li ber çavên Erebên nasyonalîst û Sunnî
bû qehreman.
Saddam bi gor gotina xwe bû “þehîd”.
Lê belê eger Saddam heta dawiya jiyana xwe di zindanê da
bimaya, ev yêka hanê pêknedihatin.
Wekî tê zanin Saddam û hevalên wî, ji ber tawanê Enfal li
ber dadgehê ne.
Û bê guman, bandora dardakirina Saddamê, li ser dadigeha
Enfalan wê nêyînî be.
Bi dardakirinê va, Saddam Husên gelek zanyarî û înfîrmasyona
tawana Enfalan jî, ligel xwe bire axiretê.
Ez piþtrast im ku derbareya dadigeha Saddam û hevalên wi,
xwasteka milyonan Kurd wekyek bû.
Ew dixwastin Saddam bi tawana jenosîda Kurdan bihata mehkum
kirinê.
Lê pir mixabin ev yêka jî pêknehat.
Bi dardakirina diktatorek, xwînxwarek, xwesteka Kurdan nîvçe
ma.
Kurdan vê carê jî nikarine kela dilê xwe bitemirinin û bibêjin:
“Þikur ji Xwedê ra, ez nemirim û bûme þahîdê evê, ku diktator
û dijminê Kurd wekî Saddam bi çavên xwe dît, ku ji ber tawanên
xwe yên dij-Kurdan hatiye mehkum kirinê.”
Bi darda kirinê va, Saddam bi xwe “rizgar” bû.
Lê belê rejîma wî, sîstem û partiya wî nikarin ji mehkum
bûnê rizgar bin.
Bê guman hevalên Saddam ji ber tawanên Enfal û Helepçê,
wê bêne mehkum kirinê.
Xwezil Saddam bimaya û bi çavên xwe bidîta, ku ji ber tawanê
jenosîd hatiye mehkum kirinê.
Ku ev yeka ji bo wî mezintirin ceza dibû.
Her usa dibû destpêkek bona dîktator û xwînmijên dinê, ku
xwîna gelê me rijandine.
Ji ber sedemên jorî ez bi dardakirina Saddam dilxweþ nîn
im.
|